Partiya Çep a Kesk li gera hilbijartinê bû

  • 13:26 16 Nîsan 2023
  • Ramyarî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Gera hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk ya Marmarayê bi bernameyên li Gebzeyê û ya Egeyê jî bi bernameyên li Îzmîrê dewam dike.
 
Di çarçoveya gera hilbijartinê de gera Partiya Çep a Kesk li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê berdewam dike. Partiya Çep a Kesk di çarçoveya gera hilbijartinê ya Herêma Marmarayê de gihîşt navçeya Gebze ya Kocaeliyê. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û namzetê parlamenteriyê Cengîz Çîçek û namzetên parlamenteriyê Omer Faruk Gergerlîoglû û Dilşad Canbaz Kaya beşdarî vekirina buroya  hilbijartinê ya ku li taxa Mewlana hat vekirin.
 
Namzet bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Piştre jî bi konvoyekê ber bi taxa ku dê vekirina buroyê lê bihata kirin ve çûn konvoyê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin...
 
Şande, li Taxa Mevlanayê ji hêla bi sedan kesan ve bi çepik û tiliyan hate pêşwazîkirin. Girseyê xwest bi pankarta “Kokên me di kûrahiya Cudî, Gabar û Munzurê de ne” bimeşin. Lê meş hate astengkirin. Piştre jî girseyê bêyî pankart dest bi meşa xwe kir. Di dema meşê de dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Jin, jiyan, azadî” û “HDP gel e, gel li vir e” berz kirin. 
 
Girseya meşê li pêşiya bûroya hilbijartinê ji hêla girseyeke din ve hate pêşwazîkirin. Piştî gerandina xelekê ya govendê, axaftin hatin kirin. 
 
Danasîna namzedan
 
Ewil namzet hatin nasandin û piştre jî ji namzetan Eylem Arzu Kayaoglû axivî û wiha got: “Her roj komkujiyên jinan zêdetir dibin. Hevalên me di her qadên jiyanê de rastî cihêkariyê tên. Em ê bi van nêzikatiyan bikevin hilbijartinê. Weke gelên Tirkiyeyê dê di 15’ê gulanê de li rojeke nû şiyar bibin.” 
 
Nikarin pêşî li me bigirin
 
Piştre jî namzetê parlamenteriyê Omer Faruk Gergerlîoglû axivî û ev tişt anî ziman: “Çiqas zext û zordariyê dikin bila bikin lê dîsa jî dê nekarin pêşî li me bigirin. Gelo ma hûn qet şerm nakin? Em ê di hilbijartinan de ya ku ji destê me tê bikin û bixebitin. Hêvîdarim ku gel jî tev li xebatan bibe.” 
 
'Hûnê hesab bidin'
 
Hevberdevkê HDK’ê û namzetê parlamenteriyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek jî wiha axivî: “Ev îktîdar tenê dijminê zimanê kurdî nîne, dijminê hemû zimanan e. Heke bi saya têkoşîna me nebûya, gelo ma dê ev polîtîkayên pişaftinê bihatina têkbirin? Heke me eqwas bedel nedabûna ma dê me bikariya vê rêyê vekin? Bi saya têkoşîna vî gelî me li her çar aliyên Tirkiyeyê têkoşîna demokrasî û azadiyê mezintir bikin. Di serdema vê îktîdarê de Tirkiye bû sergoya Ewropayê. Em ê di 14’ê Gulanê de hesabê ji îktîdara welatê me aniye vî halî bipirsin. Rêya me zor e lê ewqas jî hêsan e. Em ê heta roja dawî jî mal bi mal, kolan bi kolan bigerin û xebatên xwe bidomînin. Bloka faşîst a li hemberî dê heta roja dawî jî çi ji dest tê bike û bloqeke herî dizîker û talanker e. Divê em rê nedin talankeran.” 
 
Piştî axaftinan jî namzetên parlamenteriyê tevî gel bûroya hilbijartinê vekir. Vekirina bûroyê bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 
Izmîr
 
Partiya Çep a Kesk gera xwe ya Egeyê bi civînên gel û vekirina buroyan didomîne. Di çarçoveya bernameya hilbijartina 14'ê Gulanê ya Partiya Çep a Kesk de, gera Egeyê bi beşdariya Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û TOP'ê Perîhan Koca dewam kir.
 
Şande, li pêşiya bûroyê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Qad, bi alayên Partiya Çep a Kesk hatibû xemilandin û girseyê dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Denîz Poyraz nemir e” û “Jin, jiyan, azadî” berz kir. Jin, bi cil û bergên xwe yên herêmî tev li bûbûn. Kelecan û coşeke mezin hebû û heta demekî dirêj jî girseyê tililî avêtin, çepik lê dan û xelekên govendê gerandin. Bername, bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. 
 
Piştre jî namzetên parlamenteriyê yên Îzmîrê gel silav kirin. Namzetên herêma 1’emîn a Îzmîrê Abdulmecît Yildirim û Burcugul Çubuk di axaftinên xwe de hilbijartinên 14’ê Gulanê weke hilbijartinê hesabpirsînê destnîşan kirin. 
 
'Îqtîdara sûc e'
 
Endama Lijneya Hevberdevkan a TOP’ê Perîhan Koca jî da zanîn ku dê di 14’ê Gulanê de dîrokê binivîsin. Koca, îktîra heyî weke “îktîdara sûc” pênase kir û soz da ku dê hesabê ji îktîdarê bipirsin û wan bişînin sergoya dîrokê. 
 
Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr jî diyar kir ku îktîdar hewl dide xwe bi siyaseta dijkurd li ser pêyan bigire û daxwazên gelê kurd tune dihesibîne. Esengulê, destnîşan kir ku dê di vê hilbijartinê de îktîdarê têk bibin û wiha domand: “Em ê bi hev re dawî li rejîma Erdogan bînin. Lewma her dengek pir girîng e. Her parlamenterek dê ji bo pêvajoya amadekirina makeqanûna nû de pir girîng be.” 
 
'Her dengê neyê dayîn wê biçe ji AKP'ê re’
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî di vekirina bûroyê de wiha axivî: “Partî, bi hemû hêmayên xwe yek parçe ye. Wêneyên rengîn ê hêviya gelên welêt e. Lewma ev rejîm pir jê ditirse. HDP bûye xewnereşka wan. Tevî hemû astengkirinan jî dê nekarin pêşî li ber we bigirin ku hûn îradeya xwe li ser sindoqan diyar bikin. Rihên HDP û Partiya Çepên Kesk ji heman axê ne, şax û pelên wan ji heman xwînê ne. Em ê vê îktîdara zilmê teqez têk bibin û vê pergalê biguherînin. Lewma divê em dengên xwe bikin yek. Her dengê vala diçe dê ji bo îktîdara AKP-MHP’ê biçe. Divê em dengên xwe ji bo hêza guherîn û veguherînê biavêjin. Anku bidin Partiya Çepên Kesk. Ji bîr nekin ku xeyal û hêviyên rêhevala me Denîz Poyraz hebûn û me soz daye ku dê wan bi cih bînin. Dê wê jî bi saya piştgiriya we bikin.” 
 
Piştî axaftinan jî bûroya hilbijartinê hate vekirin. Qurdele ji hêla dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz ve hate birîn.