Partiya Çep a Kesk li Karayaziy ye: Em ê bi hev re bi ser kevin

  • 11:23 16 Nîsan 2023
  • Ramyarî
 
ERZIROM - Partiya Çep a Kesk li Qereyaziyê bi gel re hevdîtin kir.
 
Partiya Çep a Kesk li Serhedê bi gel re 3 roj e tê cem hev.  Hevberdevka Patiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)  Keskîn Bayindir,  Hevseroka ESP'ê Ozlem Gumuştaş û parlmaenter jî di nav de li Navçeya Karayazi ya Erziromê bi gel re hatin cem hev û piştî rêzgirtinê buroya hilbijartinê vekirin.
 
Namzetê parlamenteriyê yê Mûşê Sezaî Temellî li vir axivî û wiha got: “Divê êdî namzetên Partiya Çep a Kesk di Meclisê de bin. Nûnertiya me xwedî cihekî girîng e. Em ê di 14’ê Gulanê de vê îktîdara faşîst hilweşînin. Divê ev îktîdar têk here ku birêz Abdullah Ocalan û hevalên me yên girtî azad bibin.” 
 
Piştre jî Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî û ev tişt anî ziman: “Dê serkeftin a gelê kurd be. Hewl didin berê ciwanên kurd bidin Ewropayê. Banga min ji bo ciwanên kurd ew e ku welatê xwe neterikînin. Em ê di 14’ê Gulanê de ji zilma AKP-MHP’ê rizgar bibin û govenda serkeftinê bi hev re bigerînin. Em ê kolan bi kolan, navçe bi navçe xebatên xwe bidomînin. Divê xelkê Erziromê xwedî li partiya xwe derkeve. Heke em bikarin vê bikin, dê teqez bi ser kevin. Dê serkeftina me be hêviya dayikên me. Rêya gelê me vekirî be.” 
 
'Dem dema hesabpirsînê ye’
 
 
Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar jî axivî û wiha got: “Ji hêlekê ve ev hilbijartin, muhasebeya sedsalê ye. Em ê bibînin bê ka kî dê di vê têkoşînê de derkeve pêş. Ev sedsal in em tune tên hesibandin û divê êdî em xwedî rayeya biryardayînê bin. Rastiyeke gel heye ku ji îktîdara AKP-MHP’ê re dibêje ‘êdî bes e.’ Em ji bo avakirina pergaleke nû tên. Di vê rêyê de em ê bi hev re bi ser kevin. Em ê bên û ew ê biçin. AKP hewl dide bi dijminên jinan û gelê kurd re tifaqê çêke. Em mezin bûn û ew -ê winda bikin.” 
 
Piştî axaftinan jî bûroya hilbijatinê hate vekirin. Bûro, ji hêla bavê Hakan Arslan ku di dema qedexeyên derketina kolanan a Sûr a Amedê jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî 7 sal piştre di tûrikekî de hatiye radestkirin, Alî Riza Arslan ve hate vekirin. 
 
Piştî vekirina bûroyê jî heyet ber bi navçeya Qereçobanê ve kete rê. Şande dê piştre jî derbasî navçeya Gimgim a Mûşê û navenda bajar bike û bi gel re bê gel hev.