Ji jinên Qoserê peyama hilbijartinê: Em ê xwedî li vîn û sindoqan derkevin

  • 09:06 15 Nîsan 2023
  • Ramyarî
Rojda Aydin
 
MÊRDÎN - Jinên Qoserê, anîn ziman ku ew ê di hilbijartinê de li dijî qetilkirina jinan, şer, qeyran û hemû pirsgirêkan îktîdarê bişînin û gotin: "Em ê xwedî li vîn û sindoqên xwe derbikevin."
 
Hilbijartinên Giştî ku dê di 14’ê Gulanê de pêk bên kêm roj man. Ji ber vê yekê xebatên Partiya Pêşerojê ya Çepên Kesk (Partiya Çepên Kesk) bênavber li kolan, tax û bajaran didome. Hilbijartina ku ji bo tevahî gelan gelek girîng e bi lêv dikin ku ew ê îktîdara AKP’ê bişînin. Jinên navçeya Qoser a Mêrdînê jî têkildarî hilbijartinê de ji ajansa me re axivîn. 
 
‘Em ê faşîzmê têk bibin’
 
Şerîfe Tanirga, anî ziman ku daxwaz û hêviya wan ew e ku di hilbijartinên giştî de bi ser kevin û îktîdara heyî bişînin û got: “Di vê hilbijartinê de em wek gelên Kurdistanê teqez bi ser kevin. Em dixwazin ev hilbijartin bibe wesîleya sekinandina şer, avabûna azadî û aştiyê. Em dixwazin wekhevî pêk bê û em bi awayek azad bikaribin bi zimanê xwe yê kurdî li her derê biaxivin. Em dixwazin ev îktîdar biçe û xweşiyek û aramiyek bê vê welatê. Em naxwazin êdî zext û zilm li ser jinê bê kirin. Ji ber vê yekê jî ger ev îktîdar biçe em jin dê azad bibin. Em bindestî û zilmê tu carî qebûl nakin. Bi taybetî bila hemû gelê me xwedî vîn û sindoqên xwe derbikevin. Elbet di hilbijartinê de em ê dengê xwe bidin xwe û îktîdarê têk bibin. Li dijî zilm û zextan heta ku em hebin em kurd in. Em ê vê faşîzmê têk bibin.”
 
‘Em ê îktîdarê bişînin’
 
Zîlan Ozeltapti jî destnîşan kir ku ew wek jinên ciwan gelek bi hêz in û bi lêv kir ku ji bo hilbijartinê tax bi tax û mal bi mal digerin. Zîlan, da zanîn ku ew di wê baweriyê de ne ku di hilbijartinê de bi ser kevin û wiha pê de çû: “Em tu carî nasekinin. Heta ku em wî danexînin em nasekinin. Em wek jin li dijî vê dadweriyê serî netewand û natewînin. Em li her qadê dirûşmeya jin, jiyan, azadî berz dikin. Em wek jinên ciwan îktîdara ku 22 sal in dijminatiya jinê dike û wan holê rabikin dibin yek deng. Em li tax û kûçeya xebatên xwe bênavber didomînin. Em li vir in û em hene. Li Mêrdînê 6 namzetên me hene. Em di wê bîr û baweriyê de ne ku 6 namzetên xwe jî derbixin. Banga min ji gelê Mêrdîn û tevahiyê ew e ku xwedî deng û sindoqên xwe derbikevin.”
 
‘Ji vê zilmê re êdî bes e’
 
Ayşe Şahîn, da zanîn ku azadî û wekheviyê dixwazin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Bila dawî li vê zilmê bê. Gel hemû ji ber qeyranê nav xîzaniyê de ne. Bila vê hilbijartinê aramiyek bê welat. Li her derê şer û kuştin heye. Em şer û kuştinê naxwazin. Bila dawiya vê şerê bê. Em naxwazin xwîn biherike. Êdî bes e, bila jin neyên qetilkirin.”     
 
‘Em ê dengê xwe bidin xwe’
 
Gulê Ertaş, diyar kir ku divê êdî kesek bi wijdan bi ser keve û got: "Ez ê dengê xwe bidin xwe. Em dixwazin kesek baş û bi wîcdan bê rêvebiriyê. Li welat qeyranek mezin heye. Em dixwazin ev qeyran ji holê bê rakirin. Ev pirsgirêk tenê bi rêvebiriyeke baş dikare bê çareserkirin. Ji ber kesên bêwîcdan welat niha ketiye çi rewşê em dibînin. Ev îktîdar bila êdî biçe.”
 
‘Em ê vê îktîdarê bişînin' 
 
Sultan Kaymaz jî wiha daxwazen xwe anî ziman: “Em jî êdî xweşiyê dixwazin. Êdî bes e ji vê zilmê re. Her roj li welat jin tên qetilkirin. Dil û kezeba me diêşê. Bila pêşiya vê kuştinan bê girtin. Em dixwazin ev şer raweste. Em hertim li dijî şer in. Ji bo çareseriya van hemû pirsgirêkan divê em vê îktîdarê bişînin.”