Li Bismilê buroya hilbijartinê ya jinê tê vekirin

  • 13:40 13 Nîsan 2023
  • Rojane
 AMED – Bi beşdariya namzetên parlamenteriyê yên jin ên Rêxistina Partiya Çep a Kesk Bismilê buroya hilbijartinê ya jinê hat vekirin. Jinan got wê jin tecrîdê têk bibin. 
 
Bi beşdariya namzetên parlamenteriyê yên jin ên Rêxistina Partiya Çep a Kesk Bismilê buroya hilbijartinê ya jinê tê vekirin. Li qada vekirin lê pêk tê flamayên kesk, xemrî, zer û şîn ên partiyê hatin daliqandin. Namzetên parlamenteriyê yan Partiya Çep a Kesk Halide Turkoglu, Adalet Kaya, Ceylan Akça Cupolo, Sorgul Aytek Avşar û gelek jin tevlî vekirinê bûn. Piştî vekirinê wê bi tevlîbûna namzetên jin serdana esnafan bên kirin. 
 
'Em ê li berxwe bidin'
 
Berdevka Partiya Çep a Kesk Emine Ozer, da zanîn li pêşiya wan xebateke mezin heye û got:"Loma divê her kes li mal, cihê kar, kuçe, li ser erd û li kuçeyan bibin seferber. Bi taybet em ji ciwanan seferberiyê îlan bikin. Me dest bi xebatan kir. Em ji bo vê yekê deyndarê serokê xwe û girtiyên siyasî ne. Piştî hilbijartinê wê hevalên me bigihêjin azadiya xwe. Jinên kurd li cîhanê emsal in. Di bin zilma hovan û kapîtalîzmê de li berxwe didin. Em ê jî serî hildin û bi ser bikevin."
 
'Ew ê jin dawî li tecrîdê bînin'
 
Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk a Amedê Adalet Kaya wiha got:"Bi salan xwestin me jinên kurd biçewisînin. Em ê di 14'ê Gulanê de hesab bipirsin. Em ê ji bo hevalên xwe yên di girtîgehan de hesab bipirsin. Em ê jin îktidara ku dixwaze me bê hafiza bihêle, dixwaze me biçewisîne, bişîne. Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan li ser gelê kurd tê sepandin. Tecrîd li ser avakirina aştiyeke bi rûmet a gelê kurd û avakirina jiyaneke nû ya Rojhilata Navîn tê sepandin. Em ê jinên Rojhilata Navîn dawî li vêya bînin."
 
'Em ê bi ser bikevin'
 
Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk Sorgul Aytek Avşar wiha got:"Ev têkoşîn têkoşîna sed salan e. Ev partî ji bo kurdan dixebite. Hêza xwe ji gel digire. Divê em li sindoqên xwe xwedî derkevin. Ev peywira me hemûyan e. Em ê bi hev re xebata xwe bidin meşandin em ê bi hev re bi ser bikevin."
 
Piştî axaftinê jinan buro vekirin. Bi stran û govendê çalakî bi dawî bû.