Jinên Şirnexê: Em azadiya serokê xwe dixwazin

  • 09:05 13 Nîsan 2023
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Jinên Şirnexê têkildarî hilbijartina 14’ê Gulanê axivîn û destnîşan kirin ku ew bi sîyasetek demokratîk azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan -misoger bikin.
 
Bi nêzbûna hilbijartinên Serokomarî û giştî re yên 14’ê Gulanê partiyên siyasî jî lez dan xebatên xwe. HDP jî ji ber xeteriya girtinê ku doza wê berdewam dike wê bi Partiya Çep a Kesk bikeve hilbijartinê.  Partiya Çep a Kesk ku namzedên xwe diyar kirin, li gelek navendan bûroyên xwe yên hilbijartinê vekirin. 
 
Jinên Şirnexê têkildarî hilbijartina 14’ê Gulanê nerînên xwe anîn ziman.
 
‘Em ê vî desthilardariyê rêbikin’
 
Sultan Îrmez diyar kir ku ew ê bi ser bikevin û vê desthîlatdariyê bişînin û got: “Têkoşîn û hewildanên me ji bo mafên me ye. Em mafê xwe yê ziman dixwazin. Li ser jinan zilmekê mezin heye. Her roj jinek bi awayê bi guman jiyana xwe jidest dide. Hikûmeta AKP’ê MHP’ê bi salan e li ser jinan zilmê dikin. Êdî jin li dijî vê zilma hikûmetê bêdneg namînin. Ne tenê jin, ciwan û hemû kesên muxalîf jî bêdeng namînin. Heta ku ev desthîlatdarî neçe em ê li qadan bin.  Em ê bi ser kevin û wê jin azad bibin.  Her wiha bila girtiyên di zindanan de jî serbest bên berdan û gelê me yê ku koçber bûye vegere welatê xwe. Bi taybetî divê jin û ciwan di roja hilbijartinê de li dengê xwe xwedî derkevin.”
 
‘Divê destûrê nedin ku hîle bên kirin’
 
Şadiye Sumbul jî anî ziman ku divê hemû krud bibin yek û dengê xwe bidin xwe. Şadiye, got: “Em ê bi ser kevin û ji bin vê zilmê derkevin. Heke em bi ser kevin dê jiyana me jî aram bibe. Em êdî zilm û zordestiyê qebûl nakin. Bila kurd xwedî li dengê xwe û xwedî li sindoqan derkevin. Divê destûrê nedin ku di sindoqande hîle bên kirin.”
 
‘Ev hilbijartin bidwîanîna zilma Erdogan e’
 
Rahîme Atmiş, destnîşan kir ku ev hilbijartina bidawî anîna zilma Erdogan e û wiha pêde çû: “Ev hilbijartin hêviyê dide me. Divê piştî vê hilbijartinê girtiyên me ji zindanan derbikevin û ev şer bê bidawîkirin. Hêvî û daxwaza me ew e ku bila aştî û wekhêviyek were vî welatê. Ev hilbijartin bila bibe wesîleya aştîyek mayînde.”
 
‘Azadiya serokê xwe dixwazim’
 
Sarya Îdem jî diyar kir ku bila ev hilbijartin bibe wesîleya demokrasiyê û got: “Em bi aştî û sîyasetek demokratîk azadiya serokê xwe dixwazin. Bila hemû kurd bibin yek û tîfaqa xwe çêbikin. Xebatên Partiya Çep a Kesk baş diçin û em jê bawer in. Em ê bi ser kevin. “
 
‘Em azadiya xaka xwe dixwazin’
 
Herî dawî jî Emîne Tatar axivî û got: “Êdî bila ev şer bisekine. Bila xwîn neye rijandin û dilê tu dayikan neşewite. Hemû êşa dilê dayikan yek e. Bila xweşî û aramî were vî welatî.  Em naxwazin bindest bin, bila em neyên girtin, kuştin. Divê xweşî û edalet were. Em azadiya xaka xwe dixwazin. Bi salan e kurd li zindana ne û doza mafê xwe dikin.  Partiya me xebatên xwe baş dimeşîne û em jê bi hevî ne."