Jinên erdhejzede: Ji vir ji AKP’ê re deng tune ye

  • 09:02 13 Nîsan 2023
  • Rojane
Dilan Babat 
 
HATAY - Jinan diyar kirin ku bila ji desthilatdariyê tu kes ji bo dengan neyên ber deriyê wan û gotin: “Ji vir ji desthilatdariyê re deng dernakeve êdî. 5 sal bû min dengê xwe dida AKP’ê lê êdî nadim.”
 
Di ser erdhejên navenda wê Mereş bû de du meh derbas bû. Yek ji cihên ji erdhêjê pir bi bandor bû Hatay bû. Li Hatayê hîna pirsgirêkên kon, xurek û gelekên din nehatine çareserkirin. Her çiqas li herêmê pirsgirêkên erdhêjê hîna hebûna xwe biparêze jî niha hilbijartin jî di rojeva wan de ye. Jinên li navçeya  Defne ya Hatayê dijîn diyar kirin ku bila ji desthilatdariyê tu kes neyê ber deriyê wan.
 
‘Hîna kesên ku konê wan tune ne hene’
 
Tulîn Şahîn da zanîn ku di ser erdhêjê de du meh derbas bûye û gel hîna wek roja ewil e. Tulayê wiha dirêjî dayê: “Kavil hîna li erdê ne. Zarok naçin dibistanê. Perwerde tune ye. Ez nikarim serê zarokên xwe bişom. Bi dehan malbat tune bûn. Ev du meh in ne karek ne jî jî xwarinek heye. Heta niha ji bo em bên ser xwe tu tiştek nehatiye kirin. Gotin wê alîkariya pere bidin erdhejzedeyan. Lê nehat kirin. Ji gel alîkarî tê. Lê heta ku derê. Ev du meh in gel hîna li pey kon in. Her cara baran dibare kon difirin. Wêran dibin.”
 
‘Zarokan bi ava baranê dişom’
 
Tulînê di berdewamiyê de wiha vegot: “Di televîzyonan de wek her tişt normal e nîşan didin. Li Hatayê tu tiştek ne baş e ne jî sererast bûye. Mirov terkî mirinê hatin kirin. Zarokên min çend caran nexweş ketin. Ji ava qirêj bû. Ez bi ava baranê serê wan dişom. Cilên li ser me êdî riziyane.” 
 
‘Bila kes neyê ber deriyê me’
 
Tulînê bal kişand ser hilbijartinan û wiha dawî lê anî: “Bila kes neyê ber deriyê me. Dema hilbijartin tên her kes tê ber deriyê me. Em di roja baş de kesî naxwazin. Ya girîng rojên xerab de ligel me bin. Me kes nedît. Yek kesek nehat vir. Bila ji alî dewletê ve kes ji bo dengan neyê ber deriyê me. Bi salan bû min dengê xwe dida AKP’ê êdî nadim. Em ji desthilatdariya nû dixwazin ku xaniyên me bêyî ku em pere li wan vegerînin, bidin me.”
 
‘HDP tunebûna em birçî bûn’ 
 
Esra Aslan jî diyar kir ku ev du meh in bi hewldanên xwe jiyana xwe didomînin û ev tişt bi lêv kir: “Me tu alîkarî ji dewletê negirt. Hevalên me yên HDP’ê nebûna em ê ji birçîna bimirana. Em di rewşek zehmet de bûn. Li aliyekî birçîbûn û ji aliyê din jî nebûna perwerdeyê. Zarokên me ji perwerdeyê bêpar man. Rewşa jinan zehmet e. Em bi li zarokan dinêrin, kon paqij dikin. Em ê bi hevalên xwe yên HDP’ê van rojan derbas bikin. Ger bên ber deriyê min ez ê bêjim ku ji bilî HDP’ê tu kes nehatiye gel me.”