‘Em ê bi hêza jinan vê pergalê biguherin’

  • 09:07 12 Nîsan 2023
  • Ramyarî
Rojda Aydin
 
AMED - Hevseroka Partiya Çep a Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn, anî ziman ku kevneşopiyek wan a 32 salan a siyasî heye, li dijî pergala AKP’ê û MHP’ê ew ê tora xwe ya rêxistinbûne firehtir bikin û bi hêza jinan vê pergalê biguherînin.
 
Di 14'ê Gulanê de li Tirkiyeyê dê hilbijartinên serokomariyê û yên giştî bên kirin.  Divê dema ku ji hilbijartinan re demeke kurt maye partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê jî lez dan xebatên xwe. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî ji ber xeteriya girtinê bi Partiya Çep a Kesk tevli hilbijartinê dibe û bê navber xebatên xwe didomîne. 
 
Hevseroka Partiya Çep a Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn, têkildarî hilbijartinê ji ajansa me re nirxandin kir.         
 
‘Kevneşopiya me ya siyasî ya 32 salan heye’
 
Pinar, anî ziman ku li gel têkoşîna wan a demokratîk ku berdewam dike, kevneşopiyeke wan a siyasî ya 32 salan heye û wiha got: “Partiyên me di nav vê pêvajoyê de tim bi girtinê re rû bi rû man. Sedema girtina partiyên me jî ew bû ku tehemûla îktîdarê ji hebûna kurdan re tune ye. Her wiha gelê Kurd ji ber ku hem li Kurdistan û hem jî li Tirkiyeyê rolek diyarker dilêyze her tim bi bûyerên bi vê rengî re rûbirû ye û ev pêvajo tim xwe dubare dike. Ji ber vê yekê em wek Partiya Çep a Kesk dikevin pêvajoyeke hilbijartinê ku cewher, pîvan û prensîbên partiya me negûherîne, lê bi tenê navê wê hatiye guhertin. Ji ber ku Tirkiye bi sedan sal e ji aliyê pergala faşîst ve tê birêvebirin, ev 21 sal in jî ji aliyê desthilatdariya AKP’ê ve em bi pirsgirêkên weke şer, qeyrana aborî, tecrîd û tundiyê re rû bi rû ne. Ev pirsgirêk ji hev ne cuda ne. Ev pirsgirêk hemû bandorê li hev dikin.”
 
‘Tecrît pirsgirêka hemû gelên Tirkiyeyê ye’
 
Pinarê, bal kişand ser tecrîda girankirî ya 21 salan a li Girava Îmraliyê ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin û axaftina xwe wiha domand: “Ev tecrîd bandorê li hemû civakê dike. Bi taybet jî jin ji vê tecrîdê bi bandor dibin. Ev tecrît ne bi tenê pirsgirêka Gelê Kurd e, her wiha pirsgirêka hemû gelên Tirkiyeyê ye. Di rastiya xwe de tecrît tundî ye û sûcê mirovahiyê ye. Tundî her wiha bi xwe re şer jî tîne. Rastiya îktîdarê ew e ku ji bo rojevê bi gel bide jibîrkirin serî li polîtîqayên şer dide. Em bi rastiya ku aboriya welat ji bo şer tê bikar anîn re rûbirû ne. Ji ber vê yekê li welat her ku diçe xizanî zêde dibe û hin kes jî dewlemend dibin. Bi vê re qeyraneke kur a aborî derketiye pêşberî me.  Li Tirkiyeyê li her qada jiyanê tundî heye. Bi taybetî li dijî jinê tundî heye. Her wiha medyaya alîgir jî  ser vê digire û bûyerên diqewimin berevajî dike û dide. Medyaya alîgir kuştina jinê meşrû dike. Bi  polîtîqayên bê cezahiştinê li şûna ku kiryar bên darizandin, daraz kesên ku ji vê mexdûr bûne didarîzîne. Şûna daraza hiqûqî daraza siyasî heye. AKP darazê rêve dibe. Em li gel van hemû pirsgirêkan diçin hilbijartinê.”
 
‘Em ê bi diyalogan çareseriyê bigerin’
 
Pinarê, bi lêv kir ku polîtîqayên îktîdara AKP û MHP’ê ne dikare pirsgirêka gelê Kurd û ne jî ya civakî û siyasî çareser bike. Pinarê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî vê bê çareseriyê em li ser rêya sêyemîn bi Tiqada Ked û Azadiyê tevli hilbijartinê dibe. Partiya Çep a Kesk li dijî bêhiqûqî û neheqiyê û bi taybetî ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, li dijî zext û zordariyên li dijî jin, zarok û civakê siyaseta xwe dimeşîne û di meclîsê de cihê xwe dê bigire. Bi rêya diyalogê em ê li rêya çareseriyê bigerin.”
 
‘Armanc zindîkirina jiyana hevpar e’
 
Pinar, da zanîn ku pergala dewleta mêr a serdest bi mekanîzmayên xwe yên biryarê zextê li jinan dike û wan di malê de hepis dike. Pinarê, got ku jin ji ber nasnameya xwe bi kedxwariyê re rû bi rû dimînin û bi lêv kir ku ew ê bibin dengê jinan. Pinar, wiha pê de çû: “Tirkiye tevî dijminatiya li dijî kurdan 21 sal in dijminatiya jinê jî dike. Ji bo ku ev dijminatiya li dijî jinê bi dawî bibe û em civakê bi jinê re azad bikin em ê li meclîsê û li her qadê bin. Di hêla aborî, civakî û siyasî de pirsgirêkên ku jin dijîn em ê ji holê rabikin û bibin dengê wan. Bi piştgirî û têkoşîna jinê hêza ku me girtiye em ê vê pergalê bigûherîn û li ser demokrasiyek nû ava bikin. Çawa ku em bi hev re dikarin bijîn, em dikarin bi hev re jî rêve bibin. Di encama têkoşînek mezin de pergala hevserokatiyê ku me bi dest xist, bi tevlîbûna temsiliyeteke wekhev re di her qadên me yên rêvebiriyê de bi awayek wekhev em pêk bînin. Li vir armanca me ya sereke zindîkirina jiyana hevpar e.”
 
‘Em tora rêxistinbûyînê berfireh dikin’
 
Pinarê, da xuyakirin ku îro li welat ne bi tenê pirsgirêka kurd heye, her wiha pirsgirêkên aborî, civakî û baweriyan jî hene û ev tişt got: “Ev pirsgirêk di nava hilbijêrên AKP’ê de jî heye. Ji ber rewşa welêt hilbijêrên AKP’ê bê biryar mane ku wê dengê xwe bidin ku derê. Dema ku me encamnameya xwe aşkere kir me got em ê bi gelê xwe re li tax, kolan, kuçe, malan rêxistinbûna xwe mezin bikin. Ji ber vê yekê jî em wek partî  tora rêxistinbûyîna  xwe berfireh dikin û ber bi hilbijartinê ve diçin.”
 
‘Ji salên 90’î ve ev polîtîqa didomin’
 
Pinarê, bal kişand ser polîtîqayên şerê taybet ku bi taybetî li Kurdistanê tê meşandin û wiha axivî: “Bi taybetî ji salên 90’î vir ve polîtîqayên şerê taybet têmn meşandin. Polîtîqayên bişaftin û kedxwariyê û yên cuda dimeşînin. Pergal bi salan bi van polîtîqayan hewl dide encaman bigire. Pergala ku tim serî li rêbazên cuda dide li ser jinan, ciwan û civakê bi polîtîqayên taybet û sîxûriyê ku ferz dike vê yekê didomîne. . Lê em ê li dijî van polîtîqayên taybet têkoşîna xwe mezin bikin.”
 
‘Em ji bîr nakin û nedin ji bîr kirin’
 
Pinarê, di dawiya axaftina xwe de got ew di pêvajoyek dîrokî re derbas dibin û ev bang kir: “Em di demeke ku ev komar dikeve sedsaliya xwe ya duyemîn de  diçin hilbijartin.  Ji ber vê yekê  divê em tiştên ku  hatine sermê me ji bîr nekin û nedin jibî kirin. Lewra jî vê guhertinê dê jin bikin. Ji bo avakirina civakeke nû bi  têkoşînê divê em yek bi yek xwe bi rêxistin bikin. Ji bo em ji tarîtiya ku li me tê ferzkirin xilas bibin, divê em bi dirûşma ‘em ê bi hev re bi ser biser kevin’ ji bo siberojeke geş têbikoşin.”