Ji herêma erdhêjê peyam: Em dengên xwe nadin dijminên jinan

  • 09:04 12 Nîsan 2023
  • Ramyarî
Dîlan Babat
 
HATAY - Jinên Îskenderunê diyar kirin ku rizgariya jinan di Partiya Çep a Kesk de ye û gotin wê dengên xwe nedin partiya dijminê jinê.
 
Ji hilbijartinên serokomarî û parlamenteriyê yên dema 28’emîn re demek kurt ma. Li her derê Tirkiye û Kurdistanê xebatên hilbijartinê bi lez dildmin. Li Îskenderun a Hatayê jî jinan tevî hilweşîna ji ber erdhêjê ji bo Partiya Çep a Kesk qezenc bike mal bi mal digerin û xebatan dimeşînin.
 
Li Îskenderunê jinan ji ajansa me re nirxandin kirin û gotin rizgariya jinê û hatina edaletê bi Partiya Çep a Kesk pêkan e.
 
‘Tiştên me jiyaye li holê ye’
 
Jina bi navê Aysel Oral Partiya Çep a Kesk wek partiya demokrat da venasîn û got deshilatdarî neheqeiyê li Kurdan dike û divê li dijî vê neheqiyê bê sekinandin. Ayselê wiha dirêjî daye: “Bi salane tiştên bi me dan jiyîn li holê ne. Rewşa girtîgehan li holê ye. Destkeftiyên jinan ji dest digirin. Jin jiyan e. Ev hilbijartin wê bi jinan diyar bibe. Di vê erdhêjê de tevî hemû dijhiqûqiyan em ê biçin ser sindoqan. Em ê bersiva xwe bidin. Em ê destê hev bigirin. Partiya Çep a Kesk partiya heqîqê ye. Çi ji destê me bê em ê bikin. Divê em dengên xwe bidin Partiya Çep a Kesk.”
 
‘Min 100 malbat rêxistin kir’
 
Fatma şahîn jî da diyar kirku wê dengê xwe bide Partiya Çep a Kesk û ji bo newekheviya jin dijîn ji holê rabe divê partiya çep a Kesk bikeve meclîsê. Fatmayê wiha dirêjî daye: “100 malên me hene. Min hemû rêxistin kirine em ê dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk. Em ê jin biguherin. Çi bikeve ser milê me em ê ikin.”
 
‘Rizgariya jinê di Partiya Çep a Kesk de ye’
 
Jina bi navê Fîdan jî wiha vegot: “Em ê vê hilbijartinê dengan bidin xwe. Divê hinek tişt biguherin. Bi salan em vê eziyetê dikşînin. Erdhêj çêbû dewlet 4 rojan nehat vir. Em tenê hiştin. Em jin ji bo rizgariya xwe dengên xwe didin partiya Çep a Kesk û ev partî wê bibe partiya rizgarya jinan.”
 
‘Em ê bi awayekî xurt bikevin meclîsê'
 
Xûde Tan jî daxuyakirin ku wê bi  Partiya Çep a Kesk bi hejmarek baş biçin hilbijartinan û diyar kir ku ew di erdhêjê de tenê mane, cenazeyên wan di bin kavilan de mane û ji van wê dengên xwe bidin Partya Çep a Kesk.
 
‘Ez dengê xwe nadim dijminê jinê’
 
Şukran Tan destnîşan kir ku ew jî dengê xwe dide Partiya Çep a Kesk û got divê êdî ev desthilatdarî biçe. Şukranê her wiha anî ziman ku ew bang li hemû jinan dike ku zêdetir têbikoşin û dengên xwe nedin partiyên dijminên jin.