Partiya Çep a Kesk nasandina namzedên jin kir

  • 11:36 11 Nîsan 2023
  • Ramyarî
ENQERE - Partiya Çep a Kesk nasandina namzedên xwe yên parlamenteriyê yên jin kir. Partiya Çep a Kesk da zanîn wê li parlamentoyê temsîliyeta herî mezin a jinê bikin. 
 
Partiya Çep a Kesk, bi minasebeta hilbijartinên 14'ê Gulanê yên Serok Komarî û yên giştî ên serdema 28'emîn, salonêa konferansê ya Şaxa Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) ya Enqereyê, nasandina namzedên xwe yên parlamenteriyê kir.
 
Di merasîma nasandinê de Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, Hevberdevka Kongerya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, namzed û gelek kes amade bûn.
 
Di merasîmê de sînevizyon hat pêşandan û bi tilîlî, çepikan dirûşmên "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin. 
 
'Em bi nasnameya xwe ya jinê li gel hev in'
 
Di civîna danasînê de Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çigdem Kiliçgun Uçar,  da zanîn ew bi hemû cudahiyên xwe li gel hev in. Çigdemê got:"Hevalên me yên têkoşînê me bi tenê nahêlin. Ew ê tecrubeya wan ji bo serdema nû ji me re bibe fêdeyek. Wê rêhevaltiya me bi awayekî xurt dewam bike. Em bi nasnameya xwe ya jinê li gel hev in. Em kurd, elewî, tirk, çerkez, ereb, penaber, karker in. Bila rêya me hemûyan vekirîbe."
 
'Em ê rejîma yekzilamî û sîstemê bi hev re biguherin'
 
Çigdemê da zanîn wê jinên Partiya Çep a Kesk rejîmê biguherin û got:"Em ji bo erdhejzedeyan û ji bo jinên jiyaneke nû ava dikin li vir in û soza me ji bo wan heye. Em ji bo Pinar Gultekin, Şule Çet, Fatma Altinmakas, Îpek Er, Gulistan Doku, Yeldane Kahirman, Nadire Kadirova, Nagihan Akarsel û gelek jinên din ên hatine qetilkirin li vir in. Li dijî talana xwezayê em li vir in. Em ji bo hemû jinên tên mexdûrkirin li vir in."
 
Ji bo em dawî li tecrîd û polîtîkayên qeyûm bînin em li vir in
 
Çigdemê di dewamiyê de wiha got:"Ji bo em kesên keda jinê binpê dikin biguherin li vir in. Ji bo heqdestê wekhev em li vir in. Ji bo em dawî li tecrîd û polîtîkayên qeyûm bînin em li vir in. Ji bo em temsîliyeta wekhev mezin bikin em tên. Em ê destkeftiyên wekî hevserokatî, hevberdevkiyê mezin bikin em li vir in. Ji bo em Peymana Stenbolê têxin meriyetê û dawiyê li rejîma yekzilamiyê bînin em li vir in. Wê dirûşma 'Dîsa jin dîsa jiyan be'."
 
Silav ji bo girtiyên siyasî şandin
 
Piştre Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan axivî û got:"Em ji Filiz, Ayşe, Fatma, Huda, Dilan, Remziye, Oya, Şevin ên wê vê serdemê ne li gel me bin lê belê piştgiriyê bidin têkoşîna me spas dikin. Belkî yên min navê wan ji bîr kiribe hebe lê belê yên wê îsal nekevin parlamentoyê jî wê bi têkoşîna me re bin."
 
Pervînê axaftina xwe wiha dewam kir
 
"Hemû jinên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan em ji bo wan rehmetê dixwazin. Kesên di bin bandora erdhejê de man ji aliyê AKP'ê ve terkî qedera xwe hatin kirin.  Hukumeta AKP-MHP'ê dijminatiye jinê kir. Biryara xwe wekî jin em ê bi xwe bidin. Kesek nikare dest kinc, makyaja me bidin û em ê çend zarokan bînin, kes nikare biryara vê bidin. Em ê biryarê bidin."
 
Em partiyeke mezin a  jinê ne ku em ê îqtîdarê bişînin
 
Em jinên ku bi vîna xwe ya azad li ber xwe didin û biryarên xwe digirin, têkoşîneke bi rûmet dimeşînin. Di heman demê de em partiyeke mezin a jinan e ku ji bo 14’ê Gulanê bi coş û îradeyek mezin têdikoşîn û amadekariyên xwe kirin ku îqtîdarê bişînin. Her çendî hewl bidin HDP’ê bigirin jî, em ê heta 14’ê Gulanê bi şev û roj bixebitin û bi navnîşana xwe ya Partiya Çep a Kesk re nûnertiya herî xurt li meclîsê bikin. Her kes wê bibîne ku Partiya Çep a Kesk wê bi nûnertiya herî mezin a jinê cihê xwe di meclîsê de bigire. Em xwe amade dikin ku bi rêjeya ji sedî 45 bikevin parlamentoyê."
 
Em ê bi hev re li dijî doza girtinê gotina xwe bibêjin
 
Yên ku ji me dixwzin em îro ji bo doza girtina HDP'ê parastina devkî bikin bila bizanibin ku em bi hemû hevalên xwe yên jin re li vê salonê parastina devkî dikin. Em bi mîlyonan li qadan dest bi parastina xwe ya devkî dikin. Heger hîleyên AKP’ê hebin gavên me jî hene. Me tu carî kesên deng dane me bê çare nehiştin e. Li hemberî van hemûyan em careke din bi hêza jinê,  bi Tifaqa Ked û Azadiyê, bi tifaqa Kurdistanî re dibêjin em li vir in. Em ê careke din li vir bin. Careke din we hemûyan bi rêz û hezkirin silav dikim. Em ji we hemûyan re serkeftinê dixwazin.”
 
Piştî axaftinan navên namzetên parlementeriyê yek bi yek hatin xwendin û vexwandin ser dikê.
 
Bername bi govenda jinan û lîlandinê bi dawî bû.