Di nav kavilan de şitil şîn dibin: Du mehe di serayê de dimîne

  • 09:04 10 Nîsan 2023
  • Jiyan
Dîlan Babat
 
HATAY - Gulhanim Yilmaz ya li Samandagê 35 sal e li serayê sebze diçîne niha di nav avahiyên xesarek mezin dîtiye de kare xwe didomîne. Gulhanim ku keça wê û neviyên wê di erdhêjê de jiyana xwe ji dest dan, yakem tişta wê kêfxweş dike seraya wê ye.
 
Di ser erdhêjên navenda wan Mereş bû re du meh derbas bûn û hîna welatî bi piştevaniya gel li ser piyane. Reyedar bi xebatên sembolik îdia dikin ku mexduriyeta welatiyan ji holê radikin. Li bajarên ku  ji erdhêjê bi bandor bûn tevî hemû zehmetiyan jiyan didome. Li navçeya Samandag a Hatayê jina bi navê Gulhanim Yilmaz 35 sal e di serayê de sebze diçîne. Gulhanim êşa ku jiyaye bi seraya xwe hewl dide ji bîr bike.
‘Qezenca me tune’
 
Gulhanimê got tovên sebze ew bixwe diçîne û hemû şitlên sebzeyan aydê wê ne. Gulahimê wiha dirêjî daye: “Me tovên îsal ji 15’ê Mijdara 2015’an şûnde avêtibûn axê. Em debara xwe ji vir dikin. Ji ber krîza aborî û erdhêjê qezenca me tune ye. ji ber erdhêjê me di bihayan de sererastkirnek nekir. Lê her tişt biha ye. Zibil biha ye.  Zibil sala borî  3 hezar bû îsal 7 hezar e. Koya naylon 6 TL bû îsal 7 Tl ye. em derman bi 500 TL digirin. Her tişt biha ye.”
 
'Hewl didim sebzeyê bigihînim'
 
Gulhanimê destnîşan kir ku mirovan ji ber erdhêjê karê xwe winda kirine û koçî bajarên din kirine û wiha domand: “Ji bo em koç nekin, bi zor û zehmetiyan hewl didim sebzeyên xwe bigihînim. Em biçin ku derê, ev karê me ye. Ger bibe wê bibe nebe jî tiştekî bê kirin tune ye. Ji me balcan, firingî, xiyar dihat xwestin. Lê pişî  erdhêjê baxçe neman. Piştî erdhêjê min got ez karê xwe bikim. Ev kar min li ser piyan digire. Kurekî min li Stenbolê dixwîne. Xaniyê sê keçên min hilweşiyan. Em niha hemû bi hev re li serayê dimînin."
 
Du meh e di serayê de dimînin
 
Gulhanimê ku keça xwe û du neviyên wê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane wiha anî ziman: “Hîna tu alîkarî ji bo me nehatiye kirin. Xaniyên me yên xesara giran dîtin wek ‘bê xesar’ derbasî qeydan kirine. Di qeydan de ji ber wesayîta me heye alîkarî nadin me. Sidika, Zehra û Nîsa jiyana xwe ji dest dan. Heta niha me ji tu alîkariyekê fêde negirt. Birinc, run tînin. Pêwistiya me bi vê tune ye. Em bi şev ranazin heta sibehê.  Kesî sersaxî ji me re nexwest. Bi mehan e av tune YE. Em serlêdanê dikin dibêjin tune ye. Ez meqerna naxwazim. Ev du mehe ez di serayê de dimînim.”