Meral Daniş Beştaş: Em ê hikûmetê bi dengên xwe bişînin

  • 23:26 9 Nîsan 2023
  • Rojane
SÊRT - Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di vekirina buroya Partiya Çep a Kesk ya li Sêrtê hat vekirin de axivî û destnîşan kir ku ew ê hikûmeta AKP’ê û MHP’ê rêkin.
 
Partiya Çep a Kesk, li taxa Yenîmahalle ya Sêrtê buroya hilbijartinê vekir. Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Meral Daniş Beştaş, Parlementera HDP’ê yê Amedê Remziye Tosun, Partiya Sosyalîstan a Kurdîstan(PSK), Hevserokên Partiya Çep a Kesk yê bajêr û navçeyên Sêrtê û gelek kes beşdarî bûn. 
 
Bername bi govendê destpê kir. Her wiha qad bi filamayên Partiya Çep a Kesk hate xemilandin. 
 
‘Em ê 3 wekîlan ji Sêrtê bişînin Enqereyê’
 
Serokwekîla HDP'ê Meral Daniş Beştaş di bernameyê de axivî û diyar kir ku ew dest ji daxwazên xwe bernadin û wiha vegot: “Ev gel berdêlên herî giran dan, lê dest ji daxwazên xwe bernedan. Ew rihê Sêrt Botan û Xerzan in. Îro em buroya xwe ya duyemîn vedikin. Em ê 3 wekîlan ji Sêrtê bişînin Enqereyê. Em ê vê hikûmetê bi dengên xwe, li ser sindoqan, bi hewldanên xwe bişînin, îro we biryara xwe daye, em hikûmeta AKP’ê MHP’ê bi rêkin.” 
 
Piştî vekirina buroyê bername bi govend gerandinê bi dawî bû.