Jinan banga azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin

  • 09:03 8 Nîsan 2023
  • Rojane
 
Rojda Aydin - Rabîa Onver 
 
AMED - Jinên ku ji bajarên cuda bi minasebeta 4’ê Nîsanê berê xwe dan Amarayê, banga şikandina tecrîdê kirin. Jinan, anîn ziman ku 24 sal in tecrîdek giran tê meşandin û gotin bi vê tecrîdê dixwazin dengê Abdullah Ocalan qût bikin, zext û zilmê li ser Gelê Kurd bikin e.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal in di bin tecrîdek giran de tê girtin û du sal in jî bi tu awayî ne parêzer û ne jî malbata wî dikarin agahiyê bigirin. Parêzer û malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê her hefteyê serlêdanê li Serdozgeriya Komara Bûrsayê didin, lê hemû serlêdanên wan bê bersiv dimînin.  Jinên ku bi minasebeta 4’ê Nîsanê ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê berê xwe dan gundê Amarayê ya Xelfetiya Rihayê, ji bo şikandina tecrîdê dengê xwe bilind kirin. Jinan, bi lêv kirin ku ew ji bo tecrîdê bişkînin û Abdullah Ocalan bigihîje azadiya xwe ya fîzîkî hatine Amarayê.   
 
‘Ji bo tecrît bişkê em hatin Amarayê’
 
Mulkiye Demîr, tecrîda ku 24 sal in li Girava Îmraliyê tê meşandin şermezar kir û got ev du salên dawiyê ne tu agahî ji Abdullah Ocalan nikarin bigirin û wiha got: “Em dixwazin tecrîd bê şikandin û serok bighije azadiya xwe. Ji bo tecrîd bê şikandin û azadiya fîzîkî pêk were em hatin Amarayê. Em ji bo Serok li Amarayê ne. Ji ber ku Serok tunebe em jî tunene. Em azadiya Birêz Ocalan dixwazin. Bila Serok jî bigihîje azadiya xwe û em wî di nav xwe de bibînin. Li dijî vê tecrîdê divê Gelê Kurd rabin li ser piyan. Li dijî vê tecrîdê bila hemû bibin yek û doza mafê xwe bikin. Em xwedî li Serok û xwedî li welatê xwe derbikevin. Em ji bajarek din hatine Amarayê ji bo tecrîda Îmraliyê bişikê. Bila tecrîda li ser Serok bişikê. Em ji vir heta Îmraliyê slavên xwe dişînin.”
 
‘Em azadiya fîzîkî ya Serok Apo dixwazin’
 
Taybet Kalkan jî tecrîda li ser Abdullah Ocalan nelet kir û wiha axivî: “Em bi saya Apo, hebûna xwe agahdar bûn. Ji ber ku em jin berê bindest bûn. Her tim zilm û zordarî li ser me jinan hebû. Ji ber ku dewleta Tirkiyeyê ji jinan ditirsiya. Ji bo ku tecrîda li ser Serokatî bê şikandin em jin Mersînê hatin ber bi Amarayê ve. Em jin bi saya Serok Apo rabûn li ser piyan û rastiya xwe agahdar bûn. Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Apo dikin. Heta ku Serok Apo azad nebe Gelê Kurd, gelê Tirkiyeyê jî azad nabe. Pêwîste demildest Apo bigihîje azadiya xwe. Êdî bes e ji vê tecrîdê re. Em vê tecrîdê qebûl nakin û divê ev tecrîd bişikê. Em êdî zilm û zorê qebûl nakin. Em şer naxwazin. Armanca dewleta tirk ew e ku zilm û zordariyê li ser Gelê Kurd bimeşînin û tune bikin. Bi girankirina vê tecrîdê ve naxwazin dengê Serok bigihîje civakê. Bi girankirina tecrîdê şer zêdetir bû. Ev tecrît taybetî bandorê li ser jinan dike.  Em weke jin vê tecrîdê qebûl nakin. Em aştî, azadî û wekheviyê dixwazin. Bijî Serok Apo.”
‘Em bi milyonan kurd li ser şopa wî ne' 
 
Tenzîle Agatay jî daxuyand ku Abdullah Ocalan 24 sal in di girtîgehê de dîl tê girtin û ev tecrît her ku diçe giran dibe. Tenzîle, destnîşan kir ku ew azadiya Abdullah Ocalan dixwazin û wiha pê de çû: “Divê Gelê Kurd rabe û vê tecrîdê bişkîne. Em dixwazin ku deriyê girtîgehan vebibe Serok Apo û hemû girtiyên din bên berdan. Daxwaziya me wekhevî û serkeftin e. Em li dijî tecrîda ser Serok hatine Amarayê. Dewleta tirk dixwaze Gelê Kurd tune bike. Kurd her tim û her gavê hene. Em bi mîlyonan kurd hene û li ser şopa wî ne. Em dixwazin ev tecrît bişkê. Em vê zilmê tu carî qebûl nakin û ji ber vê yekê em li Amarayê ne. Divê Gelê Kurd li dijî tecrîdê bêdeng nebîne û rabe li ser piyan. Em tu carî xiyanetê li hevdû nekin.”