Bêrîvan Aslan: Bi dîrokê re neyên rû hev, wê aştî jî pêk neyê

  • 09:02 8 Nîsan 2023
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Parlamentoya Ewropayê Komkujiya Halepçeyê wek ‘qirkirin’ nas kir.  Parlametnera Partiya Kesk Berîvan Aslan  diyar kir ku li Tirkiyeyê rûhevhatina bi qirkirinên siyasî re tune ye û got: “Welatê qirkirinê nas nakin, fikara wan a ku ligel aştî û aramiyê bin jî tune ye.”
 
Parlamentoya Eyaleta Viyana ya Avusturyayê di 23’yê Adarê de Komkujiya Halepçeyê ya di 1988’an de Saddam Huseyîn li Halepçeyê li hember Kurdan pek anî, wek ‘qirkirin’ nas kir. Parlamentera Kurd a Partiya Kesk Bêrîvan Aslan ji bo girtina biryarê pêşengî kiribû. Bi pêşnûmeya hevpar a Kesk, Partiya Demokrat Sosyal a Avusturyayê (SPO), Foruma Lîberal û Avusturya ya Nû (NEOS) li parlamentoyê Komkujiya Halepçeyê bi yek dengî hat qebûlkirin. Bêrîvanê der barê qirkirina Êzidiyan a Şengalê de jî di 2017’an de pêşnûme da û Parlamentoya Eyaleta Viyanayê qebûl kir lê li ser daxwaza Êzidiyan ne wek ‘qirkirina Kurd’ wek ‘Qirkirina Êzidiyan’ hatibû pêşkêşkirin.
Parlamenter Bêrîvan Aslan der barê mijarê de ji JINNEWS’ê re axivî.
 
Bêrîvanê da zanîn ku li hember Kurdan gelek qirkirin pêk hatine û wiha got: “Ez ketim zehmetiyê ku ji kîjanê dest pê bikim ku pêşkêşî parlamentoyê bikim. Rojbûna min 16’ê Adarê ye. Lê her tim dilê min şikestibû. Ez Kurd im û rojbûna min jî di roja komkujiyê de ye. Ji ber vê ez ketim hewldanê ku ev komkujî wek qirkirin bê nasîn. Hevdîtin wisa ne hêsan bûn. Welatên rojava di mijara qirkirinê de hinek xwe didin alî. Ji ber naskirina komkujiyê di heman demê de dihat wateya berpirsyariya siyasî. Ji ber vê welat pir naxwazin qirkirinan nas bikin.”
 
Di dîroka siyasî ya Avustuyayê de yekemîn bû
 
Bêrîvanê destnîşan kir ku serlêdana hatiye kirin bi yek dengî hatiye qebûlkirin û bi vî awayî yekemîn qirkirina Kurd a li Avustuyayê hatiye nasîne. Bêrîvanê wiha domand: “Di pêvajoya muzakereyê de min tenê xebat meşand. Xwezî tevgerên Kurd jî tevli bibûna lê rojeva wan cuda û tije bû. Nikaribû tevli bibin. Min pêşnûme pêşkêş kir. Di alî dîroka siyasî ya Avusturyayê de ev yekem bû. Bi însiyatîfa min Qirkirina Êzidiyan jî hat nasîn. Di 2017’an de min pêşkêşî meclîsa Avusturyayê kir. Ew jî bi yek dengî hatibû qebûlkirin.”
 
‘Tirkiye bi dîroka xwe ya siyasî re nayê rû hev’
 
Bêrîvanê da zanîn Tirkiye bi dîroka xwe ya siyasî re nayê rû hev û ev tişt anî ziman: “Tirkiye vê qirkirin û qirkirinên din nas nake. Tirkiyeyê ev nas bikira ji xwe absurt bû. Ev nas bikira wê neçar bima yên din jî nas bikira. Mixabin Tirkiye bi dîroka xwe ya siyasî re nayê rû hev. Ji ber polîtîkaya wan a rûhevhatinê tune ye tu komkujiyê jî nas nake. Ger bi dîroka siyasî re bên rû hev wê aştî jî pêk bê. Rêya aştiyê di vir de derbas dibe. Lê mixabin fikarek wisa ya Tirkiyeyê tune ye.  Welatekî ku komkujiyê nas nake fikareke wan a der barê aştî û aramiyê de jî tune ye.”
 
‘Tevî 30 sal derbas bûye tiştek neguheriye’
 
Bêrîvanê da zanîn tevî 30 sal derbas bûye tiştek neguheriye û ev tişt anî ziman: “30 sal berê sektora çekan sektora şer, sektoreke ku ji cînayetan û komkujiyan xwedî dibû. 30 sal derbas bû heman tişt didome. Tu cudahî tune ye. Ji ber vê divê hatina rû hev, pêk bê. Divê em berpirsyariyê bigirin ser xwe û rexne bikin. Welatên çekan difiroşin di qirkirinan de rolê dilîzin. Ne hewce ye em biçin 30 sal berê.  Gelek komkujî hatin jiyîn.  Heta ku cezakirineke rast pêk neyê wê Tirkiye û welatên din her tiştî bikin li gorî xwe tev bigerin. Ez OPCW û saziyên din ên navneteweyî jî rexne dikim. Di pergala siyasî de valahî û qelsiyeke heye.”
 
‘Li Tirkiyeyê tu car demokrasî tunebû’
 
Bêrîvanê bal kişand ser hilbjartinên wê di 14’ê Gulanê de li Tirkiyeyê pêk bên û wiha daxuyand: “Bila Kurd nekevin rehetiya ‘Erdogan çû wê Kurd azad bibin’. Rewşa Kurdan beriya AKP’ê jî ne baş bû. Mixabin li Tirkiyeyê tu carî demorkasî tunebû. Kurd tu car bi awayekî fermî di wê destûra bingehîn de derbas nebûn, nehatin nasîn. Ji ber vê jî divê kes nekeve wê atmosfera Erdogan biçe wê her tişt baş be. Belkî Kurd hinekî rehet bin lê divê zêde bi hêvî nebin. Ji bo guherînê di serî de destûra bingehîn biguhere. Divê zîhniyeta civakê biguhere. Divê di qada siyasî de xweşbinî hebe. Em li hibijêrên Tirkiyeyê binêrin ji sedî 75 nîjadperestên rastgir in. Ji kesên ku dibêjin ‘ez Kurd im’ dibêjin ‘Kurdperestî’. Civakek ku Kurda tehemul nake, heye. Di pêvajoya pêş de em ê demokrasî û reformasyonê ku çawa pêş bikeve bibînin.”