Li Cizîrê buroya jinê bi coşek mezin hat vekirin

  • 20:30 7 Nîsan 2023
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Cizîrê ya Şirnexê buroya jinê ya Partiya Çep a Kesk bi coşek mezin hat vekirin. Girseyê bi yek dengî peyama tifaqê dan.
 
Li taxa Cûdî ya Cizîra Şirnexê buroya jinê ya Partiya Çep a Kesk hate vekirin. Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun, Parlementera HDP’ê Şirnexê Nuran Îmîr, Tevgera Jinên Azad(TJA), Partiya Heremên Demokratîk(DBP), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Endam û rêveberên navend û navçeyên HDP û DBP’ê, Komeleya Çand û Zimanê ya Bircabelek, MEBYADER, TUAY-DER û gelek kes beşdarî bernameyê bûn.
 
Qad bi al û flamayên Partiya Çep a Keskan ve hate xemilandin. Bername bi stran û govendan destpê kir. Li qadê zêdebûna ciwanan bal kişand. Bername bi gerandina govendê destpê kir. Girseyî bê navber dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Em ê bi serbikevin”, “Îtîfaq” û “Tayyîp îstîfa” berz kirin.
 
Ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Piştre Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun axivî. Çîgdemê, diyar kir ku gelê Cizîrê ji niha ve encama hilbijartinê diyar kiriye û got: “Gelê Cizîrê duh destûr neda polîtîkayên înkar, asîmîlasyonî, talankerî û mêtingerî yên vê desthilatdariyê, îro jî destûrê nadin. Polîtîkayên mêtingerî û dij-kurd ên vê hikûmetê ji zû ve hatiye tunekirin. Têkoşîna gelê Cizîrê û hezkirina wan a azadiyê ne tenê li vir di heman demê de hemû cîhanê rê dide. Di 8’ê Adarê de em li qadan bûn dema “Jin Jiyan Azadî” digotin. Em di Newrozê de li her derê li kolanan bûn. Me dengê xwe, gotina xwe, daxwaza xwe ya guhertinê, israra xwe ya di Tirkiyeya demokratîk de anî ziman. Îro her kes dikare berdewamî û piştrastkirina vê israrê bibîne.”
 
Parlementera Şirnexê Nuran Îmîr jî axivî û destnîşan kir ku jin di hilbijartinê de dê hesab bipirsin û got hemû gelê Kurd û jinên Kurd bi yek dengî dawî li vê rejîmê bînin.
 
Piştî axaftinan bûroya jinê ya hilbijartinê bi coşekê mezin hat vekirin. Bername bi gerandina govend û dirûşmeyan bidawî bû.