Ji jinan peyama hilbijartinê: Partiya alternatîf Partiya Çep a Kesk e

  • 12:03 7 Nîsan 2023
  • Ramyarî
 
Zelal Tunç - Rahime Tekin
 
WAN - Jinên li Wanê yên tevlî vekirina buroya Partiya Çep a Kesk bûn diyar kirin ku 14'ê Gulanê ji bo kurdan û jinên kurd xwediyê girîngiyeke dîrokî ye û gotin:"14'ê Gulanê ya me ye, Partiya alternatîf Partiya Çep a Kesk e."
 
Partiya Çep a Kesk ji bo 14'ê Gulanê xebatên xwe yên hilbijartinê dewam dike. Gelek kes tevlî vekirina buroyên li Kurdistan û Tirkiyeyê dibin. Jin bi tilîlî, govend, çepik û dirûşmên xwe tevlî vekirina buroyan dibin. 
 
Li Taxa Bahçivan a Rêya Armûşê ya Wanê buroya Partiya Çep a Kesk hat vekirin. Me li vir mîkrofona xwe dirêjî jinên ku tevlî vekirinê bûn, kir. 
 
'Ev hilbijartin ji bo jinên kurd xwediyê girîngiyeke dîrokî ye'
 
Mehtap Dinçer, bi lêv kir ku ew di nava pêvajoyeke girîng a hilbijartinê de ne û wiha got:"Kotaya Partiya Çep a Kesk ji jinê re veqetandiye girîng e. Jin perçeyekî girîng ên vê têkoşînê ne. Di beyanameya hilbijartinê ya jinê de hatiye gotin wê Peymana Stenbolê dîsa bê sepandin. Ev gelekî baş e. Partiya Çep a Kesk gotiye wê meaş bidin jinan. Bi taybet jinên li Kurdistanê di warê aboriyê de zehmetiyan dibînin. Loma jî ev mijara anîna rojevê ya aboriyê girîng e. "
 
'Wê jin vê sîstema faşîst têk bibin'
 
Mehtapê bang kir ku hemû jin li dora Partiya Çep a Kesk bên gel hevdu û wiha got:"Wê jin li dora Partiya Çep a Kesk bên gel hevdu û bi ser bikevin. Wê jin vê sîstema faşîst a AKP-MHP'ê têk bibin."
 
'Her tim alternatîfa me ya duyem heye'
 
Emine Umar da zanîn ku ew wekî welatiyên Kurdistanê piştgiriyê didin Partiya Çep a Kesk û got partiya me ya berê HDP bû lê belê ji ber zextên îktidarê mecbûr hat hiştin ku partî bê guhertin, her tim alternatîfa me ya duyem heye. Emine got:"Em ê wekî welatiyên Kurdistanê piştigiriyê bidin partiya ku nûnertiya nirxên me dike."
 
Hamide Orenci da zanîn pêşî li kuştina jinan nayê girtin loma jî ew ê hebûna xwe li her derê derxin pêş. Hamide got divê hemû jin tevlî Partiya Çep a Kesk bibin. 
 
Aycan Altin, diyar kir ku ji ber partiya jinê ye divê Partiya Çep a Kesk bê hilbijartin û got:"14'ê Gulanê ya me ye, Partiya alternatîf Partiya Çep a Kesk e."
 
Em kurd in em koka darê ne
 
Feyza Kiliç da zanîn dengê wan ê wan e û got:"Dengê ji Partiya Çep a Kesk re ye. Çavên me wekî din kesekî nabîne. Daxwaza me ew e ku Partiya Çep a Kesk bi ser bikeve. Em kurd in em koka darê ne."