Ji ber edliyê bang kirin: Em ê îqtîdara dijmina jinê bişînin

  • 13:12 5 Nîsan 2023
  • Hiqûq
 
STENBOL - Beriya 3'emîn daneşîna doza li KCDP'ê hat vekirin di daxuyaniya ku li ber edliyê hat dayîn de wiha hat gotin, "Em bi biryar in û em ê dawî li kuştina jinan bînin. Em ê li dijî vê siyaseta mirinê li jinan fer dike bibêjin hilbijartina jinan qanûna hejmar 6284'an e û dengê xwe bi kar bînin."
 
3'yemîn danişîna doza girtinê ya Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) ku bi îdiaya "Dijhiqûqî û bêexlaqî hatiye kirin" hatibû vekirin li Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê tê dîtin. EMEP, Meclisa Jinan a KESK, EŞÎK, Hevseroka Komeleya Hiqûqnasan ji bo Azadiyê (OHD) û parêzer Îlknur Alcan, nûnerên Konsolosxaneya Swêd û Hollandayê, Nûnera PEN'ê, Nûnera Komîsyona Wekheviya Jin û Mêr a Meclîsê, Cîgira Serokê Baroya Stenbolê parêzer Nazan Moroglû û gelek parêzerên jin weke çavdêr beşdarî danişînê bûn.
 
Beriya daneşînê daxuyanî
 
Beriya daneşînê jinan li ber edliyeyê daxuyaniyeke girseyî dan. Gelek rêxistinên jinan, parêzer, saziyên sivîl, parêzvanên mafên mirovan, siyasetmedar û bi sedan jin tevli daxuyaniyê bûn. Polîsan hewl dan pêşiya edliyeyê bi barîkatan bigirin. Di daxuyaniya li gel  dirûşmeyan ku tevî astengiya polîsan hat dayîn de  pankarta "Platform wê Kuştina Jinan Rawestîne" hat vekirin. Jinan dowîzên "Hûn ê tu carî bi tena serê xwe nemeşin" hilgirtin.
 
Meclîsên Jinan ên Zanîngehê jî bi pankartên "Hûn nikarin platformê bigrin, hûn nikarin jinên ciwan asteng bikin" û dirûşmên "Em ê dijminên jinan bişînin" û "Em ê dawî li kuştina jinan bînin" beşdarî daxuyaniyê bûn.
 
'Em bi biryar in em ê kutşina jinan rawestînin'
 
Parêzera platformê Leyla Suren di daxuyaniyê de axivî û got, “Em bi biryar in ku li gel hemû zehmetiyan dawî li kuştina jinan bînin û ji bovê têbikoşin. Di sala dawî de doza girtinê li me vekirin, gelo di salekê de li vî welatî tişta bihata kirin ev bû? Diê tişta bihata kirin jinên ku dibêjin bila jin êdî neyên kuştin rawestandin e?  Dibêjin ku  hûn zirarê didin malbatan û hewl didin me bigrin, ew malbat li ser sînorê birçîbûnê dijîn. Em bi biryar in ku dawî li kuştina jinan bînin. Divê hûn vê bizanibin." 
 
Platformê em tenê nehiştin
 
Dayîka Ceyda Yuksel a li Îzmîrê hat qetilkirin Fîlîz Demîral jî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku KCDP di 11 danişînên doza keça wê de her tim di têkoşîna wan de cih girtiye û got, “Ji roja ewil û vir ve Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin tu carî em tenê nehiştin. Hêrsa min pir mezin e. Peymana Stenbolê betal kirin, dixwazin platformê bigirin, ji bo dengên mezheban winda nekin li ser jinan siyasetê dikin. Em tu carî bi tena serê xwe nemeşiyane û wê ew jî nemeşin.  . Platform girtî be yan nebe em her tim bi wan re ne. Ez heqê xwe helal nakim li Serok Komar. Mirî nikarin heqê xwe helal bikin. Bila ji keça min a hat qetilkirin û ji malbatên jinên hatine qetilkirin Tayyîp helaliyê bixwaze. Ez heqê xwe helal nakim û dengê xwe jî nadimê. Dixwazim hikûmet Îstifa bike."
 
Jin piştî daxuyaniyê ji bo daneşînê bişopînin ketin avahiya edliyê.