‘Polîtîkayên dijminatiya zarokan didome'

  • 09:03 5 Nîsan 2023
  • Rojane
 
Şehrîban Aslan
 
ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Zarokan a HDP’ê Nuray Turkmen der barê tundiya li hember zarokan axivî û wiha got: “Kevneşopiya sedsalî di heman demê de bi polîtîkayên dijminahiya zarokan hebûna xwe jiyana civakî de didomîne.”
 
Li Tirkiyeyê bi taybet jî Kurdistanê li hember zarokan tundiya sistematîk a pir alî tê meşandin. Li herêmê Ceylan Onkol, Enes Ata, Mahsum Mizrak, Ugur Kaymaz, Efe Tektekîn, Helîn Şen, Cîhat Morgul, Nîhat Kazan û gelek zarokên din ji aliyê dewletê ve hatin qetiklirin.  Herî dawî roja Newrozê li Licê 5 polîsan îşkence li zarokê 14 salî kirin.
 
Hevberdevka Komîsyona Zarokan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nuray Turkmen tundiya dewletê ya li ser zarokan nirxand.
 
‘Tundiya dewletê ne nû ye’
 
Nurayê diyar kir ku tundiya li hember zarokan ne nû ye û amara can ev e ku zarokan bigirin bi kontrolê û wiha daxuyand: “Paşeroja tundiyê heye. Zîhniyeta serdest ya mêr dijminahiya li hember zarokan jî dihewîne. Kevneşopiya tundiya sedsalî hebûna xwe diparêze. Li Licê ya Amedê polîsan îşkence li zarokekî 14 salî kirin. Îşkence roja Newrozê hat kirin. Em li îfada 5 polîsan dinêrin, roja Newrozê dijrewa tê îfadekirin. Zarok Cejna Newrozê pîroz dikin. Lê dijrewa tê îfadekirin. Yanî pîrozkirina Newrozê sûc îlankirin. Bi vê dixwazin pêşî li pîrozbahiyên Newrozê bigire. Ez arok jî îtîraz dike. Ji zarok re dibêjin bêje ‘ez Tirk im.’ Lê zarok îtîraz dike.”
 
‘Kuştinên zarokan bi salan e heye’
 
Nurayê her wiha balkişand ser tundiya dewletê, binpêkirina mafan û qetilkirina zarokan û wiha dirêjî daye: “Ev ne munferîte. Ev wek polîtîkayek dewletê didome. Kuştinên zarokan bi salane didomin. Bi destê leşker û polîsan zarok tên qetilkirin, tundî lê tên kirin. Polîs û leşker mîlîtarîzm û dewletê bi awayekî xurt sembolize dikin.”
 
‘Em ê şopdarê bûyerê bin’
 
Nurayê, daxuyand ku li dijî tundiya li hember zarokan bi taybet bang li STK’yên di vê qadê de xebatan dimeşînin dikin û wiha dawî lê anî: “Divê ev rewş bê dîtin. Em wek komisyona Zarokan HDP’ê wê şopdarê bûyerên tundî û îşkencê bin. Banga me ji bo navendên mafê zarokan jî heye. Divê ew jî şopdarê bûyerên îşkence û tundiyê bin.