4’ê Nîsanê li Helebê hat pîrozkirin

  • 16:44 4 Nîsan 2023
  • Rojane
 
HELEB - Bi munasebeta 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK' ê Abdullah Ocalan şahiyek ji bo pîrozkirina vê rojê li taxa Şêxmeqsûdê hat lidarxistin.
 
4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK' ê Abdullah Ocalan bi şahiyekê li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê  li qada Pekrewanan a ku li milê xerbî ya Taxê dikeve bi dirûşma “Rojbûna Rêber Apo vejandina jiyana azad e” hat lidarxistin. Bi amedebûna hemû endamên sazî û partiyan şahî bi coşeke mezin hat lidarxistin.
 
Li ser navê Fermendara Yekîniya Parastina Jin (YPJ) Mehabad Heleb axaftina xwe kir û wiha anî ziman: “Vejîna Rêberê PKK' ê  Abdullah Ocalan vejîna rastiyê, azadî û hebûnê bû, ji ber gelek bi xwe re şiyar kir û rakir ser piyan ku çawa banga maf û azadiya xwe bikin. Her wiha têkoşîna Rêbertî ya 24 salan di  zindanê de ji bo demokrasiya cîhanê tevahî ye.”
 
'Bi saya ramanên Rêbertî îro tevahî cîhan li ser piyan e'
 
Mehabadê wiha axaftina xwe da berdewamkirin û got: “Eger îro tevahî cîhan li ser piyan e û şerê bidestxistina azadiyê dikin û destpêkirina şoreşa Rojava û damezrandina YPJ'ê yên xwe li dinyayê tevda ragihandin û bûn mînak ji tavahî jinên cîhanê re, ev hemû ked jî bi saya fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan e.”
 
Li dawiya axaftina xwe Mehabad ragihand û got: “Em deyndarê ramanên Rêber Abdullah Ocalan in û ger em xwe û têkoşîna xwe xurt nekin em nikarin azadiyê mîsoger bikin.”
 
Her wiha Endama Yekîtiya Jinên Ciwan a taxa Şêxmeqsûd Nadiya Yosêf axaftina xwe kir û got: “Em 4’ê Nîsanê li Rêber Abdullah Ocalan û li hemû gelê Kurd pîroz dikin ku bi hezaran salan ewrên tarî xwe li ser ezmanê Kurdistanê bi cih kiribû îro bi rojbûna Rêbertî re êdî tava şewqê xwe da Kurdistanê ji ber Rêber hîna ji zarokatiya xwe de lêgerê azadiyê bû piştre di temenekî ciwan de dest bi doza azadiya Kurdistanê kir.”
 
Nadiya axaftina xwe wiha berdewam kir û got: “Rêber Abdullah Ocalan bi fikir û ramanê xwe zêdetir daxwaza azadiya jinên kurd kiribû, ev yek jî bûbû sedema ku ev 24 sal in ji aliya faşîstên dewleta tirk Rêbertî di nava çar dîwaran de û ev nêzî du salan tu agahî jê nayê girtin dijî. Ev yek jî ji bo me cihê êşê ye ku em rojbûna Rêberê xwe bê Rêber pîroz dikin. "