Ber bi Amarayê ve dimeşin: 4’ê Nîsanê vejîna Gelê Kurd e

  • 13:37 4 Nîsan 2023
  • Rojane
RIHA - Bi minasebeta rojbûna 74’emîn a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li gundê Amarayê yê Xelfetiyê dê pîrozbahî bê lidarxistin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz di meşa ku ber bi Amarayê ve tê lidarxistin de axivî û got: “4’ê Nîsanê ne tenê rojbûna Birêz Ocalan e, vejîna Gelê Kurd e.”
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û MED TUHAD-FED'ê ji bo rojbûna 74'emîn a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li gundê Amarayê yê Xelfetiyê bi dirûşmeya “Ji bo aştiyê ber bi Amarayê ve” meş destpê kir. Bêriya 4’ê Nîsanê wekî her sal gundê Amarayê hate dorpêçkirin. Girse ku ber bi Amarayê ve ket rê tim dirûşmeyên “Ciwan fedaiyên Apo ne”, "Bijî Serok Apo”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok Apo” û “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” hat berzkirin, stran hatin gotin û govend hatin gerandin.
 
'Ligel astengiyan dimeşin'
 
Piştre li Xaçerê ya Payamli ya Pîrsûsê daxuyanî hat dayîn. Destpêkê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz axivî û anî ziman ku 4’ê Nîsanê ji bo Gelê Kurd rojekî dîrokî ye û wiha got: “Îro rojek dîrokî ye. Bi dirûşmeya ‘Ji bo aştiyê ber bi Amarayê ve’ me bangawaziyê kiribû. Bi hezaran kesên ku guh dane vê bangawaziyê ber bi Amarayê ve ketin rê. Li hemû navend û navçeyan astengî hatin derxistin. Ligel hemû astengiyan bi hezaran kes hat li vê derê.”
 
‘4’ê Nîsanê roja vejînê ye’
 
Salîha, bi lêv kir ku 4’ê Nîsanê ne bi tenê roja ku Abdullah Ocalan ji dayîka xwe bûye ye û wiha axivî: “Ev roj roja nû ya vejîna Gelê Kurd e. Beriya 100 salê bi Lozanê xwestin kurdan ji dîrokê jê bibin û kirin 4 parçe. Xwestin kurd bibin erep, ecem û tirk. Lê belê 4’ê Nîsanê ji nû ve bûna kurdan e. Ji ber vê yekê kurd û kesên vê bawer 4’ê Nîsanê wek têkoşîn û aştiya demokrasiyê dinirxînin. Kurdên ku dixwazin rojbûna Birêz Ocalan pîroz bikin dixwazin asteng bikin. Kesên ku demokrasiyê û baweriya aştiyê ditirsin ji israra aştiyê ya Birêz Ocalan jî ditirsin. Ji ber vê yekê 4’ê Nîsanê vejîne û rojek dîrokî ye. Bi hezaran kes daketin rêyan û ber bi Amarayê ve dimeşin. Li dijî hemû tiştî em ê biçin. Dem dema xwedî li derketina destê azadiyê ku tê kirin e. Birêz Ocalan gotibû ‘Hefteyekî jî bidin min ez ê vê pirsgirêkê çareser bikin’. Ji ber vê yekê em divê xwedî vê vînê derbikevin. Ji bo tecrîda ku vegûheriye rejîmê bişkînin û ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocala em ê li qadan bin."
 
'Rojek dîrokî ye'
 
Piştre Hevserokê DTK’ê Berdan Ozturk axivî û  jî ev tiştan got: “Ev roj ji bo Gelê Kurd, gelê Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn rojek girîng e. Gelê Kurd hebûna xwe pîroz dikin. Axa mirî carekedin zindî bû. Îro vejîna Gelê Kurd e. Roj roja demokrasî, wekhevî û aştiyê ye. Roja hemû gelan pîroz be. Ocalan bû Serokê hemû gelê di bin zextan de ne. Bi fikrên xwe ji gel re bû ronak. Fikrên Birêz Ocalan encama sîstema kapîtalîzmê ye.”
 
Piştî daxuyaniyê konvoy ber bi Amarayê ve bi rê ket.