'Rojbûna serok ronahî da cîhanê'

  • 09:06 4 Nîsan 2023
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên Taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê yên di salên 90'î de hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re kirine têkildarî rojbûna wî wiha gotin: "Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan weke çirûska azadî û ronîdayîna gerdûnê tevahî ye."
 
Jinên li Taxa Şêxmesûdê yên di salên 90'î de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dibînin hestên xwe yên derbarê vê yekê de anîn ziman. Jinan gotin:"Rojbûna serok ronahî da cîhanê."
 
'Têkoşîna me bi saya rêbertî berdewam e'
 
Endama Têkiliyan a Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûdê Fatma Hesen ji ajansa me re axivî û got: "Rojbûna Serok ronahiyek da cîhanê tevahî. Loma jî têkoşîna me bi saya rêbertî berdewam e. Bi saya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan me li ber xwe dida û heya roja me ya îro têkoşîna me bi saya fikir û felsefeya Rêber li dijî kedxwaran berdewam e û bê guman em azadiya xwe di felsefeya Rêbertî de dibînin."
 
'Di sala 1995'an de min Rêbertî dît' 
 
Fatma da zanîn wê sala 1995'an Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîtiye û wiha got:"Dibe ku ez xwedî şanseke pir bextewar bûm ji ber min hevdîtin bi Rêbertî re kir. Di sala 1995'an de dema me karê cebhewî di taxên Helebê de dikir bi civînekê em bi hev re civîyan, lê di dema ku min cara yekem Rêbertî dît ez gelek kelecanî bûm. Min bawer nedikir ku ez Rêbertî bi vê hêsaniyê bibînim. Di dema ku Rêbertî ji me re diaxivî qala dîroka kurdan û jina kurd û Kurdistaneke azad û serbixwe dikir. Rêberê Abdullah Ocalan xwedî hiş û siyaseteke pir xurt bû lewma di analîza xwe de hewl dida ku wê di demên pêş de çibibe û di demên pêş de analîza wî rast derdiket û weke mînak dema Rêbertî digot wê Yekîtiya Sovyet hilweşe eynî gotina Rêbertî hat cih û ew yekîtî hilweşiya."
 
'Têkoşîna jinan heta azadiya Rêber a fîzîkî  dewam e'  
 
Di dawiya axaftina xwe de Fatma diyar kir ku têkoşîna jinan heta azadiya Abdullah Ocalan a fîzîkî dewam e û wiha got: "Rojbûna Rêberê PKK' ê Abdullah Ocalan li hemû gelê kurd û şervanên azadiyê pîroz dikim û bi taybet li jina kurd. Rêbertî şoreş û tekoşîna bi jinê mayînde dikir. Em ê hewl bidin bi têkoşîna xwe layîqî Rêberê Abdullah Ocalan derkevin, azadiya Rêber a fîzîkî mîsoger bikin."
 
'Min hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re kir'
 
Her wiha endama Mala Jinê ya Taxa Şêxmeqsûdê Fatme Cemîl Xelîl a ji salên pir dirêj di nava partîyê de cihê xwe digirt û hevdîtin bi Abdullah Ocalan re kiriye ji ajansa mere axivî û wiha anî ziman: "Ji salên 90'î de min partî nas kir, ji sala 1994'an de min dest bi xebat û têkoşîna xwe ya cebhewî kir û di heman salê de min hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re kir. Li kolana Nîl a bajarê Helebê di wê demê de Rêbertî biryar dabû ku wê gel xwe bi xwe bi rê ve bibe. Min jî di wê demê de di karê cebhewî de erka xwe dikir."
 
'Rojbûna Rêbertî rojbûna min e'
 
Fatme da zanîn rojbûna Abdullah Ocalan rojbûna wê ye û wiha axaftina xwe da dewamkirin û  got: "Di dema me de pir şerm bû ku jin ji mal derkevin û kar û xebatê bikin lê min bi saya partiyê sînorê şermê qut kir û dest bi têkoşîna xwe kir lê piştî min Rêbertî nas kir zêdetir min baweriya xwe bi xwe xurt kir û li ser wê bingehê dibêjim rojbûna Rêbertî rojbûna min e. Ji ber ku Rêbertî ez dam naskirin ku weke jin hebûna min çiqas bi wate ye. Wateya wê di jiyanê de heye. Bi dîtina Rêbertî re min hêzek pir mezin û xurt girt."
 
'Pirsên pir giran di serê min de digeriyan'
 
Fatme bal kişand ser civînên ku tevlî dibîn û got: “Di xeyalê xwe de ez tim bi Rêbertî dihizirîm ku ew çi kesayet e û çima ewqas dinya pê re mijûl bûye. Ma ew jî ne weke mirovekî dijî? Pirsên pir giran di serê min de digeriyan. Heta ku Rêbertî li pêşiya min bû jî ez di nava heyecan û lêpirsînên pir giran de dijiyam. Rêbertî di civînan de bal dikişand ser mafê jinê û mijarên girîng ên wekî din. Rêbertî di civînê de behsa em ê çawa xwe ji Hikumeta Şamê biparêzin dikir."
 
'Baweriya min bi te heye tu yê vê têkoşîna xwe dewam bikî'
 
Fatme da zanîn wê bi felsefeya Abdullah Ocalan xwe xurt kiriye û wiha got:"Rêbertî di dawiya civînê de ji min re got baweriya min bi te heye tu yê vê têkoşînê dewam bikî. Lewma li ser vê bingehê min dest ji xebatê xwe berneda û min soza nûkirina têkoşîna xwe ya ji bo parastina civaka xwe li gel Rêbertî nû kir û her ku çû girêdana min a bi felsefeya Rêbertî re xurt bû."
 
Di dawiyê de Fatme rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li gelê kurd pîroz kir û soza nûkirina dewamiya têkoşîna xwe da û got:"Rojbûna Rêbertî rojbûna gelê kurd tevahî ye."
 
'Min zarokên xwe li ser fikra Rêbertî xwedî kirin'
 
Endama komîna Kongreya Star Mewlîde Sîdo ku ew jî yek ji jinên taxê ku hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re kiriye ji ajansa me re axivî û got: "Em rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li hemû gelê kurd û malbatên pakrewanan pîroz dikin. Ji dema ku min fikr û felsefeya Rêbertî nas kir min hêz û vîneke pir xurt jê girt. Min zarokên xwe li ser fikra Rêbertî xwedî kirin."
 
'Sekna Rêbertî tenê hêzeke pir mezin da min'
 
Mewlîde da zanîn Abdullah Ocalan hêzeke mezin daye wê û wiha got:" Me berê xwe da Akademiya Pakrewan Mahsûm Korkmaz. Ew der jî hemî kon bûn û bi hezaran heval li wir civîyan û siyasetmedar, parêzer, gelek welatî hebûn. Em bi Rêbertî re civiyan. Sê saetan dewam kir. Sekna Rêbertî tenê hêzeke pir mezin da min. Bi gotinên Rêbertî em fêrî pir tiştan bûn yek jê jî em fêrî dîsipilînê bûn."
 
'Bi saya ramanên Rêbertî jinan di hemû aliyan de cih girtin'
 
Mewlîde da zanîn bi saya ramanên Abdullah Ocalan jinan di hemû aliyan de cih girtin û wiha got:"Tiştê ku me jinan ji Rêbertî girt ew bû ku jin xwedî hêzeke domdar e û dikarin di qadên siyasî, leşkerî, civakî û hwd. de cih bigirin. Sekin û têkoşîna jinan di dema me ya îro de bi saya ramanû felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwe gihandin lûtkeyê."