‘Ya tê darizandin ne rojnamegerî, mafê ragihandina azad e'

  • 09:02 4 Nîsan 2023
  • Rojane
 
Şehriban Aslan
 
AMED - Hevalên rojnamegerên  10 meh in di girtîgehê de ne bal kişandin ser rewşa wan, banga hevkariyê kirin û gotin, “Li vir rojnamegerî tê darizandin. Her kesê ku bixwaze rojnamegeriyê bike, dibe ku bi heman xetereyê re rû bi rû bimîne.” 
 
Mudura Karên Nivîsê ya ajansa me JINNEWSÊ Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firat (DFG) Serdar Altan, Edîtorê Ajansa Nûçeyan a Mezopotamya (MA) Azîz Oruç, Mudurê Karên Nivîsê yê Rojnameya Xwebûn Mehmet Alî Ertaş û rojnameger Zeynel Abidin Bulut, Omer Çelîk. Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ûngûr, Abdurrahman Oncû, Suat Dogûhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn di 16’ê Hezîranê de di encama lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatin binçavkirin û bi îdîaya " endamtiya rêxistinê." hatin binçavkirin û piştî derxisitn dadgehê hatin girtin.
 
Ji ber ku ev nêzî 10 meh in di lêpirsînê de tu pêşketin çênebû, hat hînbûn ku îdianame ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve derbarê wan de hatiye amadekirin û di rojên borî de ji dadgehê re hatiye şandin. Îdianameya ku şandine 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hêj di nirxandinê de ye, hat diyarkirin ku piştî qebûlkirina îdianameyê dê rewşarojnamegerên girtî ji nû ve bê nirxandin û ji bo  rûniştina dozê dem bê dayîn.
 
 Hempîşeyên rojnamegeran ku diyarkirin hevalên wan demek dirêje di girtîgehê de ne, anîn ziman ku divê dawî li vê bêhiqûqiyê bê anîn.
 
'Dixwazin bi girtina rojnamegeran civakê bikin bin serweriya xwe'
 
Edîtora MA'yê Arjîn Dîlek Oncel, diyar kir ku ev operasyona li dijî çapemeniya azad ji polîtîkayên şer cuda nikarin bên destgirtin û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Kedkarên çapemeniya azad ku hem di dema şerê taybet û hem jî di dema şerê germ de çavên xwe ji rastiyan re nagirin, hewl didin êrîşên li ser gel eşkere bikin, ji ber eşkerekirina polîtîkayên hikûmetê bi awayekî xwezayî dibin hedef. Bi rastî jî hemû dewlet serî li vê rêbazê didin. Ger bixwazin civakekê bikin bin serweriya xwe, pêşî hewl didin ku çapemeniya wê civakê bêdeng bikin. Li vir jî hevalên me yên ku di çapemeniya kurd de dixebitin ji ber ku çapemeniya kurd herî zêde deng veda, hatin binçavkirin û girtin. Dema hevalên me hatin girtin krîza aborî û şerê taybet hebû. Îqtîdar ji bo ser van polîtîkayên xwe bigire êrîşî hevalên me kir û ew girtin. Îdanameya wan piştî demeke dirêj hat amadekirin. Lê dema em li îdianameya hevalên xwe yên li Enqereyê hatibûn binçavkirin û girtin dinêrin, sûcdariyên hatine kirin hemû ji ber nûçeyên çêkirine.  Karê rojnamevanan ew e ku nûçe ragihînin. Dema ku şer hebe wê nûçeyên derbarê şer de çêbikin. Dema ku jin bên qetilkirin wê kujerên wan teşhîr bikin û em dizanin ku yek ji van kiryaran jî hikûmeta AKP’ê ye.”
 
'Rojnamegerî tê darizandin'
 
Arjîn, anî ziman ku AKP û hevkarê wê MHP'ê dixwazin çapemeniyê bêdeng bikin û got, hikûmet dixwaze rojnameger zarok, jin û sûcên şer ên hatine kirin nebînin. Arjîn wiha dewam kir "Ew tenê dixwazin ku em nûçeyên gul û kulîlkan çêbikin. Em jî dixwazin çêbikin. Lê dema em berê xwe ber bi xwezayê vedikin, em dibînin ku bi polîtîkayên rantê yên AKP'ê re tiştek ji xweza û zindiyan nemaye. Erka çapemeniya azad e ku van ji raya giştî re ragihîne. Lê li hemberî êrîşên li ser çapemeniya azad bêdengiyek heye. Dema mijar dibe çapemeniya Kurd, dibêjin 'lê'. Wisa difikirin ku dibe sûcekî wan ê din hebe. Gelek kes wiha difikriin û ev  jî bû sedem ku hevalên me demeke dirêj girtî bimînin. Li vir rojnamegerî tê darizandin. Her kesê ku bixwaze rojnamegeriyê bike, dibe ku bi van heman xeteriyan re rû bi rû bimîne. Divê hûn hişyar bin. Bi kêmanî ji îro pê ve em li bendê ne ku hemû çapemenî piçekî din çapemeniya kurd hembêz bike.”
 
'Hewldana dîtina sûc'
 
Nûçegihana BBC Hatîce Kamer jî ku bal kişand ser dirêjkirina pêvajoya lêpirsînê tevî ku 10 meh in rojnamegerên Kurd di girtîgehê de ne û wiha got: “Mirov dema li dema girtina rojnamegeran a dirêj dinêre mirov difikire ku ji wan re li sûcekî tê gerîn.  Nûçeyên tên çêkirin jî nîşan didin ku pêvajo ne hiqûqî ye. Hîn jî kes nizane ev rojnameger bi çi tên sûcdarkirin. Ji bo ku ji wan re rêxistinek were dîtin, hesabên wan ên medya civakî tên lêkolîkirin.  Mixabin di van salên dawî de me di hemû dozên li dijî rojnamegeran de dît ku mijar heman e. Li gorî rabirdûya mirovan wa didarizînin. Me hemûyan tiştên bi vî rengî dîtin."
 
'Mafê ragihandinê tê binpêkirin'
 
Hatîce ya ku got, "Gelek hevalên me yên rojnameger ji ber nûçeyên ku berê dane tên darizandin" anî ziman ku di şexsê rojnamegeran de mafê agahdarkirina  nûçeyên azad û serbixwe jî tê darizandin. Hatîce, da zanîn ku hewl tê dayîn bi dirêjkirina girtina rojnamegeran têgihîştinek çêbibe û got, “Çima hûn dosyayê vedişêrin? Mafê gel heye ku bizane. Mixabin em hemû bi fikar in ku doz ne rewa û rewa be, ji binçavkirina hevalan heta pêvajoya girtinê tiştek ne zelal e. Îro, ev cil û berg, ku tê xwestin ku ji bo wan were çêkirin, dikare bi mezinahî were kêm kirin an mezin bibe ku li gorî me hemîyan be. Hêvîdar im biryareke qanûnî bi awayekî ku em qet li bendê nebûn derkeve. Hêvîdarim hemû heval di zûtirîn dem de azad bibin. Bi darizandina rojnamegeran mafê ragihandinê tê binpêkirin."