Tifaqa Kurd a Azadî û Demokrasiyê: Yekîtiya kurdan azadiya wan e

  • 11:47 3 Nîsan 2023
  • Ramyarî
AMED -  Partiya Çep a Kesk, HDP, DBP, Tifaqa Kurd a Azadî û Demokrasiyê “Deklerasyona hilbijartinê” eşkera kir û got: "Dema em hêza xwe bikin yek bê şik em ê bi ser bikevin. Bidestxistina azadiyê girêdayî me ye. Em ê bi hev re tê bikoşin, em ê bi hev re bi ser bikevin. 
 
Tifaqa Kurd a Azadî û Demokrasiyê li Eywana Dawetan a Ayaz Elegence ya Peyas a Amedê bi tevlibûna Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û nûnerên partiyên kurd “Deklarasyona hilbijartinê” eşkere kir. Li eywanê alên Partiya Çep a Kesk hat daliqandin.
 
Daxuyaniya tirkî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz û ya kurdî jî Serokê Giştî yê PSK’ê xwend.
 
Saliha, anî ziman ku ew  partî û tevgerên sîyasî ku “Tifaqa Azadî û Demaokrasîyê ya Kurd”ava kirin bi armanca ku di hilbijartinên 14’ê Gulana 2023’yan de vîna gelê xwe bi xurtî derbixin holê û li ser vê mijarê vîna xwe ya hevpar a têkoşînê nîşan bidin û got ragihandina daxuyanîya li jêrê ji bo raya giştî wek wezîfeyek dîrokî qebûl dikin.
 
‘Bi êşek mezin ve diçin ber bi hilbijartinê ve’
 
Saliha, bal kişand ser erdheja ku di 6’ê Sibatê de navenda wê Mereş pêk hat û bi lêv kir ku ew di nava êş û derdê mezin ê erdhejê de diçin hilbijartina 14’ê Gulana 2023’yan. Saliha, wiha got: “Di erdheja ku navenda wê Mereş bû, li gor jimarên fermî, ji 50 hezarî zêdetir însanên me mirin, bi sed hezaran însan birîndar bûn. Hejmara rastîn a mirî û birîndaran ji van jimaran pir zêdetir e. Em ji mirîyên erdheja ku ji Amedê heta Cinderesê li gelek bajar û bajarokên Kurdistanê pêk hat re, dilovanîya Xweda, ji birîndaran ra şîfa xêrê dixwazin. Ji malbat û gelên me re dibêjin serê we sax be. Xweda derdekî wiha mezin nîşan nede. Dewlet, hikûmet û sazîyên wê, di rojên pêşîn ên erdhejê de nehatin hewara gelê me, dema hatin jî bê tedbîr bûn. Zincîra xemsarîya dewletê di erdhejê da ziyanên canî û malî zêde kir û veguherî qetlîamekê. Ji aliyê din ve em spasiya gelê xwe û saziyên pêwendîdar ên sivîl û siyasî dikin ku di dema karesata erdhejê da seferberiyeke mezin a hevgirtinê nîşan dane. Bi heman awayî em spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dewlet û saziyên sivîl ên ku di demeke dijwar da hatin ku alîkariya gelê me bikin, ji bo piştevanî û hevxemiya wan û em daxwaz ji wan dikin ku li ser vê piştevaniyê berdewam bin.”
 
‘Ev hilbijartinek krîtîk û dîrokî ye’
 
Saliha, destnîşan kir ku di şert û mercên êş û şînên mezin de Tirkîye ber bi hilbijartineke krîtîk ve diçe û anî ziman ku Gelê Kurd û Kurdistanê li ser bendeke dîrokî ya tijî derfet û metirsiyên mezin e. Polîtîkaya înkar, asîmîlasyon û şîdetê ya sedsalî ya li dijî gelê Kurd di van salên dawî da zêde bûye û gihiştiye asta êrîşeke topyekûn. Siyaseta dij-kurd a ku li Tirkîye û li seranserê Rojhilata Navîn tê meşandin, ne tenê jiholêrakirina destkeftiyên demokratîk ên gelê kurd, di heman demê da bûye sedema otorîterîzekirina sîstema siyasî ya Tirkîye, jiholêrakirina destkeftiyên demokratîk û aborî, bûye sedema hilweşîneke pir alî ya aborî, siyasî û civakî. Tirkiye, di nava şert û mercên krîza piralî ya ku ji ber siyaseta dij-Kurd pêk tê, diçe hilbijartinên parlamento û serokkomariyê. Hilbijartinên 14’ê Gulana 2023’yan hem ji bo ji nû ve avakirina demokrasiya Tirkiyeyê hem jî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd firsendeke dîrokî ye.”
 
‘Tifaqa Cumhurê polîtîkayên nefretê dimeşîne’
 
Saliha, da zanîn ku li aliyê din tifaqên heyî yên li Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê çareseriyeke mayînde pêşniyaz nakin. Saliha, got Tifaqa Cumhur û ya Miletê ji ber ku di sedsalîya salvegera Lozanê da li ser esasê "Konsepta Ewlekariya Neteweyî" ya dewletê stratejiyek destnîşan kirine û bi lêv kir ku ji ber tirsa kurdan li ser esasê polîtîkayên parastina statukoya heyî, ne li ser veguhertina dewletê û demokratîkbûnê û stratejiyek diyar kirine. Saliha, wiha pê de çû: “Tifaqa Cumhur stratejiya xwe ya sereke li ser tunekirina destkeftiyên gelê me yên li hundir û derve ava kiriye. Li aliyekî bi awayekî vekirî êrîşê dînamîkên demokratîk ên netewetî yên kurd û hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê dikin, li aliyê din jî polîtîkayeke ku bi gotinên nefretê yên di navbera gel û baweriyan de polarîzasyona kûrtir dike dişopînin. Ji aliyê din ve Tifaqa Milet jî ji bo serkeftina hilbijartinan piştgiriya gelê kurd dixwaze, lê ji bo pêkanîna daxwazên rewa yên gelê kurd çareseriyeke şênber pêşnîyaz nake. Tecrûbeyên bi sed salan nîşan didin ku Tirkîye, bêyî çareseriya pirsgirêka kurd, nikare di rêya demokrasiyê da bi pêş bikeve. Eşkere ye ku şertê pêşî yê demokratîkbûna Enqereyê azadkirina Amedê ye. Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd ku xwezaya piralî ya civaka Kurdistanê nîşan dide, di hilbijartinên ku dê di 14’ê Gulanê de bên lidarxistin de ji bo bidestxistina mafên bingehîn ên gelê kurd û avakirina demokrasîyeke bi pîvanên gerdûnî, xwedî bernameyeke zelal û helwesteke diyar e. Tifaqa me, naskirina mafên netewî yên demokratîk ên gelê kurd ku ji netewebûnê derdikeve, weke daxwazeke rewa û mirovî li gorî hiqûqa gerdûnî bi nav dike. Çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd bi aktorên siyasî yên kurd re li ser esasê wekheviyê, wê li Tirkiyeyê rê li ber demokrasiyê veke, asta pêşketina aborî û refaha civakî zêde bike.”
 
Saliha, xalên Tifaqa Azadî û Demokrasîyê ya Kurd wiha anî ziman:
 
“* Qebûlkirina zimanê kurdî wek zimanê perwerdehiyê ji bexçê zarokan heta zanîngehê û li kêleka tirkî wek zimanê fermî yê duyemîn;
 
* Afirandina hawîrdoreke demokratîk ku kurd bi azadî xwe bi rêxistin bikin û di bin navê Kurd û Kurdistanê da xwe îfade bikin;
 
* Naskirina statuyeke ku gelê kurd li Kurdistanê xwe bi rê ve bibe;
 
* Vegerandina navên kurdî yên niştecih, cihên erdnîgarî û dîrokî ku navên wan li Kurdistanê hatine guhertin;
 
* Ragihandina cihê gorên kesayetiyên kurd ên dîrokî ku gorên wan hatine hilweşandin an jî veşartin;
 
* Ji bo çêkirina makezagoneke demokratîk, piralî û nenavendî ku jiyana wekhev, azad û bi rûmet a gelê Kurd bi mafên din re misoger bike; biryar daye ku tekoşîna hevpar bimeşîne.
 
* Struktura siyasî ya hişk, monîst, unîter a heyî her cure geşedanên civakî, aborî û çandî difetisîne. Sîstema siyasî ya demokratîk û piralî ku rê li ber destpêşxeriyên herêmî yên nenavendî vedike, hem daxwaza kurdan e hem jî sûdmendiyek ji bo gelê tirk e.
 
* Tifaqa me dê têkoşîna xwe ya ji bo azadkirina afirîneriya aborî bidomîne, ji bo rakirina îhtirazên ku Tirkîyeyê di derbarê peymanên navneteweyî yên ku Tirkîye jî alîgirê wan e, bi taybetî jî şîroveya Rêveberiyên Herêmî yên YEyê ji holê rabike dê xebatên xwe bidomîne.
 
* Tifaqa me di şexsê Jina Emînî da têkoşîna jinên Kurdistanê û ruhê berxwedanê yê di dirûşmên Jin, Jiyan û Azadî yên ku dane cîhanê da silav dike.
 
Tifaqa me;
 
* Ji bo dawîanîna li her cure pêkanînên cudakar ên hiqûqî, îdarî û çandî yên li ser jinan tên pêşxistin, têdikoşe. Ew, pergaleke civakî ya ku jin di hemû qadên jiyana civakî de bi awayekî wekhev û azad xwe îfade bikin û xwe bi rêxistin bikin, diparêze.
 
* Ji bo zarok, extiyar û astengdaran şert û mercên jiyanê yên ewle peyda bike hewl dide.
 
* Li hemberî talankirina xwezayê ji bo pêkanîna polîtîkaya ekolojîk a domdar helwesta xwe ya bi biryar didomîne.
 
* Tifaqa me, zîhnîyeta dewletê ya înkarê li hember gelên kurd, ermenî, asûrî-suryanî, ereb, azerî, tirkmen... ku li Kurdistanê dijîn û feraseta zordest a ku li dijî komên olî û bawerîyên wekî Elewî-Sunnî, Xiristiyan, Cihû û Êzidî dimeşîne red dike. Di civaka Kurdistanê da cudahiyên etnîkî, olî, çandî û piralîbûnê weke dewlemendiyek qebûl dike.
 
* Tifaqa me daxwaza azadiya hemû girtiyên siyasî bi taybetî girtiyên nexweş dike. Tifaqa me bang li hikûmetê dike ku dawî li tecrîda li ser Birêz Ocalan û girtiyên siyasî bîne. Têgihiştina ku dibe sedema aloziya civakî bi siyaseta tecrîdê bi dawî bibe. Ji bo hemû girtiyan divê mafên siyasî, hiqûqî û mirovî yên ku bi qanûnê hatine garantîkirin bên bicihanîn.
 
* Di hilbijartinên 2023'yan da jî em ê têkoşîna azadiya girtiyên siyasî û başkirina şert û mercên girtîgehan ên ku veguherîne îşkencexaneyan û gelek caran bi mirinan tên rojevê, bidomînin.
 
* Em ê têkoşîna xwe ya hevpar a li dijî qeyûmên ku îradeya Kurdistanê desteser kirine bidomînin.
 
Tifaqa Azadî û Demokrasîyê ya Kurd;
 
* Li çar parçeyên Kurdistanê xwedî li destkeftîyên neteweyî yên gelê me derdikeve. Li hemberî her cure êrîş û hewldanên li dijî van destkeftiyan helwesteke hevpar nîşan dide. Ji bo pêkanîna têkiliyên bazirganî, mirovahî û çandî yên di navbera çar parçeyên Kurdistanê de têdikoşe.
 
* Li ser esasê ku Tirkiye û Kurdistan di qada erdhejê da cih digirin, Tifaqa me avakirina avahî û bajarên li dijî erdhejê weke armanceke girîng destnîşan dike.
 
* Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd, ji bo daxwazên mafdar û rewa yên jorîn di dema xebatên hilbijartinê da bên civakîkirin û piştî hilbijartinê di asta qanûnî û destûrî da bên qebûlkirin, wê têkoşîna hevpar bidomîne.”
 
 Bangewazî
 
Saliha dawiya axaftina xwe de got tifaqa wan bang li gelê wan dike ku li dora Partiya Çep a Kesk bibin yek û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo ku daxwazên li jor bi rêkûpêkiyên qanûnî û destûrî bi cih werin anîn û ji bo serketina mezin a ku hêviya gelên me tê da wê zindî bibe di 14'ê Gulanê de dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk. Serkeftina me ya di hilbijartinê da jî dê bibe bingehek girîng ji bo xebatên tifaqa neteweyî ya demdirêj a gelê Kurd. Dema em hêza xwe bikin yek bê şik em ê bi ser bikevin. Bidestxistina azadiyê girêdayî me ye. Em ê bi hev re tê bikoşin, em ê bi hev re bi ser bikevin.            
 
‘Em ji bo serkeftinê ketin rê’
 
Piştî xwendina deklerasyonê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar axivî û bal kişand li ser girîngiya tifaqê. Piştî Mîthat, Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û anî ziman ku ew bi Tifaqa Kurd a Azadî û Demokrasiyê ve serbilindiyek mezin dijîn. Çîgdem, destnîşan kir ku bi vê tifaqê mezintir bû  û ber bi serkeftinên mezintir ve biçin û wiha axivî: “Hilbijartinên 14’ê Gulanê hilbijartineke awarte ye û hilbijartina sedsala ku em tê de ne ye. Ji ber çavnegirtina ku em li Komara Tirkiyeyê dijîn, divê di vê sedsalê de bibe rewşeke nû. Têkoşîna azadiya kurd tim hebû û dê tim hebe jî. Em vê hêzê ji gelê xwe digirin. Em siyaseta nirxan dimeşînin. Bi hezaran slav ji kesên ku van nirxan ji me re afirandine. Bi hezaran slav ji kesên sirgûn û zindanan re, me emanet girt û em ê rêya xwe bidomînin. Ji bo serketinê em ketin rê û ev serkeftin dê ya me hemûyan be.”
 
‘Tecrîd navê înkara kurdan e’
 
Çîgdem, da xuyakirin ku Gelê Kurd ji bo wekhevî û demokrasiyê têdikoşe û berdêlên giran dane û ev tiştan anî ziman: “Hîn van berdêlan didin. Têkoşîna Gelê Kurd têkoşîneke destanî ye. Çêbûn û pêkhatina yekîtiyeke herî kêm a hevpar jî hevpar e. Diruşmeya jin, jiyan, azadî û têkoşîna azadiyê ya Kurd pêşengtî kir û wê bidome. Li Tirkiyeyê rastiyeke kurd heye, lê bi destên netew dewletê hewl tê dayîn bê tunekirin. Me ev yek di Newrozê de jî dît û îro jî li vir dît ku daxwaza azadiyê û bajarê qedîm pir bi qîmet e ku mirov nabe qurbana netew dewletê. Nîşana dewletê ya li vir polîtîkayên şer, tecrîd û qeyûman e. Her wiha tecrîda li hemû girtîgehên Tirkiyeyê bi taybet li ser Birêz Abdullah Ocalan sînorên Îmraliyê derbas kiriye. Tecrîd navê înkara kurdan a li Tirkiye û Kurdistanê ye. Dîsa bi qeyûman re vîna gel hat desteserkirin, ne hevşaredarên me û ne jî gelê me serî li ber qeyûm netewand. Me hem li hundir hem jî li derve têkoşîn da û em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
‘Jin dê bersivê bidin’
 
Çîgdem, axaftina xwe wiha dawî kir: “Hem li Kurdistan û hem jî li Tirkiyeyê tevgera jinê heye. Bi polîtîqayên şerê taybet dixwazin xesp bikin. Bi dirûşmeya ‘jin, jiyan, azadî’ ji van polîtîqayan re bersiv hat dayîn. Ev hilbijartin wê bi tifaqa ked û azadiyê ya di navbera hikûmet û civakê de bersivê bide daxwaza civakê ya guhertinê. Li dijî van hemû pêkanînên dijdemokratîk hêza sereke em in. Li hemberî yên ku polîtîkaya mirinê didin meşandin, ji bo siyaseta zindîbûn û mezinbûnê dixebitî.  Ya ku dê bi ser bikevin jinên ciwan in.”
 
Piştî Çîgdem bername bi axaftinên Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aşitî, Serokê Komeleya Şoreşgerên Demokrat a Kurd Abdulhey Okumuş, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadî Mehmet Kamaç  û Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistan Sînan Çîftyurek ve domiya.
 
Piştî axaftinan deklerasyon bi tililî û gerandina govendê bi dawî bû.