Hişkesalî zêde dibe: Çandinî û sewalkarî di xetereyê de ye

  • 09:04 3 Nîsan 2023
  • Rojane
 
WAN - Li Kurdistana ku çavkaniya debarê çandinî û sewalkarî ye, li polîtîkayên şerê taybet yê dewletê  krîza aborî, guherîna avhewaye jî zêde bû. Welatî li dijî vê rewşê rojên zehmet dijîn û pispor bi taybet balê dikşînin ser bêaviyê û gotin divê piştgirî ji bo cotkariyê bê dayîn.
 
 Guherîna avhewayê bi her alî bandor li ser jiyanê dike. Ji ber germahiya global hişkesalî tê jiyîn û ligel vê polîtîkayên şer yên desthilatdariyê çandinî û sewalkarî aniye asta tunebûnê.  Welatiyên di salên 90’î de ji gundan hatin koçberkirin û li bajaran sewalkarî û çandininiyê didomînin diyar kirin ji ber bihayê êm , zibil û benzin rojên zehmet dijîn û gotin divê piştgirî bê dayîn.
 
Li bajar bi cih bû sewalkarî domand
 
Salîha Olcay ku ji ber dewletê zarokên wê qetil kir ji Kerboran a Mêrdînê koçî taxa Îskeleyê ya  navçeya Îpekyolu ya Wanê  kir li wir jî sewalkarî domand û pê debara xwe kir. Salîhayê da zanîn ku zarokên wê jî betal bûn û ji ber vê çend pez girtine û dest bi kar kiriye. Salîhayê diyar kir ku ji ber bihabûna êm gelek sewalên xwe firotiye.
 
Axur xera kirin
 
Salîhayê destnîşan kir ku ji ber qanûna hejmar 1593 a Umumî Hifzissihha 3 sal berê axûrê wê hatiye xerakirin û wiha dirêjî daye: “Di 2021’ê de şaredarî bi polîsan re hat û axûrê min xera kirin. Ez neçar mam sewalan bifroşim. Niha tenê 10 bizinên min hene. Yên mane jî em ê bifroşin. Me bi 35 hezar TL 10 çewal êm girt. Em nikarin bigirin. Ev 11 mehe em di hundir de xwedî dikin. Me van mehan de 40 hezarî êm girt. Dewlet naxwaze em debara xwe bikin. Dixwaze em her tim birçî bimînin. Çav berda çavkaniya debara me.”
 
‘Debare pir zehmet bûye’
 
Welatiya bi navê Adalet Akti  jî di 1994’an de ji gundê Xorutîs a Westan a Wanê di encama şewitandina gund de koçî taxê kirine. Adaletê diyar kir ku ew jî debara xwe bi sewalkariyê dikin û wiha got: “Em li ser erdê xwe jî sebze diçînin. Axurên me ji aliyê qeyûm ve hatin hilweşandin. Me axûr ji nûve çêkirin lê xetere heye ku dîsa hilweşînin.Ez ji du çêlekên xwe 10 lître şir digirim. Me ewil bi 25 TL dida. Niha bûye 70 TL ye. Êm pir biha bûye. Em zivistanê dikin axuran havînan şivan digirin. Serî sewalî 2 hezar e. Dewlet dixwaze rizqê me tune bibe. Dixwaze her kes li destê wan binêre.”
 
‘Divê polîtîkayên hevsengiya ekolojik ava dike bên derxistin’
 
Hevseroka Odeya Endezyarên Zîraatê ya TMMOB’ê  Viyan Acar Uçer der barê bandora hişkesaliyê ya li ser çandinî û sewalkariyê de axivî û diyar kir ku krîza avhewayê û hişkesalî rê li ser karasetên xwezayî vedike û got: “Ji ber van polîtîkayan  çavkaniyên xwezayî tune dibin. Ekosîstem xera dibe û zirarê dide çavkaniyên avê. Encamê de jî krîza avhewayê û hişkesalî dertê holê.  Bandor li ser her alî dibe. Çandinî sewalkarî, hemû bi bandor dibin.”
 
‘Divê ji bo polîtîkayên çandiniyê piştgirî bê dayîn’
 
Viyanê wiha dawî lê anî: “Krîza aborî jî bandorek mezin li ser cotkaran kiriye. Hilberîn bi sînore. Lêçûn zêde bûye. Girtina zibil û alavên çandiniyê zehmet bûye. Kes nikare bigire. Çavkaniyên fînansmanê û kredî jî bi sînorin. Vê jî fînansekirina hilberîn û cotkariyê  zehmet kiriye. Ligel vê nikarin berhemên xwe jî bifroşin. Dema krîzan de bike ku daxwazên bikarhêneran bikeve. Dikare biha bikevin. Ev jî dibe ku ferz bike cotkar berhem kêm bike û stratejiya bazarê biguhere. Ev hemû îhtîmalin. Divê ji bo polîtîkayên çandiniyê piştgirî bê dayîn.”