MKGP û DFG'ê Evîn Buldan bi bîr anîn

  • 16:06 2 Nîsan 2023
  • Rojane
 
COLEMÊRG - MKGP û DFG’ê, rojnameger Evîn Buldan ku di sala 2017’an de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora wê bi bîr anîN. 
 
Edîtora Rojnameya Rojeva Medyayê Evîn Buldan, di sala 2017’an de li Amedê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Evîn, di 6’emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe ya li navçeya Gever a Colemêrgê hate bibîranîn. Endamên Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), li Goristana Bajêrgeyê hatin ba hev. Her wiha rêveberiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Geverê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî tevli merasîma bîranînê bûn. Dayik û bavê Evînê ku li Wargeha Mexmûrê dimînin jî nekarîn tevli merasîma bîranînê bibin. Di merasîmê de pankarta ku wêneyê Evîn Buldan li ser û bi nivîsa “Em ê te ji bîr nekin” hate vekirin. 
 
Piştî rêzgirtinê, mamê Evînê, Lutfu Buldan axivî û wiha got: “Têkoşîna Evînê û hevalên wê hêj jî rêya me ronî dikin.” Hevserokê HDP’a Geverê Şoreş Dîrî jî got ku ew bejna xwe li ber têkoşîna xebatkarên çapemeniya azad ditewîne û wiha domand: “Di şexsê Evîn Buldan de, em hemû şehîdên çapemeniyê azad bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ê li ser şopa kevneşopiya çapameniya azad bin.” 
 
‘Ji bo rojnamegerên kurd bû ronahî’ 
 
Endama MKGP’ê û nûçegihana ajansa me JINNEWS’ê Zelal Tunç jî bi bîr xist ku Evîn ji ewil di Azadiya Welat de dixebitî û piştre jî xebatên xwe li Rojeva Medyayê domandin. Zelal, ev tişt anî ziman: “Evîn, di xebatên xwe de ji bo rojnamegerên jin ên kurd her tim bû ronahî. Em  hewl didin layiqî heval Evîn û rêhevalên wê bibin. Di şexsê Evînê de em bejna xwe li ber hemû şehîdên çapemeniya azad ditewînin. Bi dehan hevalên me ji ber ku heqîqet dinivîsandin, niha di girtîgehê de ne. Lê çi dikin bila bikink, dê nekarin pêşî li ber heqîqetê bigirin.” 
 
Piştî axaftinan jî beşdaran gul danîn ser gora Evînê û merasîm bi dawî bû.