‘Divê ji bo azadiyê her kes tevli meşa Amarayê bibin’

  • 09:03 2 Nîsan 2023
  • Rojane
Gulîstan Dursun
 
RIHA - Aktîvîsta TJA’yê Hamîde Goktaş diyar kir ku Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rojbûna gel e û her kes vexwend meşa Amarayê.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 24 sale li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin ji 25’ê Adara 2021’ê de agahî jê nayê girtin. Tevî hemû serlêdanan bi awayekî kêfî hevdîtin tên qedexekirin. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan didome û gelê Kurd niha xwe ji bo 4’ê Nîsanê rojbûna Abdullah Ocalan xwe amade dike.
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîka Gelan (HDP), Komeleya Piştevaniyabi Girtî û Malbatên Girtiyan re (MED TUHAD FED), daxuyanî dan û diyar kirin ku  wê bi wesîla 4’ê Nîsanê rojbûna Abdullah Ocalan daran biçînin, bernameyên cuda pêk bînin û heman demê de meşa Amarayê pêk bînin. Aktîvîsta TJA’yê Hamîde Goktaş der barê meşa ku bi şîara ‘Ji bo Azadiyê berbi Amarayê ve’ wê pêk bê axivî.
 
Rojbûna gelan…
 
Hamîdeyê destnîşan kir ku rojbûna Abdullah Ocalan rojbûna hemû gelên bindeste û wiha daxuyand: “Rojbûna Ocalan ji bo jinan gelek girîng e. Ji 2011’an heta niha li Xelfetiyê pîrozbahî pêk tên. Gel bi coşek mezin girseyê pêşwazî dikir. Bi hezaran kes dihatin Xelefetiyê. Bi girseya kut ê re gel kêfxweş dibû. Ji metropolên Tirkiyeyê gelek Tirk dihatin.
 
Du sale agahî jê nayê girtin
 
Hamîdeyê balkişand ser tecrîda giran ya ku 24 sale li ser Abdullah Ocalan tê meşandin û wiha pê de çû: “Du sale agahî jê nayê girtin. Du sal berê hevdîtinek telefonê pêk hat. Ji wê rojê de agahî jê nayê girtin. Ev ji bo hemû cîhanê pirsgirêke.  Di vir de rewşek pir giran û zehmet heye. Li pêş me 4’ê Nîsanê heye. Em gele Xelfetiyê gel dipên vir. Hêviya me ev e ku 4’ê Nîsanê wek salên berê bi coş derbas be. Divê gel xwedî li Ocalan derkeve. Bi saya wî îro gel hebûna xwe dizane.”