Newroz Uysal a ku cara yekem çûbû Îmraliyê

  • 09:07 31 Adar 2023
  • Rojane
 
Rojda Aydin - Şehrîban Aslan
 
AMED - Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Newroz Uysal a ku cara yekem di 2019’an de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk anî de, anî ziman ku hem kelecanek lê girtiye û hem jî di wê zanistê de bûye ku berpirsyariyek mezin li ser milên wê bûye û got: “Birêz Ocalan gelek caran anî ziman ku ew dikare vê pêvajoya şer bi dawî bike.”  
 
Di 9'ê Cotmeha 1998'an de li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan komployeke navneteweyî pêk hat û di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. 24 sal in li hemberî Abdullah Ocalan, tecrîdeke giran tê meşandin. Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin şertên giran de tê girtin, destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên Abdullah Ocalan hevdîtinê bikin. Herî dawî di 25'ê Adara 2021'ê de bi telefonê bi malbata xwe re axivîbû û piştî demeke kurt telefona hatibû qutkirin. Ji vê rojê ve agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Her wiha Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re jî herî dawî di 7'ê tebaxa 2019'an de hevdîtin pêk anîbû.
 
Piştî demek dirêj şûnde di 2019’an de du parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Asrinê Newroz Uysal û Rêzan Sarica cara yekem çûn Girava Îmraliyê û hevdîtin pêk anîn. Newroz Uysal, têkildarî çûyîna xwe ya wê demê û hêst û ramanên xwe ji ajansa me re anî ziman.  
* Ji sala 2011’an ve hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re nayê kirin û piştî demek dirêj şûnde di 2019’an de ji du parêzeran yek hûn in ku çûn giravê. Di destpêkê de dema ku hûn hînbûn biçin giravê hûn ketin nava kîjan hêstan?
 
Ji bo ku em vê yekê fêm bikin, pêwîste bingeha çûyîna me were fem kirin. Birêz Ocalan niha di nava şert û mercên tecrîda giran de ye ku 24 sal li pey xwe hiştiye. Her wiha hevdîtin bi parêzeran re nayê kirin. Ji roja ku Birêz Ocalan anîn Îmraliyê heta niha hevdîtinên parêzeran bi awayekî rêkûpêk pêş neketin. Bi salan e bi hincetên fîlî û bi hinceta rewşa awarte hevdîtin hatin qedexekirin. Birêz Ocalan piştî 27’ê Tîrmeha 2011’ê bi qedexeya mutleq a parêzeran re rû bi rû ma. Di vê pêvajoyê de pêşketina pêvajoya çareseriyê jî nikarî bibe sedem ku qedexeya parêzeran bê rakirin. Di sala 2015’an de piştî tecrîda mutleq a li ser Birêz Ocalan, hem di rayagiştî ya demokratîk de, hem jî bertekên civakî û hem jî seferberî rû da.
 
Grevên birçîbûnê û rojiya mirinê destpê kir
 
Bi greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven re ev yek derbasî qonaxeke cuda bû. Greva birçîbûnê gihîşt sê hezaran û ev yek kesên li girtîgehên li derveyî welat, Tirkiye, herêmên din ên Kurdistanê û Ewropayê jî belav bû. Ev yek bû tevgerek civakî ya demokratîk a pir cidî. Ji ber bi Birêz Ocalan nikaribû bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike bertek gelek mezin bûn. Li ser vê yekê di meha çileyê de Birêz Ocalan bi malbata xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kir. Lê belê ji bo hevdîtina parêzeran dîsa destûr nehat dayîn. Hevdîtina parêzeran piştî 8 salan şûnde di 2’yê gulana 2019’an de bû. Dema ku em çûn vê hevdîtinê rojiya mirinê dest pê kiribû. Dema ku em çûn hevdîtinê wê deme 30 kes di rojiya mirinê de bû. Ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan protesto bikin 7 kesan dawî li jiyana xwe anîbû. Rojiya mirinê gihîştibû astek cidî.    
 
2019’an de em du parêzer çûn
 
Ji ber vê yekê min jî wek her kurdek, her jinek wek parêzerê Birêz Ocalan di zêdetirî kategoriyan de giraniya vê yekê li ser xwe hîs kir. Çûna giravê hem bi bersivdayîna vê pêvajoya heyî û hem jî bi pêkanîna pêvajoya hiqûqî ya parêzerê Birêz Ocalan re hestek du alî afirand. Lê belê serdana me ya yekem wekî parêzer, em her hefte serlêdan dikin. Lê di dema greva birçibûnê û rojiya mirinê de me wek 4 parêzer hefteyê du caran serlêdanê dikir. Pêvajoya ku em çûn de ez û parêzer Rêzan Sarica bû. Lê hemû hevdîtinên berê yên Birêz Ocalan herî kêm bi sê-çar parêzeran dihatin kirin. Lê belê di 2’yê gulana 2019’an de em du parêzer çûn. Destûrê nedan du hevalên me yên dinê.
 
Berpirsyarî û kelecanek mezin hebû
 
Em ê biçûna hevdîtinê, lê em ê bi tenê Birêz Ocalan an sê muwekîlên xwe yên dine jî bibînin an na? Hevdîtin çixwasî bidomiya? Birêz Ocalan çiqasî agahiya wî ji rojeva derve û grevên birçîbûnê hebû? Pirsên tenduristiyê, şert û mercên girtîgehê û hwd. hebûna. Dîsa berdewamkirina grevên birçîbûnê xwedî giraniyeke cidî bû û em jî ji ber ku piştî 8 salan wekî yekem parêzerê bi me re têkilî danîbûn, em kêfxweş bûn. Weke jineke ciwan a kurd û her wiha weke kesekî ku ev demeke dirêj e li buroyê serlêdana parêzeriya Birêz Ocalan dikim û bi sedan serlêdan bêbersiv hiştim, ez di nava kelecaneke ku ev afirand de bûm. Ez hem bi kelecan û hem jî bi berpirsiyariyeke giran re rû bi rû bûm. Di wê hevdîtinê de, em di rewşek tevlihev a tengezarî an berpirsiyariyê de bûn ku ji ber hînbûna her çend agahdarî an şert û mercên gengaz bû.
 
* Rêwitiya we ya ber bi giravê ve çawa dest pê kir? Hûn dikarin behsa wê pêvajoyê bikin?
 
Girava Îmraliyê weke girava ku di pergala tecrîdê tê bikaranîn û bi taybetî jî cihê ku Birêz Ocalan lê tê girtin hate hilbijartin. Girav ji civakê, ji axê, ji jiyanê dûr û wekî navenda tecrîdê tê zanîn. Ji ber ku wisa ye, em wek parêzerek e ku bikaribe rehetî biçe girtîgehê nîne. Di pêş de organîzasyon û plan hewce dike. Rewşeke ku bi keştiyê çûyîn heye. Ev rewşek e ku di pêvajo û mekanîzmayek serlêdanê de bi serê xwe neçarî ye. Girava Îmraliyê cihekî ku bi taybetî hatiye hilbijartin û rayagiştî jî pê dizane, ji bejahî, deryayê û hewayî bi qasî 8 km herêmeke qedexe ya leşkerî ye. Ji bo vê jî heta ku em xwe bigihînin giravê û Birêz Ocalan di hemû pêvajoyan de bi muxatabekî leşkerî re rû bi rû ne. Ji Stenbolê heta Qereqola Jendermeyan a Gemlîkê rêwîtiya me heye. Dema ku em digihîjin li wê derê ji lêgerînek berfireh de derbas dibin. Piştî vê lêgerînê em bi wesayiteke ku ji aliyê leşkerên wan ên bi navê Wezareta Edaletê ve hatiye amadekirin, ber bi keştiyeke ku em ê lê siwar bibin diçin. Piştî ku li keştiyê siwar dibin, em digihîjin giravê. Dema ku em gihîştin giravê, bi tedbîrek ewlehiyê ya gelek polîsên operasyonên taybet ên leşkerî yên maskekirî an jî kesên ku jê re dibêjin komandoyên SAT re pir tund rû bi rû dimînin.
 
Di sê lêgerînên berfireh re derbas dibin
 
Bê guman, em dîsa bi tedbîrek ewlehiyê ya tund re rû bi rû ne; em di lêgerînek zirav û kontrolê re derbas dibin. Piştre em digihîjin avahiya ku di kamera û wêneyan de hatiye dorpêçkirin. Piştî van hemûyan em nû digihîjin avahiya Wezareta Dadê. Li wir jî em carekê di lêgerînê de derbas dibin û wê demê em dikarin têkevin hundir. Ev pêvajoyek e ku hem qeydkirina şopa tiliyan û hem jî çavan tê kirin, lê heya ku em digihîjin wir bi temamî wek leşkerî di çarçoveya Wezareta Parastina Neteweyî de derbas dibin. Piştî vê pêvajoyê dema em tên Wezareta Dadê, li girtîgehên asayî pêvajoya îdarî ya gardiyanan pêk tê. Em hem di çûyîn û hem jî di vegerê de di sê lêgerînên berfireh re derbas dibin.
 
* Hûn dikarin ji me re behsa atmosfera hevdîtina yekem bikin? Di hevdîtina yekem a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de çibû?  Diyalogek çawa pêş ket?
 
Ji bo min û hem jî hempîşeya min çûyîna yekem bû. Em herdu jî di warê hatina wê derê, çûyîna wir, li benda li wir û hevdîtin û têkiliya bi Birêz Ocalan de nû û bê tecrube bûn. Li ser me giraniyeke ku wî afirandibû jî hebû. Piştî ku em ji deriyê Wezareta Dadê têkevin odeyên têketina parêzeran hene. Me hevdîtinên xwe li odeyên serdanên parêzeran pêk anî. Kesên ku çûne ji bo hevdîtinên malbatî de li van odeyan hevdû dîtine. Odeya hevdîtinê ji girtîgehên din hinekî dirêjtir e. Em hevdîtina parêzeran li cihek wiha li dar dixin ku hûn hewce ne ku zêdetir hewl bidin da ku xwe bigihînin kesê hemberê xwe. Di serdana me ya ewil de pêşî em birin odeyê û piştre Birêz Ocalan hat. Di dema serdanên parêzeran de ji sala 2005’an û vir ve helbet li Îmraliyê berê jî dihat kirin; rayedarekî Wezareta Dadê qeyda deng û notan digire û ev hevdîtin tê tomarkirin. Di dema hevdîtinê de hertim hevdîtin tê tomarkirin.
 
Me bi tenê Birê Ocalan re hevdîtin pêk anî
 
Helbet dema em gihîştin giravê, em hîn bûn ku bi tenê bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Em hîn bûn ku destûrê nedin bi 3 miwekîlên xwe yên dine re hevdîtinê bikin. Dîsa ne mimkûn e ku parêzer tiştekî bi xwe re bibe Girava Îmraliyê, notan bigire, belgeyan bidin hevdû û bidin û ji wir jî notan bîne. Bi her awayî em nikarin pênûs û rûpel bi xwe re bibin. Ji bo nîşe bê girtin li wir rûpel û pênus heye. Lê belê em nikarin wan jî bikar bînin. Ji ber ku di xirecireke herî biçûk de jî dewlet ji bo lêkolînê dest datîne ser. Her wisa, dema ku Birêz Ocalan hat, pêşî dengekî bilind ji korîdorê hat û piştre ew ket odê. Dema ew hat em rabûn li ser piyan. Birêz Ocalan, belkî ne wek parêzerên din, destê xwe dirêj kir, got bi xêr hatin û destê xwe hejand. Piştî 8 salan ev yek ji hevdîtinên parêzeran bû. Piştre re got: “Va ye, em dest pê bikin, wextê me zêde tuneye.” Bi vê awayî me dest bi hevdîtinê kir. Yanî temas û hevdîtina yekem wisa bû. Helbet dema Birêz Ocalan dest bi hevdîtinê kir, hat gotin ku dê hevdîtin 1 saet be. Dema Birêz Ocalan hat metna deklerasyona 7 xalî ya ku me ji rayagiştî re ragihandibû jî hebû.
 
* Dema ku we bi Abdullah Ocalab re sohbetê dikir, nêzîkatiya wî çawa bû? Çavderiyên xwe yên ji bo Abdullah Ocalan û rewşa wê derê hûn dikarin vebêjin?
 
Me di sala 2019’an de ji meha gulanê heta meha tebaxê di dîrokên cuda de 5 hevdîtinan kir. Ji hevdîtina me ya yekem heta hevdîtina me ya pêncemîn, helwest, têkilî û naskirina me û ya Birêz Ocalan û awayê axaftinê bêguman guherî. Ew xala ku grevên birçîbûn û rojiya mirinê di rojevê de bûn û me giraniya wan weke sedema liv û tevgera civakî hîs kir ku bû sedema çûyîna serdana me ya yekem û duyemîn. Helbet dema ku Birêz Ocalan ji bo serdana xwe dihat bi destmal, av, saet û texlîxa (bildiri) xwe hat. Di heman demê de di hevdîtinên dinê de jî ji bo wext binere saetek, destmal û ava wî hebû. Ev êdî bûbû rewşek standart.  Ji bilî hevdîtina me ya dawîn, ew hema hema di hemû hevdîtinên xwe de ne cil û bergên werzişî, cil û bergên fermî li xwe kiribû, traş bûbû. Ev yek jî lênêrîn û cidiyeta wî nîşan dide. Hûn dikarin vê yekê pir bi hêsanî di her hevdîtinê de bibînin. Di hevdîtina ewil de axaftina Birêz Ocalan bi piranî li ser daxuyaniya ku tê de wê daxuyaniya xwe ji raya giştî re ragihîne pêş ket. Mijarên wek grevên birçîbûnê û rojiya mirinê giran hebû.
 
Ji ber em Cizîrî bûn girîngiyek mezin dida
 
Di hemû serdanên Birêz Ocalan de, gelek caran bi awayekî dûr û dirêj difikiriya, piştre bi me têkiliya çavan dadanî, carna jî pirsan dike yan jî dibêje “Hûn çi difikirin?” An jî benda bersiva pirsa xwe nedim a bi xwe bersivê dida û her wiha di aliyê şexsî de jî hewldanên wî hebûn ku dixwest me nas bike. Ji ber ku em herdu parêzer ji Cizîrê ne Birêz Ocalan girîngiyek mezin dida. Îhtîmalek mezin bi tevî serdanê ev agahî hatiye dayîn ku, di gelek hevdîtinan de “Hûn herdu jî Cizîrî ne, herdu jî ciwan in û ji ber vê yekê ez wateyek mezin didim vê yekê.”
 
Pênc caran me bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk anî
 
Di hemû hevdîtinan de rojevek û amadekariyên Birêz Ocalan hebûn. Di tevahiya van hevdîtinan de em bi encamekî re derketin. Di civîna ewil de daxuyanî ji 7 xalan pêk hat, di serdana me de wê grevên birçîbûnê bi dawî neyên, çalakvanan bawer nedikirin ku yek hevdîtina parêzeran jî têrê nake û tecrîd rabe û temînatê dixwastin. Di hevdîtina duyemîn de nameyek ji bo kesên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne hat parvekirin. Li ser vê yeke grev bi dawî bû. Di hevdîtina dinê de jî ji çalakvanan re nameya spasdariyê belav kir. Di hevdîtina me ya çaremîn de nivîseke ku di raya giştî de weke nameyek tê zanîn hem ji HDP’ê re, hem jî ji raya giştî ya demokratîk û partiyên siyasî re nivîsandiye bi raya giştî re hate parvekirin. Bi tene di hevdîtina me ya dawî de metna nivîsî derneket.
 
Piranî Birêz Ocalan diaxivî û me gûhdar dikir
 
Ev gelek girîng e; helbet gelek mijarên Birêz Ocalan hene ku em li ser axifîn û bi berfirehî li ser nîqaş kir hebûn. Me vê yekê tim bi nivîskî ji raya giştî re parve kir. Lê belê gava ku me ji devê wî û ji pênûsa wî peyam dianîn, em hinekî rehettir bûn. Me hewl da ku heta ku ji destê me tê li hember têgihîştina rast a van peyaman bi hestên berpirsyariyê tevgeriyan. Hûn jî dibînin ku di hemû diyalog, axaftin û rojevên Birêz Ocalan de tevdebûnî heye. Ji hevdîtina yekem heta civîna dawî de, li ser mijarekî îstînada hevdîtina hevdîtinên pêşî dikir. Lê hevdîtinên me bi piranî li ser diyalogê bûn ku Birêz Ocalan diaxivî, me guhdar dikir û carna jî pirs li me dikir.
 
* Dema hevdîtin bi dawî bû we çawa xatir xwest?
 
Dema ku hevdîtin qediya û dem bi dawî bû, gardiyan her gav bi gotina pênc deqeyên dawîn hişyarî dikir. Birêz Ocalan her tim li saeta xwe dinêrî ku dem derbas nebûye an na. Carna wî 5 deqeyan dixwest. Carna digot ez ê biqedînim, carna jî tiştek nedigot û axaftina xwe didomand. Dema ku em ji hevdîtinê vediqetiyan destpêkê de Birêz Ocalan ji maseyê radibû û destê xwe dirêj dikir û xatir dixwest. Destpêkê de wî ji korîdorê dibirin odeya wî. Piştre jî wek parêzer em derdiketin. Çawa ku di rê de heyecan û meraqeke mezin hebû, dema derketinê jî berpirsyarî û xemgîniyeke mezin hebû. Di hindirê me de hêsteke raperînê çêdibû. Weke ku min pêşî jî got, dema ku em diçûn giravê jî heman prosedurê em derdiketin.
 
* Piştî demek dirêj şûnde hûn çûn hevdîtinê. Di hevdîtina we ya dawî de çi bû? Çavderiyên we yên ji bo hevdîtina dawî hene ango di derbarê vê yekê de pêşbîniyên Abdullah Ocalan hebûn?
 
Hevdîtina 2019’an piştî 8 salan pêk hatibû. Li ser parêzeran qedexeyek giran hebû û ev qedexe bi serdana 2019’an ve hat xerakirin. Hevdîtina me ya bi Birêz Ocalan re weke tawîz û mafê dewletê nayê binavkirin, ji ber ku eger wisa bûya em ê her hefte bikaribûna biçûna hevdîtinê. Ji aliyê siyasî ve jî weke parçeyekî pêvajoyê nayê dîtin. Ji ber ku li holê pêvajoyek tune bû û Birêz Ocalan di her hevdîtinên xwe de vê yekê tim dianî ziman. Behsa pêvajoyên diyalogê dikir, lê em niha nikarin behsa pêvajoyek wisa bikin. Bi gotineke din, hevdîtinek serdaneke ne du alî bû, lê daxwazên kesên ku berdêl dan û ev seferberî di van hevdîtinên ku bi bedelên giran pêk hatin de ev bûn; ji bo rê li pêşiya hevdîtina parêzer û malbatê ya Birêz Ocalan neyê girtin, lêgerîna temînatê hebû.
 
Di dema hevdîtinê de êrişên Rojava destpê kir
 
Mînaka vê ya herî şênber a li Tirkiyeyê jî daxuyaniya Serokê hiqûq û darazê Wezîrê Dadê bû. Di daxuyaniyê de hat gotin ku qedexeya parêzeran a li Îmraliyê hatiye rakirin. Ev daxuyanî helbet têr nake. Ne diyar bû ku dê qedexe berdewam bike yan na. Ligel ku hemû îtîrazên me yên li ser serlêdanên me yên hevdîtinên parêzeran hatin redkirin, bi qebûlkirina îtîraza me ya 22’yê Nîsanê re rêya hevdîtinên 2019’an vebû. Lê belê hîn ev serdan berdewam kirin, qedexeya hevdîtina parêzeran a nû hat girtin. Di dema ku ev serdan berdewam dikirin, Tirkiye ji bo Rojava amadekariyên planeke cidî ya leşkerî kiribû. Hem di warê leşkerî û hem jî di qada navneteweyî de ev amadekarî pêk dianî. Serdana me ya dawî di 7’ê Tebaxê de hevdem bû bi roja ku heyeta leşkerî û dîplomatîk a Ewropayê bi Tirkiyeyê re dişewirî. Yek ji mijarên ku me li ser axivîn jî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Statû û siberoja Rojava vînek bû ku îhtîmala şerê Tirkiyê bi Rojava re ji holê rake. Birêz Ocalan jî gotibû îhtîmala pevçûnê dikare di hefteyekê de ji holê rabike. Di civîna dawî de me nizanîbû ku dê piştre hevdîtin çêbibe yan na. Li ser xala ku dewletê bi salan bi awayek fîîlî asteng kiriye, ne bi roja ku parêzeran tercîh dikirin, ne jî her hefte nekarîn hevdîtinên xwe pêk bînin. Malbatan bi wesîleya cejnê destûr dan ku hevdîtinê bikin, lê serlêdanên wan ên din nehatin qebûlkirin. Ji ber vê yekê nediyariyek hebû.
 
2015’an ve destûr nayê dayîn ku 3 mûwekîlên xwe re hevdîtinê bikin
 
Me encax bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk anî, 3 muwekîlên me yên din Omer Hayri Konak û Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim ji sala 2015’an ve li wir in û bi tu awayî destûr nadin ku em bi wan re têkiliyê deynin. Me nekarî slavek jî bidin wan. Me nikarîbû di van hevdîtinan de nîşeyan bigirin. Em nekarîn name û daxuyaniyên Birêz Ocalan ên ku ji raya giştî re hatin eşkerekirin, bigirin. Bi biryara Serdozgeriya Komarê me karî bi vî awayî raporeke fermî bi dest bixin. Dema mirov van hemûyan bigihîne hev, ne nêrîneke hiqûqî ya daîmî ya ji bo encama garantiya hiqûqî û ne jî xaleke ku pêvajoyek ji aliyê siyasî ve were şopandin hebû. Ji ber vê jî şert û mercên zanîn û nezanîna wan tune bûn. Lê ev rastiyek bû û ev rastî hê jî didome.
 
9’ê Cotmehê de dest bi komployê kir û êriş da destpêkirin
 
Heya ku îradeya girseya demokratîk a ku bi pêvajoya ku bû sedema rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan, yanî qedexeya hevdîtina parêzeran di encama bedelên giran de hat rakirin. Ger sazî û muxatab erkên xwe bi cih bîanîna, em ê bikarîbûna pêvajoyên bi vî rengî yên sala 2019'an bijiyana. Elbet ez behssa çalakvanan nakim. Rê û rêbaz ne grevên birçîbûnê ne. Nameyên Birêz Ocalan û helwesta wî jî diyare û ne hewce ye ku were dubarekirin. Eger hişmendiya raya giştî ya demokratîk a li ser bi cih anîna erkên xwe yên li hemberî vê berdewam bibûya, an jî ev hişmendî rabûya û ji nû ve derketiba, ez bawer im ku dê bibe amûra seferberiyeke ku dewlet neçar bimîne û tecrîdê nedaya domandin. Ji ber vê yeke her çend xeta sereke ya hevdîtina me ya dawî li ser şerê Kurd-Tirk an jî êrîşa li ser Rojava bû, lê me nedizanî ku ev hevdîtina dawî ye yan na. Mixabin amadekariyên şer ên dewleta Tirk berdewam kirin. Civîna me ya dawî bû û dewletê di 9’ê Cotmehê de dema dest bi komployê kir û êrişî Rojava kir. Di heman demê de dîroka ku hatiye hilbijartin ji Birêz Ocalan û ji bo Gelê Kurd û tevgera kurd bersivekî bû. Ji wê rojê vir ve hevdîtina parêzeran qedexeye. Me gelek caran serlêdar kir û pêvajoya hiqûqa navneteweyî jî me qedand.
 
Girîngiya rol û mîsyona Birêz Ocalan diyar e
 
Ji wê rojê vir ve piştî îdîayên jiyanê yên li ser Birêz Ocalan di raya giştî te parve bû tenê qismî bi rêya telefonê malbat hevdîtinê pêk anî. Ev zemîna ku dewlet dixwaze me, malbata wî, raya giştî ya demokratîk û Gelê Kurd bikişîne ser vê ye. Tenê di rewşên awarte de bi têkiliyên bi sînor û sînorkirî hemû vîn û rola Birêz Ocalan dixwazin ji holê rabikin. Lê tewra di vê sala 2019’an de ku me hevdîtinê kir, atmosferek pir erênî hebû. Hevdîtineke sînordar, dîsa jî atmosfereke wisa bibandor afirand. Birêz Ocalan bi vê helwesta israra xwe ya li Îmraliyê de anî ziman. Ji wê demê heta niha em nikarin bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin.
 
Ji têlefonek ku herî dawî di 25’ê Adara 2021’an de hate qut kirin, ev rastî cihê ku nediyar û guman tê dagirtin. Di vê hevdîtinê de Birêz Ocalan jî diyar kir ku ew dixwaze bi parêzeran re hevdîtinê bike. Ji wê rojê vir ve 2 sal in ji Birêz Ocalan tu agahî nayê girtin. Rol û mîsyona Birêz Ocalan a siyasî, girîngiya wî û bandorên ku afirandiye diyar in. Lê dîsa di warê hiqûqî de mafê Birêz Ocalan di warê parêzer û têkiliya malbatê de heye.
 
Divê dabînkirina van mafan veneguhere gef û şantajê û ji bo van mafan bedelên ewqas giran neyên dayîn. Divê îro hemû saziyên demokratîk ên ku di vê pêvajoyê û pêvajoya piştî wê de berpirsyariya xwe bi cih bînin û divê careke din vê berpirsyariyê bi bîr bînin.