‘Rola Partiya Çep a Kesk roleke dîrokî ye’

  • 09:04 31 Adar 2023
  • Ramyarî
 
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Hevseroka Partiya Çep a Kesk ya navçeya Hezexê Elfesya Nas, destnîşan kiri ku Partiya Çep a Kesk rolekê dîrokî girtiye ser milên xwe û got: “Di hilbijartinê de wê jin û ciwan ji vê desthîlatdariyê hesab bipirsin.”
 
Ji Hilbijartina 14’ê Gulanê re demekê nêz ma. Ber bi hilbijartinê ve lîv û tevgerên partiyên sîyasî jî bi leztir dibin. HDP jî îsal ji ber xeteriya ku dibe bê girtin bi Partiya Çep a Kesk tevli hilbijartinê dibe.  Partiya Çep a Kesk jî ku hemû amadekariyên xwe yên ji bo hilbijartinê qadnin duh jî Beyannameya xwe ya Hilbijartinê eşkere kir. Herwiha partiyê dirûşmên xwe yên ji bo hilbijartinê jî ragihandin û danasîna strana xwe ya hilbijartinê jî kir. 
 
Hevseroka Partiya Çep a Kesk ya navçeya Hezexa Şirnexê Elfesya Nas derbarê kar û xebatên xwe de axivî.
 
‘Rola Partiya Çep a Kesk girîng e’
 
Elfesya, daxuyand ku çavên gelan li Partiya Çep a Kesk e û got: “Partiya Çep a Kesk di 26’ê Adarê de civîna xwe ya giştî pêk anî û bernameya xwe aşkere kir. Li dijî rejîma yek mêrî dê Partiya Çep a Kesk têkoşînê bide. Lewra Partiya Çep a Kesk rol û mîsyonek gelek mezin girtiye ser milên xwe. Di hilbijartinê de yê ku bi serbikevin û têk biçin dê partiya Çep a Kesk diyar bike. Rola Partiya Çep a Kesk rolekê dîrokî ye.”
 
‘Em ê vê hikûmetê têk bibin’
 
Elfesya, diyar kir ku îddîaya wan mezine, ji xwe  bawer in. û  wiha li ser taybetmendiyên partiyê axivî: “Sîyaseta me sîyaseta gelan e. Em pîvan û prensîbên xwe li gorî wê dimeşînin. Di vê pêvajoyê de rastiya desthîlatdariyê bi awayekî şenber derket holê.  Di erdhejê de jî desthilatdariyê berjewendiyên xwe yên rantê derxistin pêş. Li dijî vê helwesta deshilatdariya yek mêrî, HDPê, jin, ciwan û her berşên civakê helwesta xwe nîşan dan. Em di wî baweriyê de ne ku em ê di hilbijartinê de vê hikûmetê têk bibin û serkeftinê bînin vî welatî.”
 
 ‘Jin û ciwanan dê hesab bipirsin’
 
Elfesya, bal kişand ser rola ciwan û jinan jî û wiha destnîşan kir: “ Di hilbijartinê de bi sedhezaran ciwan wê dengê xwe bi kar bînin. Di Newroza îsal de hate dîtin ku ji bo vê desthilatdariyê gotinên ciwanan hene. Pêşeroja ciwanan hate dizîn. Ji perwerdehiyê bigirin heta jiyana civakî ciwan bi qedera xwe re rûbirû hatin hiştin. Her wiha jin jî bi heman şiklî di hilbijartinê de xwedî roleke diyarkerin. Ji ber ku vê hikûmetê ji xeynî dijminatî, rê vekirina qetîl kirina jinê tiştekê din nekir. Di hilbijartinê de wê jin û ciwan ji vê desthîlatdariyê hesab bipirsin.”
 
‘Ji bo Botanê îddîaya me herî kêm 4 parlementer in’
 
Elfesya, di berdewamiya axaftina xwe de li ser xebatên Partiya Çep a Kesk yên li Herêma Botanê jî sekinî û got: “Xebatên me yên hilbijartinê li Botanê bênavber berdewam dikin. Bi qasî ku ji destê me tê em xwe digihînin her qadê. Jixwe Herêma Botanê bi salan e keleha HDP’ê ye. Ji ber ku têkiliya gel û HDP’ê bi hev re gelek xurt e. Gava hate aşkerekirin ku HDP bi Partiya Çep a Kesk re dê bikeve hilbijartinê, gelê Botanê jî bi heman nêzikatiyê ji bo HDP’ê xwedî li Partiya Çep a Kesk derket. Her diçe rêxistina Partiya Çep a Kesk belavtir dibe.  Me di 8’ê Adar û  Newrozê de dît ku alên Partiya Çep her qad xemilandibûn. Me di serdema borî de ji Botanê ji bo HDP'ê 3 parlementer derxistibûn û îsal îddîaya me wek herêma Botanê herî kêm derxistina 4 parlementer e.”
 
‘Em ê bibin dengê ekolojiyê’
 
Elfesya, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku Partiya Çep a Kesk di heman demê de wê bibe dengê ekolojiyê jî û got: “Partiya Kesk di heman demê de rengê ekolojiyê ye. Li herêma Kurdîstanê û Tirkiyê talankirina xwezayê berdewam e. Em e wek partî xebatên xwe ji bo parastina xwezayê jî bimeşînin. Hem bi reng û hem jî bi dengê xwe em ê pêşiya talankirina xwezayê bigirin. Partiya Çep a Kesk ne tenê dengê kurdan, dengê hemû gelên Tirkiyê ye. Me wek partî destê xwe xist bin kevir û em ê berpirsyariya xwe bînin cih.  Em bang li hemû gelan dikim ku werin em bi hev re vê hikûmetê têk bibin.”