‘Dengan nedin tifaqa li dijî qanûna 6284’an e’

  • 09:03 30 Adar 2023
  • Rojane
WAN - Ji hilbijartinê re demek kurt ma û  tifaqa AKP-MHP’ê qanûna hejmar 6284' ji bo xwe kiriye hedef. Femînîst aktîvîst Zozan Ozgokçe bertek nîşan da û got: “Tifaqek ku li ser pêknehatina qanûna 6284 hatiye avakirin, tê wateya ku li dijî kuştina jinan çavê xwe girtine. Bang li jinan dikim ku dengên xwe nedin Tifaqa Cumhur.”
 
Piştî dîroka hilbijartinê hat aşkerakirin şûnde partiyên siyasî bo hilbijartinan qezenc bikin dikevin tifaqên cuda. Demek nêz de li Tifaqa Cumhur ku AKP-MHP jî têde ye Partiya Yenîden Refah (YRP) û HUDA PAR jî tevli bûn.  Van partiyan 30 pêşniyarên ku têde Qanûna Hejmar 6284 jî dihewand pêşkêş kir.  AKP ya ku di kuştin, destdirêjî û tundiya li hember jinê de rola wê heye, dem bi dem ev qanûn hedef girtibû. Lê hertim ji ber bertekan xwe vedikişand. Niha bi partiyên din yên tevli tifaqê bûne re dîsa hat rojevê. 
 
Aktîvîsta femînîst Zozan Ozgokçe ku li Wan û bajarên derdora wê di qada mafên jinan de xebatan dimeşîne bertek nîşanê rewşê da û der barê mijarê de nirxandin kir.
 
6284 destkeftiya jinan e
 
Zozanê diyar kir ku qanûna 6284 ji bo parastina jinan a ji tundiyê û her cureyê girtina tedbîrê gelek girînge û jinan heta ev qanûn bidest xistine li kolanan têkoşîn dane. Zozanê wiha vegot: “Tifaqa Cumhur ev qanûna ku jin û zarokan diparêze hedef girt. Tifaqek ku li ser nepêkhatina Peymana Stenbol û qanûna hejmar 6284’an hatiye avakirin,tê wateya  li dijî tundî, qetilkirin û destdirêjiya jinê çavên xwe digirn. Heman demê de erêkirina îstîsmara zarokane. Ev tifaq li ser binpêkirina jinê hatiye avakirin.”
 
‘Ji Tifaqa Cumhur re deng tune’
 
Zozanê wiha dirêjî daye: “Bila bi taybet jin dengan nedin Tifaqa Cumhur. Şertê rakirina peyamaneke ku jinan diparêze tê çi wateyê gelo?Nîvê welat jin in. Li her jinekê dikare destdirêjî tundî bêkirin. Ev tê wateya ku parastina jinan ji holê radikin. Ger ku 6284 bi awayekî rast pêk bê wê jin bikaribin xwe bigihînin her qerekol û saziya tenduristiyê.Lê mixabin pêkanîn gelek teng kirine.Mînak li Erdîşa Wanê jinek tundiyê dibîne diçe qerekola navçeyê lê ji wir dişinin qerekolek din. Ev tê wateya ku ji jinan re dibêjin biçin malên xwe, li dijî tundiyê serî bitewînin. Dibêjin ‘mêran qedera we çawa xêz kiribe hunê wisa bijîn.’ Desthilatdarî dixwaze profîla jina makul biafirîne.”
 
‘Dixwazin bi jinan serî bidin tewandin’
 
Zozanê balkişand ser biryarên daraza mêr û got di şertên heyî de tu kes bi biryarên daraz, saziyê cemawerî û meclîsê bawer nake û wiha dirêjî daye: “Em diçin dadgehên navneteweyî jî biryar pêk nayên. Ger em mafên xwe nekin bin ewlehiyê wê jiyan ji bo me pir zehmet be. Profîla ku Tifaqa Cumhur dixwaze profîlek jinan a serîtewandinê ye. Dixwazin nifşek ji mêran pêk bê ava bikin. Hemû kesên ku rêbaza wan qebûl nakin, red dike. Ji faşîzmê wêdetir çûye.  Ev hilbijartin çi tîne nizanim. Lê hêviya min ev e ku hawirek hîn bêtir demokratîk bê.”