Erdhêj, lehî û îhmalkarî: Gelo em ê hîna çiqas bimrin?

  • 09:04 29 Adar 2023
  • Rojane
Gulîstan Dursun
 
RIHA - Mulkiye Demîr ya xwediya kreşe ku ji ber karaseta lehiya li Rihayê pêk hat du milyon zirar kir û dewletê 10 hezar daye got: “Em di encama îhmalkariyê de di rê rewşê de ne.”
 
Di 6’ê Sibatê de navenda wê Mereş erdhêj pêk hat û 11 bajar bi bandor bûn. 50 hezar zêdetir kes mirin û ji sedhezarî zêdetir kes jî birîndar bûn. Di 15’ê Adarê de jî karaseta duyem pêk hat. Tevî bi rojan bere hişyarî hat kirin rayedaran tedbîr negirtin û di lehiyên li Semsûr û Rihayê de 21 kes mirin.
 
Li taxa Ertugrul Gazî ya navçeya Halîliye ya Rihayê çemê Sirrin serde çû û encama vê de malbatek Sûriyeyî ya ji 5 kesî pêk dihat di katê bodrum ya avahiyekê de jiyana xwe ji dest dan. Li taxê hîna ceyran tune û gelek kargerî û katê bodruman hîna di bin axê de ne.  Kreşa Ozel Damla ya ku 86 xwendekar û 10 xebatkarên wê hebûn û nêzî çem bû jî roja lehî rabibû girtî bû. Xwediya kreşe  Mulkiye Demîr der barê mijarê de axivî.
 
 
‘Karkerî wêran bû’
 
Mulkiyeyê da zanîn ku ji ber teniştên çem hatine tijekirin û dibistan lê haitye çêkirin çem sere çûye û wiha got: “Kreş ne di rewşa ku niha bê bikaranînê de ye. Piştî karasetê du rojên ewil rayedar nehatin. Em terkî qedera me kirin. Dibe ku dîsa lehî rabe. Lê tu kes nehat alîkariyê. Em nizanin ku wê mexduriyeta me çareser bikin an na. Ji ber soz hat dayîn lê tu tiştek nehat kirin. Tenê hesabê min de 10 hezar pere heye. 2 mîlyon zirara min heye. 10 hezar ji derdê min re nabe derman. Hejmarek komîke. Beriya her tiştî kedek mezin heye. Em di encama îhmalkariya Perwerda Neteweyî de di vê rewşê de ne. Wê rojê dibe ku xwendekar di hundir de bûna.”
 
‘Min wê ji kê re gotin zaroka tune…’
 
Dewlet her carê dibêje em ji jinan re îstîhdamê ava dikin lê tu alîkarî nehat ji min re û wiha dirêjî daye: “Wê rojê dibe ku zarok jî hebûna. Gelo minê ji kîjan dayikê re bigotin zaroka te tune? Ji avahiya ligel me 5 cenaze derxistin. Em mexdûr in. Em tu tiştekî nabîn. Niha rewş wek xwene. Her der xitimandiye. Em digerin kes nayê. Mirovên ji bo tiştekî biçûk dikevi pey belgeyan nakevin pey rewşa me. Gelo em ê heta ku derê bimrin.Ev saziyek 16  sale vekiriye.  Bêguman her tişt wê ne wek berê me. Lê ez dixwazim keda xwe bigirim.”