'Rojbûna Serok ji bo me vejînek e'

  • 09:03 29 Adar 2023
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Endama Mala Jinê ya Taxa Şêxmeqsûdê, Emel Horo ya ku di sala 1992'yan de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîtiye û Endama PYD'ê Eyşe Hiso têkildarî fikir, raman û rojbûna Abdullah Ocalan gotin:"Rojbûna Serok ji bo me vejînek e û em vê rojê li hemû malbatên pakrewanan pîroz dikin."
 
Bê guman bi derketina raman û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan êdî pir guhertin di nava jiyana jinan da hat afirandin. Ji ber têkoşîn, fikir, raman û dayina berdêleke giranbiha gelê kurd îsal jî ji bo pîrozkirina 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan amadekariyan dike. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rojbûna xwe wek vejîna sêyem digire dest. Endama Mala Jinê ya Taxa Şêxmeqsûdê, Emel Horo ya ku di sala 1992'yan de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîtiye û Endama PYD'ê Eyşe Hiso têkildarî fikir, raman û rojbûna Abdullah Ocalan nirxandinên xwe kirin. 
 
'Em deyndarê Rêber Abdullah Ocalan e'
 
Endama Mala Jinê ya Taxa Şêxmeqsûdê, Emel Horo ya ku di sala 1992'yan de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîtiye, di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Di roja me ya îro de bi taybet di nava civaka kurdan de, bi hezaran jin daketin qadan. Di saziyên siyasî, sîvîl û qadên leşkerî de, cih girtine. Ev yek jî dihêle em tim û tim deyndarê Rêber Abdullah Ocalan bin. Ji ber di encama rêya ji me re daye vekirin, me xwe û cewhera xwe nas kir û girîngiya hebûna me, em wekî jin di nava civakê de da îfadekirin."
 
'Em wekî jin dikarin zihniyeta mêr a desthilatdar serast bikin'
 
Emelê bal kişand ser zihniyeta mêr a desthilatdar û wiha axaftina xwe dewam kir:"Ji demê berê de, bi hezaran salan jin hatibû kolekirin, tenê kar û barê malê kiribûn erka wê. Her wiha weke amûrek ji bo zarokanînê dihat pênasekirin. Lê belê bi derketina fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan re êdî azadiya jinê hêdî hêdî derket pêş û jin wekî nîvê civakê hat pênasekirin. Wekî jin erka dikeve ser milê me ew e ku em bikaribin zihniyeta mêr a desthilatdar serast bikin. Em wekî jin dikarin zihniyeta mêr a desthilatdar serast bikin. Mêr hemû berhemên jinê afirandiye vala derxistiye û êdî mêr jî ji aliyê dewletê ve bûye kole."
 
Di sala 1992'yan de li Akademiya Mahsûm Korkmaz 
 
Emelê bal kişand ser kêliyên ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîtiye û di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Di sala1992'yan de li Akademiya Mahsûm Korkmaz bi civînekê me hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re çêkir. Di wê demê de ez gelekî kêfxweş bûm ji bo ku min ê Rêber Abdullah Ocalan bidîta. Wê demê Rêber ji me re wiha gotibû 'Ji ber şoreşa min şoreşa jinê ye bê guman wê jin serkeftinan biafirîne. Ez biçûk bûm, hevala min a keç ku min pê re dilîst bi temenekî pir biçûk hat zewicandin. Di wê demê de wê bûyerê pir bandor li min kir. Lewma ji zarokatiya xwe de min hewl dida ku têkiliya xwe bi herdu zayendan re xurt bikim û fikra azadkirina jinê di mejiyê min de pir dizîvirî'. Dema min li axaftina Serok guhdar dikir, bi rastî me hêz ji axaftina Rêber digirt. Bal dikişand ser Zîlana ji bo wî agir berdabû bedena xwe û ji bo wê jî digot 'Ez wê ji bo xwe wekî Rêberekê dibînim'. "
 
'Azadiya jinê daxwaza Rêber Abdullah Ocalan e'
 
Emelê bal kişand ser daxwaza Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a azadiya jinê û wiha lê zêde kir:"Dema jineke ku tundî û zilm lê dibe tê Mala Jinê em gotinên Rêberê xwe bi bîr tînin. Em bi bîr tînin ku Rêber Abdullah Ocalan çawa qala rewşa kolekirina jinan dikir. Rêberê me digot hêza bi mêran re heye bi jinan re jî heye. Lê belê jin hatiye fetisandin. Em wekî jin hewl didin ku tiştê me ji Rêber nas kir em li derdora xwe belav bikin û azadiya hemû jinan mîsoger bikin. Ji ber azadiya jinê yek ji daxwazên herî girîng a Rêber Abdullah Ocalan e. Bi belavbûna fikir û ramanên Rêber Apo êdî hêza jinê derdikeve pêş û bi vî awayî jinê rastiya xwe nas kir. Lewma em rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li hemû hevalan û bi taybet li hemû jinên cîhanê pîroz dikin."
 
'Bi saya ramanên Rêbertî wê serhildana me bi ser bikeve'
 
Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso da zanîn ku hemû kiryar ji bo tunekirina gelê kurd pêk hatine û wiha pê de çû:"
Di nava dîroka kevnar de her tim êriş li gelê kurd hatiye kirin û hatiye xwestin bê qirkirin. Bi taybet di dema parçekirina Kurdistanê de ev yek bêhtir pêk hat. Ev hemû kiryar jî ji bo tunekirin û çewisandina nasnameya gelê kurd bû. Lê belê di roja me ya îro de bi taybet bi derketina PKK'ê û fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan re êdî ev serhildanên heyî wê ber bi serkeftinê ve biçin. Bi saya ramanên Rêbertî wê serhildana me bi ser bikeve."
 
'Fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan bûn gerdûnî'
 
Eyşe di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser pergala Netewa Demokratîk û wiha anî ziman : "Netewa Demokratîk di nava xwe de malbateke nû, civaka nû û sîstemeke nû dihewîne. Rêber Apo dema ev fikir û raman belav kir di heman demê de ev naskirina pirsgirêka Rojhilata Navîn jî bû. Kesên li dijî demokrasiyê û jiyaneke wekhev e li hemberî vêya derketin. Ev yek jî bû sedem ku tecrîdek pir giran li ser fikir û ramanên Rêbertî were çêkirin. Lê belê tevî vê yekê fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan ne tenê di nava kurdan de belav bû, ew fikir û raman bûn gerdûnî û hemû kesî di nava xwe de dihewîne."
 
'Yekemîn kesên ku fikir û ramanên Rêbertî hembêz kir jin e'
 
Eyşe diyar kir ku fikir û ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo sîstema kapîtalîzmê metirsiyek e û wiha domand:"Kesên herî zêde fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan di nava xwe de girt û hembêz kirin jin bûn. Ji ber ku Rêbertî ji xwe re kir erkek ku li dijî hemû pirsgirêkên jin tê re derbas dibûn, bisekine. Her wiha hewl da ku bên çareserkirin. Sîstema kapîtalîst jî li dijî fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan, li hemberî pergala Neteweya Demokratîk derdikeve. Ji ber ku Netewa Demokratîk ji bo kapîtalîzmê metirsiyek e."
 
'Çareseriya pirsgirêkan Rêbertî ye'
 
Eyşe bi lêv kir ku kilîta çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn di destên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ye û wiha dewam kir:"Projeya Rêveberiya Xweser îro bi saya pergala demokratîk bi ser dikeve. Her wiha çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn fikir û ramanên Rêbertî ye. Li milekî hemû hêzên navneteweyî tecrîda li ser Rêber didin dewamkirin. Ev jî ji ber sedema projeya Neteweya Demokratîk e. Vê ji xwe re wekî xetereyekê dibînin."
 
'Rojbûna Serok ji bo me vejînek e'
 
Eyşe da zanîn ku ji ber ku di nava projeya Neteweya Demokratîk de hemû pêkhateyên cîhanê cih digirin loma jî gerdûnî ye û wiha bi dawî kir:"Jinan jî ev projeye ji xwe re bingeh girtin. Ji ber ku azadiya jinê di vê sîstemê de hat naskirin û hevjiyana azad di nava xwe de kir bingeh. Ji ber ev serdem serdema neteweya demokratîk e. Wê aloziya Sûriye û pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi rêya vê pirojeyê sererast bibe. Rojbûna Serok ji bo me vejînek e û em vê rojê li hemû malbatên pakrewanan pîroz dikin."