Nêrgiz Akyuz: Partiya Çep a Kesk ji bo gelan hêvî ye

  • 09:02 29 Adar 2023
  • Ramyarî
Sema Çaglak
 
MÊRDÎN - Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Nisêbînê Nergîz Akyuz, destnîşan kir ku partiya wan ji bo hemû gelan hêvî ye û got: “Di demeke kurt de ji bo partiya me xwedîderketinek mezin çêbûye, partiya me hêviyê dide û em ê bi ser kevin ”
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî xeteriya girtinê biryar da ku bi Partiya Çep a Kesk re bikeve Hilbijartina Giştî ya 14’ê Gulanê. Partiyên siyasî yên di Tifaqa Ked û Azadiyê de li gel HDP'ê cihê xwe girtin jî helwestên xwe eşkere kirin û diyar kirin ku ew ê bi Partiya Çep a Kesk re bikevin hilbijartinê û ew ê namzetê Serokkomariyê diyar nekin.  Partiya Çep a Kesk jî ji bo ku xwe ji hilbijartinê re amade bike di demek kurt de xwe bi rêxistin kir û kongreyên xwe pêk anîn.  
 
Hevberdevka Partiya Çep a Kesk ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê Nergîz Akyuz derheqê pêvajoyê de nerîna xwe bi ajansa me re parve kir.
‘Xwedî derketinek mezin çêbû’
 
Nergîz, daxuyand ku Partiya Çep a Kesk hem li Kurdîstanê hem jî li Tirkiyê hêza xwe herdiçe mezintir dike û got: “Di 29’ê Çileyê de me kongreya xwe ya şaxa Nisêbînê pêk anî. Ji salên dûr û dirêj de êrîş û zext li dijî HDP’ê didomin. Hewil didin ku dengê HDP’ê qut bikin. Ne li meclîsê ne jî li kolanan nexwezin ku dengê HDP’ê derkeve. Lê belê HDP’ê rixmî van hemû êrîş û zextan di her qadan de ji bo gel hêvîyek ava kir. Niha jî Partiya Çep a Kesk bi heman armancê ji bo gel bûye hêviyeke mezin. Bi taybetî jî ciwan lê xwedî derketin û navê wê belav kirin. Gelek welatiyên ku me xwe negîhandibû wan  ji malên xwe derketin û xwedî li Partiya Çep a Kesk derketin. Bêguman me ji vê xwedîderketina gel moral girt. Rêxisitina me ya Nisêbînê bi taybetî ji ciwanan pêk tê. Ew jî hêza me zêdetir dike û ji bo me dibe moral.”  
 
‘Newroz ji bo bidawîkirina tecrîdê bû seknek’
 
Nergîz, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser peyamên Newrozê ku ji qadan bilind bûn û destnîşan kir ku Newroza îsal nexşereya pêvajoyê diyar kir. Nergîz, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêz û bibiryarbûna gel a li qadên Newrozê ji bo hemû gelan bawerî û hêviyek da. Wan peyaman hêz da me. dewleta Tirk her cara ku dibêje teqat di Gelê Kurd de nema ye, di her Newrozê de gelê Kurd wê gotinê vala derdixe. Di Newroza îsal de jî gelek peyamên girîng hatin dayîn. Herî zêde ji aliyê ciwan û dayikan ve peyam hatin. Bi taybetî di Newroza îsal de ciwan xwedî sekneke berxwedêr bûn û  bi taybetî jî li ser azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan sekinîn. Hûn jî dizanin ev 2 sal in ji birêz Ocalan tu agahî nayê girtin. Ne bi parezêren xwe re ne jî bi malbata xwe re nikare hevdîtinê pêk bîne. Ango binpêkirina hiqûqê di astekê jor de ye.  Ev jî gelê Kurd dike fikaran. Newroza îsal jî ji bo bidawîkirin vê tecrîdê sekneke xurt bû. Her wiha di Newrozê de hêrsa gel gelek li pêş bû. Ji ber ku gel êdî vê desthîlatdariyê napejêrîne. Gel di Newrozê de destnîşan kir ku ew di hilbijartinê de dê ji desthîlatdariyê hesab bipirsin û helwesta xwe li ser sondiqan nîşan bidin.”
 
‘Em bawer in û em ê bi ser kevin’
 
Nergîz, li ser taybetmendiyên Partiya Çepm a Kesk jî axivî û got: “Partiya Çep a Kesk di nav xwe de gelek mijarên girîng dihewîne. Wekî xwedîderketina mafên jinan, parastina ekolojiyê û ji bo parastina edaletê xebatên xwe dimeşîne. Her wiha girîngiyê dide ciwanan. Ev 20 sal in di bin desthilatdariya  AKP’ê de xeyal û pêşeroja ciwanan hatiye desteserkirin. Lewra em  bawer in ku Partiya Çep a Kesk dê xeyalên ciwanan ji nû ve zindî bike. Em bawer in û em ê bi ser kevin.”