‘Ji vejîna 3’yemîn ber bi civaka azad ve’

  • 09:05 28 Adar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Îmraliya ku di bin tecrîda giran de tê girtin de ji dîrokê heta civakê ji zanistê heta her qada jiyanê nirxandinên wî ji roja me ya îro re dibe ronahî û jiyana xwe jî wek ‘vejîna sêyem’ digire dest.
 
Gelê Kurd îsal jî ji bo pîrozkirina 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan amadekariyan dike. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rojbûna xwe wek vejîna sêyem digire dest. Me der barê ve nirxandinên Abdullah Ocalan berhev kirin.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêvajoya Îmraliyê wek ‘Vejîna Sêyem’ digire dest.
 
Pêvajoya yekem
 
Abdullah Ocalan ku dibêje pêvajoya Îmraliyê hem ji bo Gelê Kurd û hem ji bo wî vejîna sêyeme wiha dibêje: “Pêvajoya yekem, ji civaka gund a çandinî dest pê dike heta civaka model fermî û ji dayikê vejîn didome. Di vê demê de dîroka 15 hezar salî bi qelsî û ji hev qûtbûnê derbas bûye. 15 hezar sal berê, piştî vê tora jiyanê nikare bê çareseserkirin. Vê neçareseriyê rê li ber şerê civakî gund û nav malbatê vekir. Ez serhildêrekî gund bûm. Ev serhildan heta derbasbûna civaka fermî berdewam kir. Piştre bi dibistana seretayî û astên cuda re serhildana li dijî komara olîgarşî ev berdewam kir û bi vî awayî du pêvajoyên vejînê lê hat zêde kirin. Ev dem dişibe êrîşa Don Kîşot a li hember aşên ba. Vê rê li ber pirsgirêkan û giranbûna wan vekir. Taybetiyên kapîtalîst li naqokiyên civaka neolotîk û feodal zêde bûn. Ji ber terza şoreşgerî tunebû, hawirek aloz serdest bû. Serhildana min serî lê dan paşverutiya bixwe re çareser nekir. Vê astê 20 salan berdewam kir û piştre bandor li herêmê û seranserê cîhanê kir û di encama xitimînan de veguherî pêvajoya Îmraliyê."
 
Pêvajoya duyem
 
Abdullah Ocalan diyar dike ku şert û pêvajoya Îmraliyê ne wek kes, wek komar û wek gel , wek vejîna sêyem vedinasîne û vejîna duyem wiha digire dest: “Vejîna duyem  vejîna bi tundî û şer, paqijbûnê îfade dikir. Di xweza û civakê de her dema dijberbûna komara olîgarjîşîk wê cihê xwe ji komara re demokratîk re bihêle. Bi neçareseriyê re wê her tim hilweşîn, krîz û texrîbat pêk bên. Tirkiye naqokiyên xwe baş fêm nake û ji ber dema wê de çareser nake ketiye pêvajoya krîzan û nikare jê derkeve. Pêvajo ji bo hemû hêzan vejînek nû ferz dike. Ji dewletê heta aboriyê ji siyasetê heta hiqûqê, ji ahlaq heta hunerê li her qadê çareserî ferze. Pêvajoya min ya Îmraliyê jî tê wateya ku rastiyê ferz dike. Çawa pêvajoya berê wek hêmaya ‘ez û şer’ wate dît, ev pêvajoya nû jî tê wateya ‘ez û aştîyê.’  Parçeyek esas a hebûna min îrada hişmendîya azadiya kurd û îradeya wê ye. Ev hişmendiya bi tecruba şer derbas bûye niha di pêvajoya aştiyê de derbas dibe.”
 
Ji nûve teşebûn: Vejîna sêyem
 
Abdullah Ocalan di berdewamiyê de diyar dike ku pêvajoya Îmraliyê pêvajoya vejiniyê ye û bi van gotinan dinirxîne: “Vejîna duyem şîdet, şer û paqijbûn îfade dikir. Li gorî qanûna yekitî û hebûna dijberbûnên hev yên di xweza û civakê de, di esasa şîdetê de dema dijberê komara olîgarşîk de wê cihê xwe ji komara demokratîk û layîk re bihişta. Tevî ku pêşketinek bi naqok pêk nedihat, bi naqokiyên bêwate yên bê çareserî man, her tim alozî pêk hatin, lê  texrîbat, hilweşîn û krîz dikarin pêk bên. Ji ber ku Tirkiyeyê naqokiyên xwe baş fêm nekir û di dema wê de çareserî pêk neanî, ketiye pêvajoya krîzekê û bi awayekî nikare jê derkeve. Pêvajo di alî hemû hêzan de vejîn û teşeyeke nû ferz dike.  Ji dewletê heta aboriyê ji siyasetê heta hiqûqê ji ahlaq heta hunerê di her qadê de diheje, tengerzar dibe û bi krîzê re li çareseriyê digere. Pêvajoya min ya Îmraliyê jî vê rastiyê sortir dike. Çawa ku pêvajoya beriya vê wek ‘ez û şer’ watedar bûye, ev pêvajoya nû jî tê wateya ‘ez û aştî’ yê. Parçeyeke hebûna min  hişmendiya azadiya kurd û îradeya wê ye. Ev îrade û hişmendiya bi tecrubeya şer derbas bûye, niha di pêvajoya aştiyê de derbas dibe. Pêvajoya şer xwe wek komara dij olîgarşîk û dij feodal formule dike, pêvajoya aştiyê jî xwe wek ‘demokratîk û komara laîk’ îfade dike. Veqetîn û şîdet nayê xwestin û ger ku dixwazin bi giştî xwe ji pergalê dur bixin divê Kurdan bi înkarê tune nekin. Ev şerte ku divê kurd bi hemû hebûnên xwe yên çandî bi awayekî azad bijîn. Komara xwe dispêre înkarkirina îradeya kurd olîgarşîke û ev jî şîdet û newekheviyê bixwe re tîne.
 
Îmrali asta dîrokiye
 
Abdullah Ocalan diyar dike ku pêvajoya li Îmraliyê asteke dîrokiye û wiha vedibeje: “Ji yekitiya azadiyê re yanî ji lihevkirina demokratîkbûnê re vekirîbûn tê wateya jiyanek aştiyane û wekhev. Pêknehatina vê jî ev e ku têkoşîna navbera komara demokratîk û olîgarşîk de hîna encam nebûye. Di vî alî de wek sembolîk pêvajoya Îmraliyê asteke dîrokî nîşan dide. Ev pêvajo ya aştiyê pêk tîne an jî ger ku di vê de serkeftin pêk neyê û înkar û îmhaya komara olîgarşîk bidome, wê demê wê pêvajoya şîdet û newekheviyê pêk bê.  Di dîroka Tirkiyeyê de yekem car krizek giran tê jiyîn û di bin vê de rastiyeke esas heye. Divê wek meclîs û hikûmet mijarê bi awayekî rast binirxîne. Ger ku vê neke û terkî neçareseriyê bike, ev jî nîşan dide ku çavkaniya krîza tê jiyîn siyaste. Biryara darvekirinê li ser min wek şûrê Demokles dihejînin û ev jî encamê nade û şaşiya herî mezin jî di vir de ye. Ev rewş bi Tirkiyeyê di her alî de bi mîlyonan dolar windahî dide kirin û di alî manewî de jî wê li welat êş û elemên giran derxine holê.”