Ji jinan peyama 4'ê Nîsanê: Dem dema azadiyê ye

  • 09:04 28 Adar 2023
  • Rojane
 
AMED - Bi minasebeta 4’ê Nîsanê, jinan hest û ramanên xwe parvekirin û diyar kirin ku ev roj ji bo wan gelek girîng û bi wateye û gotin: "4’ê Nîsanê ji bo me rojek nû ye. Lewra jî tu kes nikare roja me tarî bike û dem dema azadiyê ye.”
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an radestî Tirkiyeyê hat kirin û 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin. Malbat û parêzerên wî ji ber tecrîda ku tê berdewamkirin nikarin pê re hevdîtinê bikin û serlêdanên wan ên ji bo hevdîtinê li Girava Îmraliyê bi hincetên cuda tên redkirin.
 
Li aliyek din Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku di 4’ê Nîsana 1949’an de li gundê Amara yê girêdayî navçeya Xelfetî ya Riha ji dayik bûye û ji rojbûna wê re tenê çend roj maye. Pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê ku berê bi girseyî dihat kirin, salên dawiyê de ev pîrozbahî tên qedexekirin. Bi minasebeta vê rojê jinan di 74’emîn salvegera rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de, hestên xwe parvekirin.
 
‘Heta Serok azad nebe em jî azad nabin’
 
Edîbeya ku paşnavê xwe neda wiha bal kişand ser 4'ê Nîsanê: “Em rojbûna Serok pîroz dikin. Em hêvî dikin ev rojbûn bibe rojbûna aştî, azadî û wekheviyê. Dê azadî pêk bê û zincîrên deriyên girtîgehan biqetin. Em hêvî dikin ku Serok Apo û hemû girtiyên din bên berdan. Em bi tenê aştî û wekheviyê dixwazin. Bila azadî pêk were ku em wekhevbin. Em jin bi saya Serok heta vê rojê hatine. Ji ber vê yekê heta ku Serok azad nebe em jî azad nabin.”
 
‘4’ê Nîsanê ji bo me rojek nû ye’
 
Heybet Kuramî, diyar kir ku divê Abdullah Ocalan û hemû girtiyên din bên berdan û got: “4’ê Nîsanê ji bo me watedare û gelek xweş e. Em dixwazin hertim serfirazî be. Em azadiya Serok û hemû girtiyên din dixwazin. Serkeftin ya Gelê Kurd be. Jin jiyan azadî. Her bijî Serok Apo. Her sal em dixwazin biçin Amarayê û pîrozbahiya 4’ê Nîsanê bikin. Lê em nizanin ku îsal destûrê bidin an na. Em gelek caran bi zorê biçin. Em jin bi saya Serokatî heta vê rojê hatine. Em dixwazin rojbûna Serokatî ya 4’ê Nîsanê bi wî re pîroz bikin. Ji ber vê yekê em azadiya wî dixwazin. Hertim zilm li ser gelê me tê meşandin. Ji bo ku ev zilm bi dawî bibe em dixwazin Serok azad be. Dema ku her 4’ê Nîsanê nêz dibe canê me dicirife û dilê me davêje. Rihê me li wê derê dimîne. Dema ku 4’ê Nîsanê dibe ez gelek hêstiyar dibim. Em hertim xeyal dikin ku Serok li cem me be. 4’ê Nîsanê ji bo me rojek nû ye. Em dixwazin Serok bê berdan.” 
 
‘Tu kes nikare roja me tarî bike’
 
Adîle Geçer jî destnîşan kir ku dixwaze îsal biçe Amarayê û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Ez jî dixwazin îsal biçim gundê Amara. Lê hersal tê qedexekirin. Ez hêvî dikim îsal ne qedexe be. Ez berê gelek caran çûm û dixwazin niha dîsa biçim. Em dixwazin Serok di vê 4’ê Nîsanê de azad be. Bê Serok jiyan nabe. Tu kes nikare roja me tarî bike. Em ê dawiya dawî serbikevin. Ew ê bê berdan. Em ê dîsa biçin Amarayê û serdana mala wî bikin. Daxwaza me ya bi salan azadiya Serokatî ye.”
 
‘4’ê Nîsanê ji bo me dinyayek nû ye’
 
Eyşan Bulak, daxuyand ku êdî bila azadî û aştî pêk bê û wiha bi lêv kir: “Her 4’ê Nîsanê ji bo me dinyayek nû ye û em jî nav wê dinyayê de ne. Em dixwazin Serokatî û hemû hevalên wî yên girtî bên berdan. Em azadî, aştî û serkeftinê dixwazin. Her 4’ê Nîsanê nêz dibe dema ku em diçin Amarayê wekî ku diçim li cem Serok, biçim Serok bibînim. 4’ê Nîsanê ji bo me dinyayek nû ye. Êdî bes e bila dilê dayikan neşewite. Em dixwazin tecrîda ser Serokatî bişkê. Em dixwazin bi Serok re bi hev re bijîn. Êdî bes e, bila deriyên girtîgehan vebibin. Ji girtîgehan cenaze derdikevin.”
 
‘Rojbûna Serokatî pîroz be' 
 
Faîke Bulak, da zanîn ku rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kir û got: "Em jî dixwazin bilçin lê nikarin biçin Amarayê. Em rojbûna Serok pîroz dikin. Em hêvî dikin ku rojên azad de bê Kurdistanê. Ji ber ku dîl hatiye girtin em gelek xemgînin, lê ji ber rojbûna wî ye em gelek kêfxweş jî dibin. Em jî dixwazin xwedî nasnameyek bin. Em azadiya Serok dixwazin. Em hêvî dikin ku rojên nêz de bigihîje azadiya xwe. Rojbûna Serokatî pîroz be.   
 
‘Em ji bo Serok canê xwe bidin’
 
Nofay Sizici jî wekî jinên din 4'ê Nîsanê pîroz kir û wiha axivî: “Em Serokatî gelek hez dikin û rojbûna wî pîroz be. Pêwîst be em ê ji bo Apo canê xwe bidin. Em ê biçin Amarayê û rojbûna Serok pîroz bikin. Em Kurd û Kurdistanî ne. Kurd hemû di bin tecrîdê de ne. Bi hezaran mirovên me hatin kuştin. Ji bo ku ev zilm dawî be divê tecrîd bê rakirin. Em rojbûna Serok pîroz dikin.”
 
‘Dem dema şikandina tecrîdê ye'
 
Fatma Tîmur, da zanîn ku 4’ê Nîsanê rojbûna azadiya Gelê Kurd e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "4’ê Nîsanê ji bo min rojek girîng e. Ez rojbûna serokê xwe ji dil û can pîroz dikim. Ev çend sale me xeber ji serokê xwe negirtiye. Di bin tecrîda girankirî de ye û em ji jiyana wî tendirustiya wî bi guman in. Ji ber vê sedemê mixabin em bi xemgînî rojbûna wî pîroz dikin. Dem dema şikandina tecrîdê ye. Emê bê guman bi hev re tecrîdê bişkînin. Di hilbijartinê de jî hêviya me azadiya rêbertî ye. Çawa îro me qadan tije kiriye em ê di hilbijartinê de jî bigihêjin vê armanca xwe. Bijî serok Apo.”
 
‘Azadiya wî azadiya gelan e’
 
Resîme Okşamak di axaftina xwe de wiha bal kişand ser helwesta CPT'ê: “Rojbûna Gelê Kurd e. 4’ê Nîsanê li Rêberê me, malbata wî û hemû Gelê Kurd pîroz be. Newroz ji bo me çi be 4’ê Nîsanê jî heman tişt e. Ji bo me ji nûve dayikbûne. Bi vê wesîleya rojên xweş jî em serkeftinê hêvî dikin. Me di salên dawî de gelek tişt jiya. Zilm, qeyran, erdhej, lêhî hemû hevdû şopandin. Bila ev rojên pîroz bibe wesîleya xweşiyê.  Ev çend sale me xeber ji rêbertî negirtiye. Ev hekarete ji bo me. CPT jî hat û çû encamek nexist destê me. Ger ev tecrîd were şikandin û rêbertiya me azad bibe wê aşitî û wekhevî were. Wê hertişt xweş bibe. Azadiya wî azadiya gelan e. Ji bo azadiya wî jî divê Gelê Kurd çi ji deste wan were bike. Ev girseya li Newrozê pêkhatiye jî hêvî da me. Em ê bi serbikevin.”
 
‘Bila bibe roja aştiyê’
 
Selma Akin, destnîşan kir ku 4'ê Nîsanê ji bo kurdan girîng e û wiha hest û ramanên xwe anî nizam: “Ev roj ji bo me gelek girîng e. Rojbûna serokê me pîroz be. Bi vê wesîleya roja pîroz em hêvî dikin ku aşitiyek domdar were li ser axên me. Em serkeftina gerîlayên xwe dixwazin. 24 sal in rêbertî di bin tecrîdek girankirî de ye û her ku diçe ev digihêje astek jortir. Em bi hêvîne ku dawî li tecrîdê were û serokê Kurdistanê bigihêje azadiya fîzikî. Ji bo vê ji divê Gelê Kurd çi ji destê wan were bikin. Em êdî serê xwe bilind bikin. Em ê tecrîdê bişkînin û 4’ê Nîsanê bi van hestan pîroz bikin.”