Zuleyha Gulum: Partiya Çep a Kesk wê bibe sedema têkçûyina îktidarê!

  • 09:03 28 Adar 2023
  • Rojane
 
Marta Somek-Rozerîn Gultekîn 
 
STENBOL - Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum da zanîn ku wê hêrsa gel a di lehiyê de li ser sindoqan bibe sedema hesabpirsînê û got:"Em ê vê îktidarê têk bibin. Wekî Partiya Çep a Kesk peywira me ya girîng diyarkirina siberoja vî welatî ye. Mîsyoneke me ya wiha heye. Em ê vê pêvajoyê li gor vê yekê bi rêxistin bikin. Em ê hem li sindoqan hem jî li îradeya xwe xwedî derkevi."
 
Di 6'ê Sibatê de erdheja navenda wê Mereş pêk hat û vê yekê bandoreke mezin li ser 11 bajaran kir. Di vir ew îhmalkariya sîstema heyî dîsa derket holê. Gelê ku li dijî vê yekê bi hêrs e wê vêya bibe ser sindoqan. 
 
Li ser mijara rola Partiya Çep a Kesk û karesata di erhdhejê de me mîkrofona xwe dirêjî Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum kir. 
 
'Dewlet tune bû'
 
Zuleyhayê da zanîn ku dewlet li herêmên erdhejê tune bû û wiha got:"Jixwe kesên di erdhejê de zirar dîtin jî ev yek anîn ziman. Heta ji ber vêya mirov hatin binçavkirin jî. Îktidarê ji bo erdhejzedeyan tiştek nekir. Jixwe budçeya wan jî tu carî ne ji bo gel e. Ji bo berjewendiyên wan, ji bo alîgirên wan, ji bo polîtîkayên wan ên şer budçe hat veqetandin. Loma jî di dema erdhejê de tiştek nekirin û niha jî tiştekî nakin."
 
'Felaketa sedsalê îktidar bi xwe ye'
 
Zuleya da zanîn hîn birînên erdhejzedayan nehatine pêçandin û got:"Hîn di bin kavilan de cenazeyên mirovan hene. Yanî wê gorên mirovan jî tune bin. Ev sepaneke li dijî mirovatiyê ye. Tu alîkarî ji wan re naçe. Kon, av, xwarin tune ye. Piştevaniya gel çêbû. Em û dilxwaz ji roja ewil de ji bo erdhejzedeyan ketin nava hewldanê. Loma felaketa sedsalê îktidar bi xwe ye. Ger ev îktidar bidome wê pêvajoya zehmet derbas nebe."
 
'Em ê hesabê bipirsin' 
 
Zuleyha, diyar kir ku tu carî êşa mexdûrên erdhejê nadin jibîrkirin û got: "Hesabê vê pevajoyê dê ji hêla gel ve bê pirsin. Ev êşeke ne hêsan e. Ev qas êş bidin jiyîn û piştre wekî tiştek nebûyî tevbigerin. Bi nêzbûna hilbijartinê jî deng dixwazin! Ev tişt nayê qebûlkirin. Divê hikûmet, walîtî, şaredariyên îktîdarê îstîfa bikin. Lê mixabin em di welatekî wisa de dijîn ku îktîdar şerm nake û ligel kavilên heyî dîsa jî derdikeve pêşberî gel. Ji bo parlamenteriyê ji wezîfeyên xwe îstîfa dikin. Lê divê bê zanîn ku gel bi hers e. Şîna me heye, êşa me mezin e, lê belê em ê serî rakin. Em ê hersa xwe di sindoqan de bînin ziman. Em ê hesabê vê yekî bipirsin."
 
'Em bi gelê re xwe re bûn'
 
Zuleyha, destnîşan kir ku gel dê hersa xwe di hilbijatinê de bîne ziman û wiha bi lêv kir: "Gel dê biçe hilbijartinê, xwedî li sindoqên xwe derkeve û xwedî li hers û êşa xwe derkeve. Dê teqes hesabê bipirse. Piştî hilbijartinê ev kes dê bên darizandin û nikarin bi hêsanî rizgar bibin. Di pêvajoya erdhejê de partiya me li cem gelê xwe bû. Sazî û rêxistinên demokratîk û partiyên siyasî li herêmên erdhejê bi hev re bûn. Me hewl da ku em bi hev re di bin van kavilan de derkevin. Daxwazên gel, daxwazên HDP'ê ne. Gotina gel gotina HDP'ê ye. Ne tenê partiya me Tifaqa Azadî û Ked jî gotina gel tîne ziman."
 
Em ê bi îqtîdarê bidin windakirin!
 
Tu tiştekî ku ev îqtîdar bide gelan, kesên tune tên hesibandin, ên bi cudakariyê re rûbirû tên hiştin û bide kurdan tune ye. Herwiha tiştekî bide kedkar, jin û zianan jî tune ye. Ji ber ku hemû dîzayna vê îqtîdarê li ser esasê parastina kursiyên xwe û sazîkirina faşîzmê bû. Ji ber vê yekê di vê dema hilbijartinê de helbet em ê bi vê hikûmetê bidin windakirin. Weke Partiya Çep a Kesk, înîsiyatîfa me ya xurt a li parlamentoyê di xaleke gelekî girîng de ye. Ji ber ku sîste ma serok komeriyê dê di dema pêş de biguhere. Li ser bingehê avakirina jiyaneke nû ya ku bi pergaleke bihêz a parlamenteriyê re wê serdemeke nû bê afrandin. Ji ber vê yekê weke Partiya Kesk ya Çep gelekî girîng e ku em di parlamentoyê de bi hêz bin û bi hejmareke zêde ya parlamenteran derbasî parlamentoyê bibin. Her wiha pir eşkere ye ku di vê heyamê de ji bo pêvajoya giştî ya hilbijartinê û piştî hilbijartinan em di rewşeke diyarker de ne. Bi rastî jî erk û mîsyoneke me ya gelek girîng heye ku em pêşeroja welat diyar bikin. Haya me ji vê erkê heye û li gorî vê jî em xwe amade dikin. Em ê vê pêvajoyê li gorî wê bi rêxistin bikin.”
 
'Em ê îradeya gel bi rêxistin bikin'
 
Zuleyha diyar kir ku ew ê hem beriya hilbijartin û hem jî piştî hilbijartinê xwedî li sindoq û îradeya xwe derkevin û berdewam kir, "Em ê werin parlamentoyê ku hêrsa gel bînin parlamentoyê û hesabê hemû êşên ku heta îro hatine jiyîn, erdhej jî di nav de ye, bipirsin û baweriya me heye ku em ê bi ser bikevin. Ji ber ku gel vê dixwaze, gel jî wisa dixwaze. Yanî ev gotina gel e, vîna gel e. Helwesta me ew e ku vîna gel li ser zemîna ku jiyanek nû ava bikin bi awayê ku dixwazin jiyanek nû ava bikin birêxistin bikin. Di vê wateyê em  di wê baweriyê de ne ku wê ev hilbijartin bi vê biryardarbûn derbas bibe.” Zuleyhayê bang li hemû gelan kir ku li dora Partiya Çep a Kesk bicivin û got, “Helbet divê her kes xwedî li vîna xwe derkeve, her kes bikaribe dengê xwe bi kar bîne. Di vê heyamê de bi taybetî ji bo ku kes bikaribin dengan bikar bînin divê lîsteyên hilbijartinê bên kontrolkirin. Divê kes kontrol bike ka kesên din li cihê lê rûdinê  qeydkirî ne an na. Ger qeyda wan hatibe kirin bila îtîrazên xwe bikin, sindoqan biparêzin. Divê em heta dawiyê sindoqan neterikînin û vîna xwe biparêzin. Ji ber ku dengdan têrê nake. Di heman demê de pêwîst e xwedî li vê pêvajoyê bê derketin. Em ê li pêşeroja xwe xwedî derên."