‘Ji bo me berjewendiyên gelan esas in’

  • 09:01 28 Adar 2023
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Hevşaredara HDP’ê ya Cizîrê ku li şûna wê qeyûm hatiye tayinkirin Berîvan Kutlu diyar kir ku wîjdan û exlaqa desthîlatdariyê di erdhejê de di bin kavilan de ma û got: “Em wek HDP’ê li ser esasê xalên ku me diyar kirine pêşve diçin. Em sîyaseta xwe li gorî rêya 3’yemîn û demokrasiyê dimeşînin. Ji bo me berjewendiyên gelan esas in.”
 
Erdheja ku di 6’ê Sibatê de navenda wê Mereş bû pêk hat bandora xwe li ser 11 bajaran kir û hîna jî birînên kesên di erdhejê de zerar dîtine nehatine pêçan. Bi hezaran kesên ku ji bin kavilan xwe xilas kirin niha jî pirsgirêkên wan ên jiyanî berdewam dikin. Desthilatdariya ku ji kesên di bin kavilan de sax mabûn re nebû bersîv niha jî pirsgirêkên mexdûrên erdhejê nikare çareser bike. Herwiha li gel pirsgirêkên mexdûrên erdhejê ku berdewam dikin, hilbijartineke ku dê di demeke kurt de bê kirin jî di rojeva gel de ye û pirsgirêkên mexdûrên erdhejê bandora xwe li ser pêvajoya hilbijartinê ku tê meşandin jî dikin. Partiyên sîyasî amadekariyên hilbijartinê dikin. Maseya ku nûnerên 6 partiyan li ser rûdinên,  ji bo xwe Kemal Kiliçdarogu namzedê serok komariyê nîşan dan. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî bi tîfaqa Ked û Azadiyê re li hev kir. 
 
Têkîldarî pirsgirêkên di dema erdhejê de hatin jiyîn û rojeva sîyasî de Hevşaredara HDP’ê ya Cizîra Şirnexê ku li şûna wê qeyûm hatiye tayin kirin Berîvan Kutlu axivî.
 
‘HDP'ê karê xwe yê wicdanî û exlaqî kir’
 
Berîvan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser erdheja navenda wê Mereşê ku bandora xwe li 11 bajaran kir û got: “Roja ewil a erdhejê HDP’ê ket nav lîv û tevgerê. Ji roja ewil a erdhejê HDP’ê xebatên xwe rawestand û bi hemû hêza xwe pêkhateyên  xwe şandin herêmên erdhejê. HDP’ê karê xwe yê wîjdanî û exlaqî kir. Lê belê desthîlatdaran di pêvajoyek wiha hesas de jî êrîşên xwe yên li dijî gelan berdewam kirin. Ji bo ku sîyaseta HDP’ê ya di warê wîjdanî û exlaqî de pêşve neçe bi êrîşan hewil dan ku wê sîyasetê şêlo bikin. Di pêvajoyek wiha de tişta divê bê kirin ne cudakariya di navbera gelan, netew û ziman de ye. Lê desthilatariyê ew xal binpê kirin. Mixabin wîjdan û exlaq bi destê desthîlatdariyê di bin kavilan de hat hiştin.”
 
‘Komkujî hat kirin’
 
Berîvanê, destnîşan kir ku li herêmên erdhejê komkujî hat kirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Desthîlatdariya ku di vê pêvajoyê de bingeha têkçûyîna xwe amade kir dest bi êrîşên xwe yên li dijî aliyên muxalîf kir. Lê belê HDP’ê li dijî van hemû êrîşan xebatên xwe berdewam kirin û ji sekna xwe tawîz neda. HDP di nav gel de bû. Welatiyan bi xwe anîn ziman di serî de HDP û gel gihîştine hawara wan. Lê pergala xitimandî bi zanebûn welati di bin kavilan de hiştin. Şûna ku alikariyê bikin û bigihêjin hawara gel OHA ragihandin. Kesên ku çûn alikariyê jî asteng kirin, êrîş kirin û derb kirin. Ango rûreşiyên xwe berdewam kirin. Ev dijminatiya li hemberî gelan e. Ne tenê li dijî gelê Kurd dijminatiyek li dijî hemû gelên Tirkiyê ye. Li heremên erdhejê li ser jiyana mirovan lîstin. Bi vê yekê komkujiyek hate kirin. Divê ev tişt ji bîra me neçe. Ji rojên destpêkê ve neçûn hawariya gel. Heke zûtirin biçûna wê ew welatî sax derxistina. Ev helwesta li hemberê herêmên erdhejê divê tu carî ji bîra me neçe. Rastî jî gava kesên têk diçin, tengav dibin û hay ji têkçûyîna xwe dibin êrîşên ku mirov matmayî dihelin dikin. Me di vê pêvajoyê de ev yek dît. Yên ku piştî 10-15 roj şûnde çûn bi ava fêkî û kekan ku birin henekên xwe bi jana gel kirin. Çiqas ji bo tişta kirin hincetan bibînin jî rastiya wan ew e.”
 
‘Gavên şênber divên’
 
Berîvan, li ser maseya 6’an jî sekini û diyar kir ku HDP’ê wê li gorî xalên ku diyar kirine sîyaseta xwe bimeşîne û got: “ Em sîyaseta xwe li gorî rêya 3’yemîn û demokrasiyê dimeşînin. Ji bo me berjewendiyên gelan esas in. Rewş û sekna me diyar e û em ji xalên xwe tavîzê nadin. Di maseya 6'an gavên şênber neavêtin. Jixwe hatin û çûyîna Meral Akşener jî nîşan da ku cîdîyetek nîne. Hatin û çûyîna Meralê şexsîyeta wê datîne ber çavan. Di rastiya wê de zelalbûyînek nîne. Sîyaseta wê sîyaseta xapandinê ye. Ji bo me pratika gotinan esas e. HDP di meclîsê de partiya 3’yemîn e. HDP ne partiyek biçûk e û di hilbijartinê de girseyê diyar dike. Kî  pîvanên HDP’ê û daxwazên gelê Kurd bîne cih em ê bi wan re li ser maseyê rûnên.”
 
‘Newroz bersiva êrîşên li dijî gelan e’
 
Berîvan, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser cejna Newrozê jî û got: “ Tê zanîn ku Newroza îsal diyarî kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane hat kirin. Hem 8’ê Adar hem jî Newroz mijara wan a sereke erdhej bû. Newroz cejn û têkoşîna gelan e û bersiva êrîşên li dijî gelan e."