Ji bo dayikên girtî banga azadiyê

  • 13:42 27 Adar 2023
  • Rojane
MÊRDÎN/AMED - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Amed û Mêrdînê ji bo berdana Dayikên Aştiyê yên girtî banga azadiyê kirin. 
 
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê û Amedê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî girtina Dayika Aştiyê Behiye Yalçin û 6 jinên din li Îzmîrê û şewitandina înfaza Dayika Aştiyê Hanse Bulut da. 
 
Mêrdîn
 
Li Mêrdînê Meclîsa Dayikên Aştiyê li li navçeyên Artuklu û Nisêbînê daxuyanî dan. Di daxuyaniya li pêşiya rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Artukluyê hate dayîn de, li gel endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, gelek kesên din jî amade bûn. Ji Dayikên Aştiyê Besna Gunay diyar kir ku ew li dijî şer in û wiha got: “Em dayikên wekhevî û mirovahiyê ne. Lê destên van dayikan kelemçe dikin û dikin zindanan. Em vê qebûl nakin û şermezar dikin. Em ji bo ku pêşî li ber rijandina xwînê bigirin derketin. Em naxwazin dayik bên kelemçekirin û girtin. Daxwaza me ew e ku ev dayik bên berdan.” 
 
Di daxuyaniya li pêşiya Rêxistina HDP’a Nisêbînê de jî ji Dayikên Aştiyê Perîhan Atûg axivî. Perîhanê, xwest ku Dayikên Aştiyê yên girtî tavilê bên berdan û ev tişt anî ziman: “Dayik, şer naxwazin û ji bo aştiyê têdikoşin. Çi dibe bila bibe em ê dev ji daxwaza xwe ya aştiyê û demokrasiyê bernedin. Divê dayikên me tavilê bên berdan. Em qebûl nakin ku dayikên me bên girtin û binçavkirin.”
 
Piştre jî ji Dayikên Aştiyê Emîne Koç axivî û da zanîn ku li dijî girtinan, ew daxwaza aştiyê û azadiyê dikin. 
 
Amed
 
Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Amedê jî li avahiya xwe ya navçeya Rêzana Amedê daxuyanî dan. Ji Dayikên Aştiyê Nafiya Yîgît axivî û bal kişand ser daxwazên xwe. Nafiya, diyar kir ku Behiya Yalçin ji ber ku daxwaza aştiyê kir hat girtin û got: "Bi salan e me wek Dayikên Aştiyê ji bo aştiyê têdikoşin. Lê belê her roj cenaze tên. Li ser erdnegariya me her şer heye. Dayika Behiye jî li dijî vê yekê her tim li qadan ji bo pêkanîna aştiyê di nav têkoşînê de bû. Girtina dayika 70 salî şermek mezin e. Em wek dayik tu carî şer naxwazin û em her tim alîgirê aştiyê bûn. Em wek Dayikên Aştiyê bang dikin ku bila dayikên hatin girtin bên berdan.