Bi dirûşma ‘Ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve’ meş tê lidarxistin

  • 12:54 27 Adar 2023
  • Rojane
 
AMED - Bi pêşengiya KCD, DBP, TJA, HDP, MED TUHAD-FED’ê bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi dirûşma “Ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve” meş tê lidarxistin. Di daxuyaniyê de Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz û Hevserokê giştî yê KCD’ê Berdan Ozturk û bang li gel kir ku ji bo çareseriyê bi coşa di Newrozê de hatiye nîşandan re meşa azadiyê bi hêz bikin.
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li gel Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê yên bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED)  bi wesîleya 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li avahiya MED TUHAD – FED’ê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de MED-DER, TUAY-DER, Meclîsa Dayikên Aşitiyê, Hevseroka giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk cih girtin.
 
Metna daxuyaniyê ji aliyê rêvebera MED TUHAD – FED’ê Safiye Akdag ve hate xwendin.
 
‘Bêdengiya CPT'yê nayê qebûlkirin’
 
Safiye tecrîda 24 sal in li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin bi bîr xist. Safiye diyar kir ku ruxmê hemû serlêdanan ji xeynî 25'ê Adara 2020'î hevdîtina bi telefonê ku piştî çend deqeyan hate birîn pê ve tu agahî jê nehatiye standin û li ser berdewam kir: “Ji aliyê CPT'yê jî di derheqê hevdîtinê de hetanî niha bi raya giştî re tu agahî nehatine parvekirin. Ev pêkanîn û bêdengiya li hemberî bertekên raya giştî ya demokratîk li dijî hiquqa neteweyî û navneteweyî, herwiha li dijî hemû nîrxên mirovahiyê ne û bi tu awayî nayên qebûlkirin. Rista birêz Ocalan a di derheqê pirsgirêka Kurd de û bandora wî ya li ser gelên Rojhilata Navîn û cîhanê baş tê zanîn. Di Newroza 2013'an de, bi xwendina nameya wî bi milyonan kes ber bi qadê ve herikîbûn û dabûn nîşandan ku bi vîna xwe li pey wî ne û li gel riya ku daye pêşiya gelan e. Piştî ku ji aliyê Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan ve maseya mûtabaqatê hate hilweşandin li Tirkiye û li Kurdistanê  pêvajoya herî reş û tarî ku di dîrokê de kêm bê dîtin dest pê kir. Bi awayekî hovane û bênavber polîtîkayên qirêj, kuştin, îşkence, girtin û bêhiquqîyên li ser gelê Kurd, kes û saziyên demokratîk hatin meşandin û hê jî didomin.”
 
‘Sembola aştiyê ye’
 
Safiye da zanîn li dijî van hemû pêkanînan gelê Kurd û derdorên azadîxwaz îsal jî hem di 8'ê Adarê de û hem jî di Newrozê de li qadan tecrîda hovane ya li ser birêz Ocalan şermezar kirin û li dijî daxwaza radestgirtinê bertekên xwe nîşan dan. Safiye daxwaza gelê kurd rêz kir û ji bo 4’ê Nîsanê ev gotinan kir: “ Li her çar aliyên Kurdistan û cîhanê gelê Kurd û gelên din herikîn qadan û daxwaza azadiya birêz Ocalan û hemû girtiyên azadiyê kirin û dîsa destnîşan kirin ku navnîşana çareseriya demokratik Birêz Abdullah Ocalan e. Ji aliyê gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn û gelên cîhanê yên azadîxwaz ve rojbûna  birêz Ocalan, anku 4’ê Nîsanê  li dijî şer bûye sembola aştiyê, li dijî koletiyê bûye sembola azadiyê û li dijî mêtîngeriyê bûye sembola wekheviyê.”
 
‘Em ê meşa azadiyê li dar bixin’
 
Safiye herî dawî bernameya 4’ê Nîsanê wiha parve kir: “Di vê rojê de her sal, ji bo jiyaneke nû ya azad, pîrozbahî, şahî û bernameyên cuda tên lidarxistin, dar tên çandin û ber bi Amarayê ve meş tên lidarxistin. Îsal jî bi dirûşma “Ji bo Azadiyê ber bi Amarayê ve” em ê, ji bo daxwaza hemû gelan a azadiyê, bi hev re berê xwe bidin Amarayê. Em ji bo pêkhatina daxwaza me kurdan û hemû gelên azadîxwaz a herî xwezayî, neteweyî û civakî ya ji bo ewlehî, tenduristî û azadiya Ocalan a fizîkî, ji bo şikandina tecrîdê û çareserkirina demokratîk û aştiyane we vedixwînin meşa Amarayê. Em ê bi hev re, bi têkoşîneke domdar û encamgir tecrîdê bişikînin û azadiya birêz Oclan a fizîkî û ya hemû dîlgirtiyên azadiyê pêk bînin. Bernameya îsal dê wiha be; Di navbera 1 û 10'ê Nîsanê de çandina daran. Li her bajarî plansaziyên pîrozbahiyê . Di 4’ê Nîsanê bi gelemperî meşa ber bi Amarayê.” 
 
‘Tecrîd rêbaza dijminatiya gelan e’
 
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz têkildarî hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê axivî. Salîha got, “4’ê Nîsanê rojbûna Birêz Ocalan û gelê Kurd e. Ji bo gelê Kurd birêz Ocalan ne kesekî asayî ye. Her wiha navê rêveberiya xweser a statu, jiyana wekhev, ziman û çanda gelê Kurd a li erdnîgariya xwe ye. 4'ê Nîsanê ji bo gelê Kurd rojeke girîng e. Em di xaçerêyek girîng a dîrokî re derbas dibin. Ev xaçerêya dîrokek e ku hem di warê siyasî û hem jî di warê hiqûqî de gelek geşedanan dihewîne. Li aliyekî rewşek heye ku bi taybetî di van 2 salên dawî de tecrîd her ku diçe kûrtir dibe û veguheriye kêmasiya mutleq a ragihandinê. Li aliyê din her ku tecrîd kûr dibe, siyaseta şer û dijminatiyê jî kûr dibe. Ji aliyekî ve em 4'ê Nîsanê di demeke ku siyaseta israra di şer, tecrîd û dijminatiya gelan de nayê çareserkirin û xwe tune dike, pêşwazî dikin."
 
‘Em azadî û demokrasiyê ji nû ve ava bikin’
 
Salîha bal kişand ku tecrîda li ser Ocalan di qadên Newrozê yên 8’ê Adarê û 21’ê Adarê de hate girankirin û got, “Bi awayekî zelal hate gotin ku em tecrîdê qebûl nakin û ev tecrîd nayê jiyîn. Bi van peyam û axaftinan em 4’ê Nîsanê bi helwesteke siyasî pêşwazî dikin. Em hemû gelê xwe vedixwînin 4’ê Nîsanê ya îsal. Em di vê baweriyê de ne, perspektîfa çareseriya demokratîk a Birêz Ocalan gelekî zelal e. Jiyana wî ya alternatîf pir zelal e û hêviyê dide mirovan. Dixwazim bibêjim ku divê di zûtirîn demê de azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan pêk were da ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, ji bo demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn rola xwe ya dîrokî bilîze. Ez di wê baweriyê de me ku ev pêvajo wê bi helwesta tund a hemû beşên ku hem ji bo têkoşîna me ya azadiya fizîkî hem jî ji bo demokrasiyê piştgirî dikin, pêk were. Em hemû gelê xwe ji bo ji nû ve jidayikbûna Birêz Ocalan û gelê Kurd bi meşa xwe ya 4’ê Nîsanê ya Amara ya ji bo Azadiyê vedixwînin Amarayê. Em bang dikin ku bi hev re azadî û demokrasiyê li wir ji nû ve ava bikin.
 
‘Rojbûna gelê kurd e’
 
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk ku pişt re mafê axaftinê girt, diyar kir ku bi salan e kurd tên tunekirin. Berdan wiha got: “Ev feraset hê jî didome. Çima Birêz Ocalan ji bo me ev qas girîng e? Em ber bi hilbijartineke dîrokî ve diçin. Divê her kes bizane ku Birêz Ocalan îro ne tenê rêberê Kurdan e, di heman demê de bi felsefe û paradîgmaya xwe rêberê Rojhilata Navîn e. Ji ber vê yekê ew pir girîng e. Rêberê Kurdan û gelên bindest e. Rojbûn rojbûna Çarenûsan e. Kes nikare vê înkar bike. Kurd ji gotina 'Ez Kurd im' şerm dikirin. Gotin 'ew ne mirov in'. Birêz Ocalan û hevalên wî li dijî vê derketin û têkoşîn kirin. Her kes rol û mîsyona birêz Ocalan dizane. Her kes baş dizane ku pirsgirêka Kurd bêyî Ocalan çareser nabe. Demokrasî bêyî Ocalan pêk nayê. Îro jî tecrîd kûrtir kirin, dengê demokrasiyê kêm kirin. Zêdeyî 2 sal in birêz Ocalan nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Rojbûna Birêz Ocalan ji nû ve zayîna gelê Kurd e. Gelê Kurd ji nû ve ji dayik bû, îro Kurd bi paradîgmaya Birêz Ocalan li hemû cîhanê tên naskirin. Ji ber vê yekê em bang li hemû gelê xwe dikin, em ê bi hev re heta Amarayê bimeşin û li wir peyameke xurt bidin. Bêyî Ocalan çareserî, demokrasî, azadî û jiyana wekhev pêk nayê.”