Gundeki li navenda Hîlala dewlemend: Amara

  • 09:04 27 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Abdullah Ocalan diyar dike ku di teşebûna kesayeta mirov de ax û erdnîgarî bi bandor e û  di vegotina gundê xwe Amarayê de grafîka têkoşîna xwe nîşan dide.
 
Ber bi 4’ê Nîsanê  Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gelê Kurd xwe amade dike ku biçin gundê Amara yê Xelfetî ya Rihayê. Amara ku Abdullah Ocalan lê hatiye dinê di alî civakî û dîrokî de li cihekî girîng cih digire.  Abdullah Ocalan diyar dike ku Amara di teşebûna kesayeta wî de gelek bi bandor e.
 
Gundekî li navenda Hîlala dewlemend
 
Abdullah Ocalan diyar dike ku cihê mirov lê mezin dibe bandorê li ser kesayeta mirov dike û wiha dibêje: “Gundê Ammara gundê ku ez lê hatime dinê ye. Avhewa wî avhewa Behraspî ye. Li navenda herêma ku wek navenda Hîlala Dewlemend a dîrokê tê binavkirin cih digire. Çanda çandinî û sewalkariyê gelek dewlemend e.  Yek ji cihên herî eesas yên civaka neololîk lê pêş ketiye ye.”
 
Ji şaristaniyê re şahidi kiriye
 
Abdullah Ocalan nirxandina xwe wiha didomîne: “Şaristaniya Sumeran li vir hewl daye xwe mayînde bike.  Yek baskên Sumeran Kargamiş li Başûr, li Rojhilat li Riha-Bîrecîk, li Bakur jî li Samsat, li Rojava jî li navenda bajarê Pere dikevin. Ev herêma navendî ya Qraltiya Komagene ye jî. Vê herêmê ji şarastiyên Asur, Med, Pers, Sasanî, Helen, Komagene, Roma, Bîzans, Ereb-îslam û Somanî-Tirk re şahidî kiriye.”
 
Deriyê derbasbûna qewman
 
Abdullah Ocalan wiha tespîtên der barê Amarayê de dike: “Yek ji taybetmendiyên din yên herêmê ev e ku ji gelek qewm û civakan re bûye deriye derbasbûnê. Li herêmê tê fêmkirin ku di dîrokê de ewil  civakên koka wan Aryen yên bi navê Hurrî tên binavkirin bi cih bûne. Zimanê Kurdan û Hurriyan dişbin hev. Sumeran navê kesên li çiyan dijiyan Hurrî danîne. Sumeran carnan jî ji van re digotin Kurtî. Li Başûr jî  Amorîtên koka wan Samî bû dijiyan. Ev civak piştre ji Ereban bandor bûne. Di bin komuta Saad Îbnî Ebu Vakkas ve îslamiyet anîne herêmê. Hîna piranî mirov û gund koka wan îslamî-ereb. Ji Asuriyan jî hîna gelek bermahî hene. Her wiha Luvî û Ermenî jî li herêmê bi bandor bûn.  Sumer  gelê herî kevnar yên Anatolyê ne. Piranî li Başûr û Başurêrojhilatê Anatolyê bi cih bûne. Çand û zimanê wan Aryen e. Ermenî dîsa li herêmê entîka herî xurt bûn. Hostetjiya madene li vir aydê Ermeniyan bû. Piştî Zayînê di sedsala 2’emîn de Tirk jî tên herêmê.  Li Rojhilat Kurd bi bandor bûn û Tirk ji ber vê hatine rojavayê Firatê.  Di vê çarçoveyê de Ammar (Omerî) Kurd bûn.  Li deverên din gelên din hebûn. Tirkmen, Ereb û her wekê din hebûn. Kurd hêza herî xurt a şoreşa neololîtîk û çandî a herêmê bûn.
 
Rolek girîng lîstine
 
Kurd bi sewalkariyê re mijûl dibûn.  Ereb-Amorît bi bazirganiyê re mijûl dibûn. Ermenî bi maden, Tirkmen li pey koçberî û şervaniyê  bûn. Xiristiyan û Misliman di nav hev de li vê herêmê jiyane. Ji ber vê sembola herî kevn a pir bawerî û çandî dihewîne. Di nav hev de zewac dihatin kirin. Niha çanda kapîtalîst nû pêş dikeve. Ev rstî xweser a herêmê ye.  Hîna li herêmê şopa xurt a çanda çandiniya neolotîk heye. Bi kurtasî cihê lê hatime dinê bi vî awayî dikarim vebêjim.
 
Teşebûna civakî
 
Di qezenckirina nasnameyê de malbat bi bandor e. Cihê malbat lê cih digire gund e. Civaka me ya gund di bin bandora çanda neolotîk  de ye. Ji malbatên xizan pêk tên. Rêjeya xwendin û nivîsandinê bi sînor e. Ji burokratîkbûna komarê re biyanî ne.
 
Der barê malbatê de
 
Ji malbata me re dibêjin Mala Ocê. Bi Kurdî ye.  Mal malbat e û Ocê jî navê kalê me yê herî kevn e.  Paşnavê me jî ji wir tê Ocalan. Bavê min kurê Abdullah e. Navê wî Omer e. Navê min jî navê kalê min danîne. Bavê min kesekî rast û dirûst bû.  Ez jî bûm şahidê karekterê wî. Ez pir baş nas dikirim. Digot tu karê paqijiyê dikî. Ez memurê kadastroyê li Amedê bûm. Mine ew li ser dîwarê wîlayetê dît. Em runiştin. Kêfxweşiya xwe anî ziman. Taybetiya malbata min ya din jî gelek girêdayî koka xwe bûn. 
 
Jina xurt Uveyş
 
Aliyê dayika min wan hîn bêtir tevlihev e. Bapîra min ji baskê Şabikan ê Eşîra Gedîkan e.  Kalê min  Hamît bi dapîra min Havva re dizewice. Dayika min Uveyş tê dinê. Havva û Uveyş di malbatê de jinên xurt yên bi bandor temsil dikin. Tu car xwe ji mêran jêrtir nedidîtin. Em dikarin bêjin têkoşîn bi awayekî herî paşverû meşandine.Ez bi kurtasî dikarim bejim ku ez bermahiya herî dawî ya malbatê temsil dikim.