‘Nêzîkatiya li hemberî qanûna 6284’an restorasyona serdestiya mêr e’

  • 09:03 27 Adar 2023
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Femînîst nivîskar Berîn Sonmez diyar kir ku ber bi hilbijartinê qanûna 6284 ji bazarê re tê vekirin û got ev pêngava restorastyona serdestiya mêr e û got: “Bi armanca mafê jiyana me binpê bikin bazarê dikin. Li dijî vê divê em têkoşîna xwe mezin bikin.
 
HUDA PAR û Partiya Yenîden Refah tevli tifaqa AKP-MHP’ê bûn û çawa hatin destkeftiyên jinan hedef girtin. protokola bi AKP’ê re hat kirin di çapemeniyê de hat weşandin û piştî vê di serî de jinan gelek aliyan bertek nîşan da.
 
Femînîst nivîskar Berrîn Sonmez der barê mijarê de ji ajansa me JINNEWS’ê re axivî.
 
Berrînê destnîşan kir ku di encama têkoşîna jinan de  Peymana Stenbolê ji aliye hikûmetê ve hatibû qebûlkirin û dîsa qanûna hejmar 6284 jî di encama têkoşînê de hatiye bidestxistin û got: “Pêşnûma jinan amade kiribû ji aliye hikûmet, kabîne û parlamentoyê tevî ku jinan nedixwest hinek guherîn lê hatibûn kirin. Ev hemû destkeftiyên jinan bûn. AKP’ê di 10 salên dawî de êrîşî destkeftiyên jinan kir. AKP her diçe muhafazakar dibe. 
 
‘Serokomarekî ku soz dide wê mafê jinan xesp bike’
 
Berrînê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Peymana Stenbolê bi awayekî dijhiqûqî hat rakirin. Di sala duyemîn a feshkirina peymanê de qanûna 6284 ji nîqaşê re hat vekirin. Partiya  Yenîden Refah daxwaz kir. Bêguman ev ne suprîz bû. Ji ber ku ji berê de partiyeke dijberê jinê ye. AKP pêvajoya hilbaijartinê de diçe muzakeyerek ku şertên wan qebûl dike. Ev mriovan matmayî nahêle. Serokomarekî ji bo hilbijartinan soza ku wê mafê jinan xesp bike, dide heye.”
 
‘Ji bo polîtîka xwe hewce bi tundiyê dibîne’
 
Berrînê her wiha bi lêv kir ku dema mirov li sozên hilbijartinê yên AKP’ê dinêrin der barê tunekirina gelek mafên jinan de ne û nîqaşkirina qanûna 6284 û hemû polîtîkayên din mirovan matmayî nahêlin. Berrînê wiha dirêjî daye: “Jinên di AKP’ê de cih digirin destur didin peyman û qanûnan. Ev jî pisgirêkan diafirîne û tundiyê girantir dike. Tundiya li dijî jinê her diçe zêd dibe. Ji ber desthilatdarî ji bo hebûna xwe ji bo polîtîka xwe hewce bi tundiyê dibîne. Ji bo xwe ava bike tundiyê dike. Ji ber vê jî nêzîkatiya li hember qanûna hejmar 6284 restorasyonek serdestiya mêre. Beriya hilbijartinê li ser mafê jiyana jinan bazarên siyasî tên kirin.”
 
‘Divê têkoşîn bê dayîn’
 
Berrînê wiha dawî lê anî: “Em ji bo wekheviyê têdikoşin . Em nûneriya wekhev dixwzin. Em wezareta wekheviyê û jinan dixwazin.Ez bang li jinên di desthilatdariyê de cih digirin dikim. Divê ew jî li ber xwe bidin û girîngiyê bidin qanûna 6284’an.  Divê ew jî li dijî vê xespê bêdeng neminin. Em dixwazin daxwazên me bên axaftin lê mixabin ew ji bo binpêkirina mafên jiyana me bazarê dikin.”