Jinan bersiv dan girtinan

  • 09:02 27 Adar 2023
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Di vê pêvajoya ber bi hilbijartinan de 6 endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê û endamên TJA’yê hatin girtin. Jinan diyar kirin ku ev hewldana krîmînalîzekirina TJA û HDP’ê ye û gotin têkoşîna jinan desthilatdariyê ditirsîne.
 
Li Îzmîrê di 22’yê Adarê de saetên sibehê de bi ser malande hat girtin û di nav de Endama MYK’a HDP’ê Îdîl Ugurlu, Newroz Çelîk a HDP’yî, Selma Demîr, Berfîn Çîçek, Hayat Îzgî û Berdevka Însiyatîfa Dayikên Aştiyê Behiye Yalçin hatin binçavkirin û bi hinceta xebatên TJA û kovara Jîneolojiyê di 24’ê Adarê de hatin girtin.
 
Dixwazin krîmînalîze bikin
 
Hevseroka HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk da zanîn ku girtina 6 jinan bi armanca şikandina îradeya jinê û êrîşek li dijî têkoşîna azadiya jinê ye. Bernayê daxuyakirin ku HDP partiya sêyemîn a mezin a Tirkiyeyê ye û di zemînek rewa de siyasetê dikin û got: “Ev konseptek êrîşê ya ku HDP û TJA’yê krîmînalîze dike ye. TJA ne tenê vegera jinên Kurd e, jinên Tirk jî têde cih digirin. Bi salane li dijî TJA’yê êrîşek tê meşandin. Êrîş beriya hilbijartinê pêk hat. Em meclîsa Jinan a HDP’ê  avabûneke di nokteyek nûneriya wekhev diparêze de ne.  Ev êrîşên li hember me ji bo bê îradekirina jinan e. Gelek hevalên me yên têkoşîn dimeşandin hatin qetilkirin. Em ê têkoşîna xwe her tim bimeşînin.”
 
Pratîka helwesta li dijî 6284’an girtina jinan e
 
Ji Tevgera Jinan a Sosyalîst Ezgî Ozen jî destnîşan kir ku êrîş bi giştî li hember jinan û bi taybet jî li hember jinên Kurd pêk hatiye û wiha domand: “Dixwazin di siyasetê de pêşî li jinan bigirin û pêşî li têkoşîna jinan bigirin. Partiya Yenîden Refah helwesta li dijî qanûna 6284 nîşan dan. Piştî vê jin hatin girtin. Lê em jin ligel hev in. Em ligel hevalên xwe yên girtî ne. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.
 
‘Ji jinan ditirsin’
 
Ji Meclîsa Jinan a KESK’ê Dîlek Kanlibaş jî wiha vegot: “Desthilatdarî ji têkoşîna jinan ditirse. Ji ber vê jî hewl dide pêşî li jinan bigire û jinan kêm bike û  xebatên wan asteng bikin. Êrîşa li hember jinan jî tirsa wan nîşan dide. Beriya hilbijartinê ev êrîş li hember tevgera jinan hatiye kirin. Em ê hîn bêtir zêde bibin û têbikoşin. Em ligel hevalên xwe ne.”
 
‘Hûn bitirsin’
 
Ji Piştevaniya Mor Sîbel Orkmez jî bi lêv kir ku tevî hemû zext û êrîşan jin li kolanan têdikoşin û wiha anî ziman: “ Jinên hatin girtin jinên têkoşîn dimeşandin. Bi zanebûn ev êrîş pêk anîn û xwestin têkoşîna jinan krîmînalîze bikin. Lê çi dikin bila bikin wê jinan di nav çar dîwaran de heps nekin. Bila ew ji jinan bitirsin.”