'Îşkenceya salên 90'î li Licê berdewam dike'

  • 09:05 26 Adar 2023
  • Rojane
 
Rojda Aydin 
 
AMED - Jinên Licê, bertek nîşanê îşkenceya ku li zarokê 14’ê salî Y.D. yê hat kirin, dan û anîn ziman ku zilm û îşkenceya dewletê ji salên 80’ê û 90’î vir ve bê navber didome. Jinan, bang li Gelê Kurd kirin û gotin li dijî zilmê rabin ser piyan. 
 
Li navçeya Licê ya Amedê di 21’ê Adarê êvarê zarokê 14 salî Y.D. ku bi hevalê xwe re vedigeriya malê ji aliyê polîsan ve hat revandin û îşkence lê hat kirin. Y.D. ê ku hatibû revandin û bi îşkenceyê re rû bi rû mabû, dev û destê wî bi awayek girêdayî li newalekî hatibû dîtin. Piştî bûyer derket holê ji gelek aliyan bertek mezin bûn û li ser vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê polîsan de lêpirsîn da destpêkirin.
 
Jinên Licê, bertek nîşanê îşkenceya ku hat kirin dan û anîn ziman ku ev zilm ji salên 80’ê û 90’î vir ve bê navber didome.
 
‘Edalet li ku derê ye’
 
Azîze Demîrbaş, bertek nîşanê îşkenceya ku zarokê 14’ê salî hat kirin şermezar kir û anî ziman ku îşkenceya ku hatiye kirin li dijî mirovahî û hiqûqê ye. Azîze, bi lêv kir ku îşkenceya ku polîsan kiriye sûc e û got: “Edaleta dewletê li ku derê ye? Her car îşkenceyê li zarok û gelê me dikin. Çi sûcê wî zarokê hebû ku îşkence lê kirin û avêtin newalê?”
 
Polîs îşkenceyê kurê wê jî kiriye
 
Azîze, destnîşan kir ku sala borî jî kurê wê yê 22 salî H.D. ji aliye polîsan ve bi îşkenceyê re rû bi rû maye û wiha axivî: “Ji ber îşkenceya kurê min jî giran birîndar bû. Niha ne nig û ne jî pişta wî saxlem e. Çû leşkeriyê ji ber nig û pişta wî şûnde şandin. Her roj zilmê li me û zarokên me dikin. Êdî zilma wan nayê gotinê. Ew qas zilmek mezin heye. Li her derê zilm heye. Polîsan li ber derê mala me li pey kurê min ketin heta çîtflikê û li wir îşkenceyê li kurê min kirin. Piştre kurê min re gotine ‘Bêje ez ji erebeyê ketime’. Kurê min tehdît kiribûn. Zilma ku ew dikin ew qas zêde ye ku mirov nikare êdî bêje. Li ser gelê Licê hertim zilm û îşkence tê kirin. Min xwest derbarê wan de serlêdana sûc bikim. Lê kurê min nehişt. Êdî li Tirkiyeyê edalet nemaye. Îşkence li zarokên me tê kirin, lê tu ceza li wan nayê birîn.”
 
‘Wî zarokê çi kiribû?’
 
Azîze, da zanîn ku li ser gelê Licê her tim bi taybetî zilm tê kirin û zarokên wan her tim tên tehdîtkirin û wiha pê de çû: “Ew kurik jî xwestibû agir pêxe û Newrozê pîroz bike. Wî zarokê çi sûc kiribû? Wê rojê li Amedê bi sed hezaran kes tevlî Newrozê bûbû. Tehemûla wan ji wê re nehat û îşkenceyê li zarokên me dikin. Bila Gelê Kurd li dijî vê îşkenceyê rabe li ser piyan.”
 
‘Em li dijî zilm û îşkenceyê hêrs dibin’
 
Gulbiye Buluttekîn jî da zanîn ku zilm, îşkence û kuştina kurdan ji salên 80-90’î heta îro bê navber berdewam kiriye û wiha domand: “Ev bi salan e zilmek li ser kurdan tê meşandin. Dewlet li hemberî kurdan her sal zilm û îşkenceya xwe bi awayeke cuda digûherîne. Em dixwazin ber bi başbûnê ve biçin, lê ew ber bi xirabiyê ve diçin. Mirov çawa zilmê li zarokan dike? Ev zarokên me dê çawa di nav vê zilmê de mezin bibin? Her ku ev îşkence û zilm tê kirin em bi hêrs dibin. Zarokên ku îro di nav zilmê de mezin dibin. Gelê Kurd bi zilm û îşkencê xilas nabin. Pêxistina agirê Newrozê ne sûc e. Ji ber agirê Newrozê mirov çawa îşkence li wî zarokê dike. Zarokên me tên kuştin."
 
‘Li dijî zilmê rabin li ser piyan’
 
Gulbiye, daxuyand ku li hemberî Licê polîtîkayên taybet tê meşandin û wiha axivî: “Armanca dewletê tunekirina kurdan e. Di salên 90’î de jî gundên me valakirin û şewitandin û mirovên me qetilkirin. Armanca dewletê polîtîkayên îmha û înkarê ye. Ji ber vê yekê dixwazin kurdan ji kokê ve tune bikin. Divê Gelê Kurd jî li dijî vê zilmê bisekine û hêza xwe xurt bike. Ev doz ne doza yek an jî du kesan e. Ev doz doza hemû Kurdistanê ye. Ger ku ez di nav vê dozê de cih digirim wê demê ev doz doza hemû kurdan e. Li ku derê kurd hene bila li dijî zilm û îşkenceyê rabin li ser piyan. Em tu carî vê zilmê qebûl nakin. Li dijî zilmê em dengê xwe bilind bikin.”