'Ji bo mexdûrên erdhejê em ê piştevaniyê mezin bikin'

  • 09:03 26 Adar 2023
  • Rojane
Rojda Aydin - Dîlan Babat  
 
AMED - Jinên ku bertek nîşanî îktîdarê dan diyar kirin ku îktîdar li şûna alîkariyê bide gel, êrişî li Rojava dike û gotin: "Pereyê ku hatin komkirin nedan mexdûrên erdhejê. Lê divê bê zanîn ku em ê ji bo mexdûrên erdhejê piştevaniya di nava gelan de mezin bikin."
 
Di 6’ê sibatê de erdhêjên ku li Mereşê pêk hat û bandorê li 11 bajaran kir. Bandora erdhejê heta îro jî didome. Amed jî ji erdhêjê bi bandor bû. Mexdûriyeta gel, bêtedbiriya sazî û dezgehên dewletê û xemsariya îktîdarê bû sedema bertekan. Di 8'ê Adarê û Newrozê de berteka gel li qadan bi yek dengî hat ziman. Newroza ku diyarî kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayî hatî kirin, li qadan jî hersa mexdûrên erdhejê bilind bû. 
 
Welatiyên ku tevlî pîrozbahiya Newrozê ya Amedê bûn ji ajansa me re axivîn û bal kişandin ser rewşa heyî. 
 
‘Bi êrişan Gelê Kurd xilas nabe' 
 
Laîhe Arşîmet, anî ziman ku ji bo kesên ku ji erdhêjê xilas bûne divê ji bo wan ciheke bijîn bê avakirin û got: “Îsal ji ber erdhejê xemginiyek heye. Ligel xemgîniyê, me dîsa li qadan cihê xwe girt. Lê em dizanin ku bi biharê re dê aştî jî bê. Em dixwazin şerê li dijî Rojava demildest bi dawî bibe. Bi salan e bi her cureyên şer dixwazin Gelê Kurd tune bikin. Lê belê divê bê zanîn Gelê Kurd tu carî xilas nabe.”
 
'Em ê piştevaniyê mezin bikin' 
 
Hatîce Ezer jî destnîşan kir ku divê bi welatiyên erdhêjê re piştevanî bidome û wiha bi lêv kir: "Li şûna ku îktîdar alîkariya mexdûrên erdhêjê bike êrişê Rojava dike. Di sê rojên destpêkê ya erdhêjê de mirov di bin kavilan de bûn. Ev ne edalet e. Wîjdana mirovan têra vê yekê nake. Di rewşeke wisa de îktîdar êrişê li Rojava kir. Ev vê yekê tu carî qebûl nakin. Ew qas pere hatin komkirin, ne ji bo welatiyên erdhêjê ji bo şer kom hatin kirin. Lê divê bê zanîn em ê li dijî vê yekê piştevaniya xwe mezin bikin. Her wiha bi şer nikarin li Rojava têk bibin. Bi şer û hem jî bi erdhêjê nikarin Gelê Kurd tune bikin."
 
‘Gel xwe gihand mexdûrên erdhejê' 
 
Emîne Bîlen, bi şermezarkirina êrişên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi axaftina xwe kir û xwest ku ev şer demildest bê sekinandin. Emîne, wiha pê de çû: “Em jî mexdûrên erdhejê ne. Lê dîsa em bi mexdûrên erdhejê yên herêmên din re ketin nava piştevaniyê. Lê belê dewletê ji bo gel tu tişt nekir. Kurd û welatiyên dildar çûn hawara mexdûrên erdhejê. Di serî de gel xwe gihand mexdûrên erdhêjê. Welatiyên ku hemû li wir dijîn hemwelatiyên me ne. Welatiyên dildar ku alîkariyê şandin, pêşiya wan hat girtin. Destûr nehat dayîn ku alîkarî ji gel re biçe. Pêşiya alîkariyê girtin. Ew qas pere kom kirin lê ji gel re neşandin.”
 
‘Divê gel êdî rastiyê bibîne' 
 
Rindê Ateş jî bi lêv kir ku ji roja erdhêjê vir ve dewletê gel bê xwedî hîştiye û ev tiştan anî ziman: “Ji roja ewil a erdhêjê dewletê êrişê Rojava kir. Em vê tu carî qebûl nakin. Dewletê tu alîkariyek ji gelê xwe re nekir. Ev rewş tu carî nayê qebûlkirin. Bila hemû gelê me jî vê rastiyê bibîne û li gor wê gava xwe bavêje.”