OHD: Divê tecrîd bê bidawîkirin

  • 12:12 25 Adar 2023
  • Rojane
AMED - OHD, têkildarî salvegera 25’ê Adara 2021’an ku li Îmraliyê tecrîda girankirî ya bênavber dest pê kir û pêvajoyê de daxuyaniya ku dan de, bal kişandin ser serdanên CPT û got: “Li dijî tecrîda li ser Birêz Ocalan daxwaza azadiya fîzîkî nîşan didin.”
 
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), têkildarî salvegera 25’ê Adara 2021’ê ku li Îmraliyê tecrîda girankirî ya bê navber dest pê kir de daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyaniya ku li Şaxa Amedê hat dayîn de, rêvebirên Navenda Giştî ya OHD'ê, Şaxên Amed, Îzmîr û Rihayê, Komeleya Wêjekarên Kurd, MED-DER, MEF TUHAD-FED û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla Hevsekretera Navenda Giştî ya OHD’ê Rengîn Ergul ve hat xwendin.
 
Rengîn, destnîşan kir ku Tirkiye di dîroka Komara xwe de ji aliyê civakî, siyasî, aborî û çandî ve di serdema herî bi krîz derbas dike û got: “Di dema ku hikûmet hewl dide qeyrana piralî ya heyî li gorî krîzên cihanî pênase bike û bi polîtîkayên rewşa awarte bitepisîne; bingeha rewabûna desthilatdariya siyasî ya ku bingeha xwe ya hiqûqî tevahî winda kiribû, bi krîza mirovî ya ku piştî erdhêjê derket holê dîsa hejiya.”
 
Rengîn, anî ziman ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Girava Tîpa F a Îmraliyê ku nîqaşên hiqûqî bi temamî rawestiyane ku veguherî rewşa bêpeywendiyeke mutleq, rasterast bi nêzîkatiyên çareserkirina pirsgirêka kurd ve girêdayî ye. Rengîn, bi lêv kir ku berdewamkirina polîtîkaya xitimandinê her dem tecrîd û qeyranê kûrtir dike û wiha axivî: “Serdemên ku li Îmraliyê rêyên hevdîtin û diyalogê yên bi Ocalan re hatin vekirin, çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê dihat nîqaşkirin û çanda demokrasiyê bilind dibû.”
 
‘CPT piştî 15 mehan rapor parve kir’
 
Rengîn, bi bîr xist ku Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) rapora seredana xwe ya Gulana 2019'an piştî 15 mehan eşkere kiriye û wiha domand: “CPT şert û mercên Girtîgeha Giravê ya Tîpa F a Îmraliyê weke pêkanînên dijmirovahî pênase kir û ji desthilatdariya siyasî re bi bîr xistibû ku divê bi cihana derve re têkeve nava têkiliyê û ji ber vê yekê xwestibû îktîdar gav bavêje. Herî dawî CPT di serdana xwe ya li Tirkiyeyê ya di navbera 20-29’ê Îlona 2022’yan de çû Girtîgeha Girava Tîpa F ya Îmraliyê jî, lê hêj rapora xwe eşkere nekiriye.”
 
'2 sal in em nikarin agahî bigirin’
 
Rengîn, diyar kir ku 2 sal in ji Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş tu agahiyê nikarin bigirin û wiha pê de çû: “Abdullah Ocalan ku 24 sal in di Girtîgeha Girava Tîpa F ya Îmraliyê de di bin şert û mercên tecrîdê de tê girtin herî dawî di 25’ê Adara 2021’ê de bi rêya telefonê birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtinê kiribû. Ji wê rojê vir ve tu agahî jê nayê girtin.
 
Weke Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê em careke din dubare dikin ku em vê rewşê qebûl nakin. Îtîraza me ew e ku betalkirina qanûn û pêkanînên muebetê yên cuda, tecrîda mutlaq a li ser Birêz Ocalan dawî bibe. Rejîma muebeta heta hetayî û tehdîtkirina jiyana wî ku tehdît dike divê bi dawî bibe. Li dijî tecrîda li ser Birêz Ocalan daxwaza azadiya fîzîkî nîşan didin.”