'Têkoşîna jinan wê hilbijartinê diyar bike'

  • 09:06 25 Adar 2023
  • Rojane
Dîlan Babat
 
ENQERE - Hevberdevka Partiya Çep a Keskan Çîgdem Kiliçgun Uçar  diyar kir ku HDP ya ku pêkhateya wê ne, di nokteya polîtîkaya jinê de hevpar bûne û girîngiyê didin vê. Çîgdemê got têkoşîna jinan wê hilbijartinên 2023’yan diyar bike.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî doza girtina Dadgeha Destûra Bingehîn, Civîna Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) pêk anî û di civînê de biryar girtin ku wê bi Partiya Çep a Keskan biçin hilbijartinê. HDP ji sala 2012’an heta niha li 50 navend û 212 navçeyan xebatên xwe dimeşîne û niha xebatên ji bo hilbijartinê jî temam dike. Hevberdevka Partiya Çep a Keskan Çîgdem Kiliçgun Uçar der barê mijarê de nirxandin kir. 
 
‘Têkoşînek jinê ya her diçe bilind dibe heye’
 
Çîgdemê destnîşan kir ku li cîhanê têkoşînek jinê ya her diçe bilind dibe heye û têkoşînek xurt a di siyasetê de derketiye holê ya jinan heye. Çîgdemê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Li dijî vê hêza jinê polîtîkayek zextê ya taybet li hember jinan tê meşandin. Demek nêz li Tirkiyeyê karaseta erdhêjê pêk hat. Em di 8’ê Adarê de daketin kolanan. Daxwazên qadên 8’ê Adarê ne tenê daxwazên li Tirkiyeyê bûn. Daxwazên li cîhanê bûn. Divê venasîna dewletê bê kirin. Em dikarin bêjin ku nasnameya hemû dewletan mêr e. Li Tirkiyeyê dewlet li dijî jinan polîtîkaya dijminatiyê dimeşîne. Li Afganîstanê dibistan li zarokên keç hatine qedexekirin. Li Îranê piştî Jîna Emînî hat qetilkirin li dibistanan zarokên keç hatin jehrkirin.  Ev jî nêzîkatiya dewletan a li hember jinan nîşan dide.”
 
Polîtîkayên AKP’ê yên li hember jinan
 
Çîgdemê bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê yên li hember jinan û wiha dirêjî dayê: “Îro dînamîka herî xurt a civakî têkoşîna xurt a jinan e. Di 8’ê Adarê de dirûşmên ‘hikûmet îstîfa’ gelek girîng bûn. Li welatên Ewropayê di mijarên polîtîka û civakî de pêşengtiya jinan gelek binirxe. Li Tirkiyeyê 20 sal in bi destê AKP-MHP’ê li dijî jinan polîtîka dijminahiyê tê meşandin. Ji Diyanetê bigirin heta Emniyetê der barê jinan de gotina wan tu car kêm nebû. Li Tirkiyeyê her roj ji bo jinan bi berxwedan derbas dibe. Bi polîtîkayên bêcezahiştinê yên dewletê kuştinên jinan tên normalkirin. Dewlet dizane ku mêr ceza bike wê xwe ceza bike. Ji ber vê jî her tim xwe şûnde digire.”
 
‘Polîtîkayên  xweser ên ji bo jinan’
 
Çîgdemê destnîşan kir ku li dijî polîtîkayên li hember jinan gotineke Partiya Çep a Keskan heye û wiha domand: “Li dijî newekheviya zayenda civakî ya her diçe giran dibe, li dijî kuştina jinên di bin parastina dewletê de, li dijî xizaniya jinê, mexdûriyeta jinê fikriyat heye û hem jî bi polîtîkayên xwe yên xweser hewl dide bi tevgera jinan û têkoşîna jinan a li Tirkiyeyê re bimeşe. Hilbijartina 2023’yan pir girîng e. Sedsalek nû tê pêşwazkirin. Gelek bi nirx e ku ev sedsal wê bi kê re bê pêşwazkirin. Têkoşîna jinê ya ku heta îro her çûye bilind bûye li Tirkiyeyê îro xwe ispat kiriye ku namzetên damezrîneriyê ne. Bakiyeyek 20 salan a AKP’ê heye. Îro bi HUDA PAR’ê re hevkariyê dike. Ev ji bo jinan demek krîtîk e.”
 
Wê têkoşîna jinan diyar bike
 
Çîgdemê balkişand ser Peymana Stenbolê ya hat feshkirin û wiha dawî lê anî: “Peymana Stenbolê pêşî li newekheviya zayenda civakî digirt û gelek mekanizma pêşniyar dikir. Ji rêveberiyên herêmî bigirin heta mekanîzmayên dewletê û perwerdehiyên li dibistanê gelek tişt pêşniyar dikir. Em îro di pêvajoya hilbijartinê de ne. Wê têkoşîna jinê vê hilbijartinê diyar bike. Li qadê wê xwe nîşan bide. Tevlibûna jinan a siyasetê pir bi nirx e. Em girîngiyê didin nûneriya wekhev û pergala hevserokatiyê. Hêviya me ev e ku HDP neyê girtin. Lê rewşek wisa pêk bê di dema hilbijartinê de em amade ne berpirsiyariyê bigiri."