Divê Abdullah Ocalan bê berdan

  • 09:03 25 Adar 2023
  • Rojane
Melîke Aydin
 
AYDIN - Jinan diyar kirin ku ji bo naxwazin pisgirêka Kurd bê çareserkirin hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re tên astengkirin û gotin divê gel ji bo azadiya wî têbikoşin.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 24 sal e li Îmraliyê girtî ye,  di bin tecrîdek giran de tê girtin û ji 25’ê Adara 2021’ê de agahî jê nayê girtin.  Jinên ku diyar dikin ew Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wek rêberê xwe dibînin û azadiya wî dixwazin, bang kirin ku divê gelê Kurd yekitiya xwe ava bike.
 
Jin bi tevgera azadiya Kurd azad bûn’
 
Jina bi navê Şîrîn Gozen ya 70 salî da zanîn ku di 1992’an de ji ber zextên dewletê ji Colemêrgê hatine Aydinê û der barê mijarê de wiha got: “Berê jin ne azad bûn. Piştî tevgera azadiya Kurd jin rehet bûn. Berê me navê xwe nasnama xwe nizanibû. Me gelek zor û zehmeî dîtin. Zext li me hat kirin. Ji ber em nebûn cerdevan îşkence li me kirin. Gotin hun terorîstin. Lê me dîsa jî têoşîn da.”
 
‘Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin’
 
Şîrînê di berdewamiyê de balkişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha dawî lê anî: “Gelê Kurd Abdullah Ocalan wek rêber dibîne. Tu agahî niha jê nayê girtin. Her gel mafê wan yê azadiyê heye.  Em dixwazin Serokatiya me bê berdan. Em azadiya wî dixwazin. Derdê me azadiya Rêberê me ye. Em dixwazin ji zindanê bê derxistin.”
 
‘Ji bo azadiyê bi hezaran kesî canê xwe da’
 
Latîfe Turan a 75 salî jî destnîşan kir ku ji gundê Sêrtê ji ber cedevanî qebûl nekirine leşkeran xaniyê wan wêran kirine û ji ber vê bajar bi bajar geriyane û got: “Tevî her tiştî me dest ji azadiyê berneda. Kurd mafên xwe dixwazin. Li ser Kurdan zilm heye. bi hezaran Kurdî ji bo azadiyê canê xwe feda kir.”
 
‘Dijminahiyê li bajaran jî berdewam kir’
 
Gulîstan Çevîk jî bi lêv kir ku ji gundên Şirnexê ji ber zextên dewletê koç kirine û wiha bi lêv kir: “Tu tişt wek warê mirovan ne şîrîne. Me bêrîvanî dikir. Em diçûn ser erden xwe. Me her kar dikir. Lê em li bajarên  bi cih bûn me reziliyek mezin kişand. Li vir jî em nerehetin. Li li vir jî zext didomin. Dewlet dijminahiyê dike. Em naxwazin tu kes bimirin. Bila xwîn nerêje û wekhevî hebe. Tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Hemû gelên cîhanê azadiya Ocalan dixwazin. Bila demildest azad.”
 
Sabahat Aşkar jî balkişand ser tecrîdê û wiha daxuyand: “8 sal berê me mala xwe li Şirnexê di şer de winda kir. Ji ber vê me koç kir. Li hember Kurdan polîtîka tunekirinê tê meşandin lê gele Kurd têdikoşe. Kurdan berxwe nedaba wê tunebûna. Kurdan berxwedan ji serokê xwe fêr kir. Kurd azadiya rêberê xwe dixwaze. Divê Kurd bibin yek û serokatiya xwe ji tecrîdê xilas bike.”