Peyama Newroza Stenbolê: Navnîşan Abdullah Ocalan e

  • 09:45 23 Adar 2023
  • Rojane
 
Marta Somek 
 
STENBOL - Endama Koordînasyona Jinan a Navendî ya HDK’ê Arîfe Çinar têkildarî Newroza Stenbolê ku bi sed hezaran kesî hêrsa xwe ya li dijî tecrîdê nîşan da û got: “Di Newrozê de, hat nîşandan ku Birêz Ocalan, çareseriya pirsgirêka kurd û avakirina aştî û jiyana nû li Tirkiyeyê."
 
Newroza îsal bi dirûşma "Her der Newroz her dem azadî û "Bi agirê Newrozê re ber bi azadiyê ve" hat pîrozkirin. Di qadên Newrozê de peyamên girîng hatin dayîn. Tecrîd, rewşa girtiyan û xemsariya dewletê ya li hemberî erdhejê, li qadên Newrozê hatin ziman. 
 
Li Qada Mîtîngê ya Yenîkapi ya Stenbolê Newroz bi coşek mezin hat pîrozkirin. Welatiyên ku bi cilên xwe yên rengîn tevlî pîrozbahiyê bûn qad xemilandin. Dirûşmeyên wekî "Hezar silav ji Serok re", “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Hikumet îstîfa”, “Ne erdhej pergal dikuje", “Newroz pîroz be” û “Bijî biratiya gelan” li qadê bilind bû. 
 
Derbarê pîrozbahiya Newrozê ya li Stenbolê de Endama Koordînasyona Jinan a Navendî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Arîfe Çinar ji ajansa me re axivî. 
 
'Tevlîbûna ciwanan girîng bû'
 
Arîfe, diyar kir ku îsal li Stenbolê bêtir ciwan tevlî pîrozbahiyan bûn û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Me di vê Newrozê de rengên hemû gelan xurtir dît. Yê ku ev erdhej veguherand felaketê dewlet bi xwe bû. Ji ber ku di 3 rojên destpêkê yên erdhejê de dewlet li wir tune bû, ev tişt bû sedema hêrsa hemû gelên li Tirkiyeyê. Ev tişt di nav gelan de bû hêrseke pir mezin. Tam di vê çarçoveyê de ev hêrs veguherî serhildanê û li qadên Newrozê xwe nîşan da. Li Stenbolê atmosfereke şînê hebû ku bi taybetî di aliyekî de derketibû pêş û di aliyê din de jî hêrs û serhildan derket holê."
 
Tecrîd, erdhej û hilbijartin...
 
Arîfe, daxuyand ku tişta ku dîsa bêtir derket holê tecrîd bû û got: "Tecrîda li hemberî Birêz Ocalan tê wateya tecrîdkirina hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijîn. Gel hersa xwe ya li hemberî tecrîdê li qadan anî ziman. Dîsa mijara girîng a ku li qadê hat ziman hilbijartin bû. Gelên ku li Tirkiyeyê dijîn ne bi polîtîkayên şer bi polîtîkayên aştî û wekheviyê dixwazin bijîn. Di Newrozê de ev her 3 mijar hatin ziman. Di Newrozê de li hemberî pergala serdest serîrakirin û berxwedanek hebû."
 
'Dîwarên ku hatin danîn hilweşiyan'
 
Arîfe, da zanîn ku di pîrozbahiya Newrozê ya sala 2023'yan de derket holê ku hişmendiya 100'emîn a Komara Tirkiyeyê êdî di nava gel de tu wateya wê nîne û wiha bi lêv kir: "Bi polîtîkayên înkar, asîmilasyon û tunehesibandinê êdî nikarin pergalê bi rêvebibin. Dîwarên ku li hemberî gelan hatî danîn di Newrozê de hilweşiyan. Di Newrozê de hat nîşandan ku bi Birêz Ocalan dê pirsgirêk bê çareserkirin. Di sala 2023'yan de bêtir daxwaza jiyaneke bi statu ya kurdan hat ziman."
 
'Beriya erdhejê qeyrana aborî hebû'
 
Arîfe, destnîşan kir ku beriya depremê li Tirkiyeyê qeyrana aborî hebû û wiha axivî: "Di rewşeke wisa de erdhej çêbû. Tevgera Kurd, sosyalîst û çepgir her tim derbarê mekanîzmayên dewletê de nêrînên xwe anin ziman. Lê piştî erdhejê gotinên wan bêtir hatin fêmkirin. Hat dîtin ku hişmendiya yekparêzî êdî nikare dewletê bi rêvebibe. Ev tişt ji hêla gel ve hat dîtin. Rejîma yekkesî êdî xizmetê nade civakê. Di hilbijartinê de hemû gel dê bibin yek li dijî vê hişmendî û pergalê serî rakin." 
 
'Em ê piştevaniya xwe bidomînin'
 
Arîfe, wiha bal kişand ser armanca HDK Û HDP'ê: "Em bi nasnameyên cuda re dixebitin. Em ê ji bo gelên ku li Tirkiyeyê dijîn xebatên xwe mezin bikin fikra jiyaneke di nava aştiyê de pêş bixin. HDP li vir siyaseta xwe ya demokratîk tîne ziman. Me di vê Newrozê de dît ku gelek nasnameyên cuda û kesimên cuda tevlî pîrozbahiyê bûn. Ji ber vê sedemê jî em ê bêtir xebatên xwe mezin bikin. Her wiha em ê ji bo herêmên erdhejê xebatên xwe bidomînin û piştevaniya xwe bi mexdûrên erdhejê re bidomînin."