Newekhevî û dijminahiya herî mezin AKP’ê kiriye 2018-09-14 09:10:36   STENBOL - Ebrar Sultan Başar diyar kir ku wek jinek trans rastî newekheviya civak û dewletê tê û ji ber vê ji kar tê derxistin û wiha pê de çû: “Herî zêde vê desthilatdariyê li hember min newekhevî kiriye. Ez çûm nexweşxaneyê doktorê wê zîhniyetê ez derxistim derve. Polîsê wê zîhniyetê ez biçûk xistim. Ev sûcê kê ye? Ez hewl didim di vê jiyana ku hikûmetê zehmet kiriye de bijîm.”   Eylul Cansin a gotina ‘Ji ber mirovan destûr neda. Nikaribûm bixebitim, min xwest hinek tiştan bikim lê min nikarî. We fêm kir?’ anî ziman û xwe ji Pira Boxazê avêt…. Hande Kader a hat şewistandin û qetilkirin… Esra Ataş a rastî êrîşê hat û hîna gelek jinên trans ên ji jiyanê hatin girtin. Ebrar Sultan Başar wek kesek LGBT'î ku li Tirkiyeyê dijî pirsgirêkên xwe vegot.   Ebrar a di 16 saliya xwe de li atolya tekstîlê dest bi xebatê kir diyar kir ku wek jinek trans di cihê kar de pirsgirêkan dijî û piştre jî bi vî awayî ji hemû karên ketiye hatiye derxistin. Ebrarê wiha got: “Ji neçarî min karkeriya seksê ya civakê ez lê dam zorê, kir. Ez rastî şîdeta fîzîkî û psîkolojîk hatim. Di temenê pir biçûk de hat serê min û sedema vê jî civak bû. Civakê ez wek tehdîd didîtim. Ez di vê civakê de tu car tunebûm.”   ‘Ji nasnameya zayendê wêdetir, mijarên girîng hene’   Ebrarê destnîşan kir ku newekhevî ewil di malbatê de dest pê kiriye û ji ber vê perwerda xwe jî nîvco hiştiye û wiha got: “Ji ber tiştên min jiya psîkolojiya min xera bû. Ez bang li wijdana mirovahiyê dikim. Mijarên girîngtir hene. Ji nasnameya zayendê wêdetir ên girîng hene.”   ‘Herî zêde vê hikûmetê newekhevî kir’    Ebrarê daxuyakirin ku ew di desthilatdariya AKP’ê de mezin bûye û ev tişt bi lêv kir: “Herî zêde vê hikûmetê newekhevî li min kir. Ez çûm nexweşxanê doktorê wê zîhniyetê ez derxistim derve. Polîsê wê zîhniyetê ez biçûk xistim. Mamosteyê vê hikûmetê ez îxrac kirim û ez li jiyanek girtî mahkum kirim. Ev sûcê kê ye? Ez hewl didim di vê jiyana ku hikûmetê zehmet kiriye de bijîm. Polîs ez derb kirim û avêtim otobanê. Ez ê niha giliyê kê bikim? Erdogan wê demê digot hûn li hember pergala civakê ne. Ez li dibistana Îmam Hatîbê rastî lînçê dihatim. Hemû zarokên dibistanê dijminê min bûn. Ev sûcên kê ne?”   Trans nikarin bibin doktor û mamoste   Ebrarê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku ev çend mehe di saziyên civaka sivîl de dixebite û li vir rastî newekheviyê nehatiye û wiha pê de çû: “ Civakê ez ji xwe dûr xistibûm. Ez naxwazim bikevim nav civakê. Ez ji tacîzê ditirsim. Ji ber civak min wek karkera seksê dibîne. Li gorî civakê jinek trans nikare bibe mamoste, doktor û memur. Divê em alternatîfên xwe ava bikin. Ez piştgiriyê didim kampanyaya #MeQueer. Çapemeniya heyî me pir nebaş nîşan dide. Gelek mirovên wek min hene. Êdî kes naxwaze şîdetê bibîne. Em dikarin bi çalakiyên cuda bertekan nîşan bidin.”