Hatin dawiya doza Somayê: Ev doz siyasî ye 2018-07-09 09:08:11   Melîke Aydin   MANÎSA- Di doza komkujiya Somayê de hatin asta dawî. Malbatan daxwaz kirin ku Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Tabbî yê demê bê darizandin û gotin: “Doza Somayê siyasiye.  AKP dîsa bû desthilatdar û vê jî edalet dîsa hişyar kir.”   Li Somaya Manîsayê di 13’ê Gulana 2014’an de 301 madenvanan jiyana xwe ji dest da û doza der barê bûyerê de hat vekirin jî wê bi dawî bibe. Runiştina dozê îro tê dîtin. Di runiştina bloka 21’emîn de der barê xwediyên madenê de Alp Gurkan, Can Gurkan û midûrê giştî Ramazan Dogru  û endamên lijneya rêveberiyê Akin Çelîk, Hayrî Kebapçilar, Mustafa Yîgît, Îsmaîl Adali de ji bo her yekî 22 sal ceza hat dayîn. Dozger her wiha der barê Alp Gurkan û Mustafa Yîgît de jî girtin xwest.  Di mutalayê de 33 kesî berat kir û der barê 11 gumanbaran de jî 15 sal ceza hat xwestin.   'Em ê dest ji têkolşînê bernedin'   Senîha Kiliç ya di komkujiyê  de kurê wê Huseyîn Kilinç û zavayê wê Îbrahîm Ay jiyana xwe ji dest dan got divê dayikên din negirîn û ji ber vê divê kujer ceza bigirin.  Senîhayê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku doza Somayê dozek siyasî ye û piştî AKP dîsa bûye desthilatdar edalet dîsa  hişyar kir û got divê wezîrê demî yê Enerjiyê jî bê darizandin.   Senîhayê wiha got: “Karkerên madenê pir zêde dixebitin. Kurê min dema dihat malê me derfet nedidît em wî bibînin.Digot ‘ji min re zêde xwarinê neke, ji xwe em pir diwestin’.  Gelo ji bo hinek bijîn divê hinek bimrin? Ewlehî dikaribû bi teknojiya pêşketî bihata girtin.  Tu alîkariyên aborî êşa me tune nakin. Bila ez di kon de bijiyama bila kurê min bijiya. Gelo pere êşê tune dike? Lê wan digot em ê pere bidin, wan bêdeng bikin. Bi taybet li ser jinan zext dikirin.”   'Ji neçarî dixebitî'   Zeyla Guven ya pismamê xwe Ahmet Guven di komkujiyê de winda kir bi lêv kir ku her kesê di madenê de dixebite dixwazin rojekê dest ji madenê berdin û got: “Ahmet digot karê me zehmet e. Digot, nirxê nadin mirovan. Dixwest ji kar derkeve.  Ji neçarî dixebitî. Em doza wî dişopînin. Em naxwazin yên girtî bên berdan.”