‘Ji bo sûcên li dijî zarok û sewalan cezayên giran şert in’ 2018-07-06 09:08:07   AMED - Seroka Komeleya Parastina Sewalan û Xwezayê ya Amedê Sevgî Ekmekçîoglu diyar kir ku îstîsmara li dijî zarokan divê ji îşkenceya li hember sewalan cuda neyê fikirîn û got divê di her du mijaran de jî sererastkirinên qanûnî bên kirin û xebatên perwerdeyê bên zêdekirin.   Li Tirkiyeyê û Kurdistanê îstîsmara li hember zarok û  îşkenceya li sewalan roj bi roj zêdetir dibe. Seroka Komeleya Parastina Sewalan û Xwezayê ya Amedê (HAYTAP)  Sevgî Ekmekçîoglu hem îstîsmara zayendî û hem jî îşkeceya li hember sewalan ji JIN NEWS’ê re nirxand.   Sevgiyê balkişand ser îşkenceyên li hember sewalan yên demên dawî û sedema vê wiha vegot: “Li Tirkiyeyê çandek nefret û şîdetê ya zêde dibe heye. Sewal di civakê de nayên parastin. Ji ber vê jî nisîbê xwe ji hawira şîdetê digirin. Qanûnên ku sewalan diparêzin tune û cezayên giran tune.”   ‘Sûc û sûcdar tên rewakirin’   Sevgiyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku îşkenceya li hember sewalan divê wek sûc bê destgirtin û cezakirin û wiha pê de çû: “ Divê îstîsmara zayendî ya li hember zarokan ji îşkenceya li hember sewalan cuda neyê dîtin. Li Enqereyê di 22’ê Hezîranê de Eylul Yaglikara ya 8 salî rastî îstîsmara mêrekî hat û piştre hat qetilkirin. Vî mêrî berê jî îşkenceya zayendî li sewalan kiriye. Dema bûyerên îstîsmarê tên lêkolînkirin, kesên îstîsmara zayendî li zarokan kirine, berê jî bi bûyerên îşkenceyê û tecawizê yên sewalan hatine rojevê. Ji ber vê jî îstîsmara li hember zarokan û îşkenceya li hember sewalan ji hev cuda neyê girtin. Pêşîgirtina li zîhniyeta îşkenceya li sewalan dike wê ji bo pêşîgirtina îstîsmara zarokan jî bibe alîkar.”   Sevgiyê daxuyakirin ku bûyerên wisa li ser mirovan tirs û fikarê ava dike û got divê di vê mijarê de her kes bibe parêzvanê maf û xebatan dimeşîne, her wiha di mijara mafê mirov û sewalan de perwerde şert e.