Polîs êrîşî gelê ku ji mîtîngê belav dibûn kir 2018-06-23 17:30:10   WAN-Piştî ku gel ji mîtînga Wanê ya ku bi beşdarbûna sedhezaran pêk hat, belav bûn rastî êrîşa polîsan hatin. Di dema êrîşê de serê Hevseroka HDP'ê ya Wanê Yadişen Karabulut hat şikandin. Endama PM'a HDP'ê Zelal Yerlikaya jî bi çewisandinê rû bi rû hat hiştin.    Piştî ku gel ji mîtînga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê ya ku bi beşdarbûna sedhezaran pêk hat, belav bûn rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan piştî mîtîngê bi gaza îsotê, derbên plastîk û bi avê êrîşî kesên ku di nav de zarok û jin jî hebûn kirin. Piştî êrîşê gel li kolanên Maraş û Cumhuriyetê belav bûn.    Serê Yadişenê hat şikestin   Di dema êrîşê de serê Hevseroka HDP'ê ya Wanê Yadişen Karabulut hat şikandin. Endama PM'a HDP'ê Zelal Yerlikaya jî bi çewisandinê rû bi rû hat hiştin. Gelek kesên ku di mîtîngê de peywirdar bûn ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û binçavkirin. Di dema êrîşê de gelek kes hatin binçavkirin.    Jin zarok di bin bandora gazê de man   Kolanên Cumhuriyet û Maraşê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.